Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo pirsgirêkên li girtîgehan li cih bişopîne û bike rapor hefteyên derbasbûyî serdana girtîgehên li Amed û Xarpêtê kir. Di çarçoveya serdanê de parêzer bi girtiyan re axivîn, têkildarî binpêkirinan û daxwazên wan li girtiyan guhdarîkirin. Di van serdanan de eşkere bû ku li gel pêvajoya heyî jî li girtîgehan pirsgirêkên kronîk bi rêk û pêk dewam dikin. Hate ragihandin ku ji bilî girtîgehên li Xarpêt û Amedê li girtîgehên din jî di asteke cidî de mafên mirovan têne binpêkirin.
Yek ji endamên heyeta ÎHD’ê ya serdana girtîgehan kir Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê parêzer Yûsûf Erdogan anî ziman ku girtiyan gotine pirsgirêkên ragihandinê, xwarina paqij û têrker, hîjyen û veguhestina ji bo nexweşxaneyan dewam dikin û girtiyên nexweş jî li gel raporan nayên berdan. Yûsûf Erdogan ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan berpirsyarî dikeve ser milê her kesî, weke ÎHD wê serlêdanên pêwîst bikin û got, “Rewşa girtiyên nexweş nabe ku bibe mijara bazariyê ya vê pêvajoyê.” Lewma jî bang kir ku girtiyên nexweş yekser bêne berdan.
Yûsûf Erdogan diyar ki rku Komeleya Mafên Mirovan demeke dirêj e rewşa li girtîgehan dişopîne û got, “Li girtîgehên Tirkiyeyê pirsgirêkên hene ku kronîk bûne Û bi salan e nayên guhertin. Desteyên çavdêriyê, Saziya Tip a Edlî û astengiyên îdarî, mafên herî bingehîn ên girtiyan asteng dikin.”
‘VEGUHESTINA JI BO NEXWEŞXANEYÊ TÊ DERENGXISTIN’
Erdogan destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên mehkûmên nexweş astengiya li pêşiya dermankirin û berdana wan e. Erdogan got, “Veguhestina mehkûman a ji bo nexweşxaneyê tê astengkirin, dema ku têne veguhestin jî mûayeneya bi kelepçeyê li wan tê ferzkirin. Carna jî derman ji wan re nayê dayin, her wiha tedawiya bi mehan tê taloqkirin. Ev rewş êdî ne kêmcaran, lê belê bi rêk û pêk tê dîtin.”
Yûsûf Erdogan anî ziman ku pêvajoyên dayina raporê yên Saziya Tipa Edlî (ATK) li pêşiya berdanê astengiyeke cidî ye û bi vî rengî dewam kir, “Mehkûmek ji nexweşxaneyeke têrker rapora ‘nabe li girtîgehê bimîne’ werbigire jî ev têrker nayê dîtin. Jê tê xwestin ku ji Tip a Edlî jî raporekê bistîne. Di ser re ATK raporeke erênî bide jî di çarçooveya qanûna bi hejmara 5275’an bi hinceta ku ‘li ser ewlekariya civakê gef e yan na’ hin girtiyên bi nexweşiya giran nayên berdan. Ev yek êdî dibe binpêkirina mafê jiyanê.”
‘JI TÎPÊN R GELEK GILÎ Û GAZIN TÊNE KIRIN’
Erdogan diyar kir ku Girtîgeha Kampusê ya Xarpêtê yek ji mînakên taybet ên li Tirkiyeyê ye û got, “Girtîgeha bi Tîpa R a li Xaprêtê weke ‘tîpa rehabîlîtasyonê’ tê pênasekirin. Yanî girtiyên bi nexweşiya giran divê di nava şert û mercên tedawîkirinê de bêne ragirtin. Lê belê bi qasî ku me di serdana xwe de dît ev şert û merc nayên afirandin. Mehkûmên ku nikarin bimeşin xwedî derfetên têrker ên asansorê, nivînan û hîjyenê nîne. Personelên wezîfedar jî qet ji wan re nabin alîkar. Girtîgehên bi tîpa R li şûna başkirina nexweşan, ji bo jibîrkirina wan e. Ji van girtîgehan gelek gilî û gazin têne kirin.”
‘ÎZOLASYONA CIVAKÎ GIRAN DIBE’
Erdogan ragihand ku li girtîgeha li Amedê jî heman pirsgirêk hene û got, “Ji pêvajoya şewbê û vir ve li girtîgehên li Amedê û derdora wê çalakiyên hevpar an qet nayên kirin an jî di asteke cidî de têne astenkirin. Karên hevpar ên weke spor, kurs û çandî li hin deveran bi temamî hatine qedexekirin. Ev yek jî îzolasyona civakî ya mehkûman giran dike. Her wiha ji girtiyan re rojname, kovarên bi Kurdî, pirtûk jî nayê dayin. Ev yek jî binpêkirina eşkere ya mafê ziman û azadiya fikrî ye.”
‘DIRAN NAYÊ DERMANKIRIN’
Erdogan diyar kir ku hem li Xarpêtê hem jî li Amedê li girtîgehan xizmetên tedawiya diran û tenduristiya giştî gelekî kêm e û got, “Dermankirina diranê mehkûman bi mehan tê derengxistin, li hin girtîgehan rêza dermankirinê carna heta şeş mehan tê dirêjkirin. Ev rew hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê psîkolojîk ve bandoreke giran dike.”
‘TÎPÊN Y Û S LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ NE’
Parêzer Yûsûf Erdogan anî ziman ku salên dawî hejmara girtîgehê bi ewlekariya bilind ên bi tîpên S û Y zêde bûne, ev yek jî sîstemeke nû ya tecrîdê bi xwe re tîne û got, “Li van girtîgehan mehkûm li hucreyên yek kesî yan jî du kesî têne ragirtin. Di asta herî nizm de têkiliya wan bi mehkûmên din an jî karmendan re heye. Qadên hevpar bi qasî ku nîne kêm e. Cihê standina hewayê bi şêweyê ‘tîpa bîrê’ hatiye çêkirin, tav lê naxe. Ji aliyê mîmarî ve li dijî rûmeta mirovahiyê ne.”
BERSIV JI DAXWAZÊN JINAN RE NAYÊ DAYIN
Erdogan ragihand ku mehkûmên jin demeke dirêj e dixwazin kamerayên li cihên taybet bêne rakirin, lê belê hîn jî bersiv ji vê daxwaza wan re nehatiye dayin. Her wiha anî ziman ku pêwîstiyên taybet ên jinan bi rengekî bê pere û bi rêk û pêk bi cih nayên anîn, li girtîgehên zarokan jî zarok ji xizmetên perwerde, piştgiriya civakî û psîkolojîk bêpar têne hiştin.

