Duşem, 26 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li herêma Saratov a Rûsyayê çalakiya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîr û Denîzliyê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Sengeserê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Êrîşa li ser Rojava, komployeke berfireh a li dijî Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêzî 200 ciwanên dixwazin derbasî Rojava bibin li deriyê Sêmalka tên astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Guhbel a Şengalê ji bo Rojava meşa piştevaniyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê meşa piştevaniya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Abdî bi Bafil Talabanî re axivî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bang hate kirin ku medyaya şerê taybet li Başûr were qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK Skandînaviya ji bo Rojava banga hevgirtinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Li Rojava îradeya jinên azad hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê bazin diyarî kesên ku tevlî alîkariyê dibin dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Pirtûka ‘Rêya Azadiyê te Dayikên Kurdan- Jinên Kurd Vedibêjin’ derket
Çand û Hûner

Pirtûka ‘Rêya Azadiyê te Dayikên Kurdan- Jinên Kurd Vedibêjin’ derket

Pirtûka bi navê ‘Ozgurluk Yolun (Rêya Azadiyê – Dayikên Kurdan’ ku serpêhatiyên dayikên Kurd, yên ku yek ji dînamîkên herî girîng ên Tevgera Jinên Kurd ku di nava têkoşîna zêdeyî 50 salî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd de teşe girtiye, vedibêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiyê ya Kurd, di dîroka xwe ya 50 salî de, bi serkeftineke ku di têkoşîna şoreşgerî ya cîhanê de kêm tê dîtin, vejîna jinên Kurd ên ku dihat xwestin bên tunekirin, pêk anî.

Têkoşîna dayikên Kurd ên ku di temenê biçûk de hatine zewicandin û ti mafê wan ê axaftinê tunebûye, bi şêwazekî ku di dîroka tevgera şoreşgerî ya cîhanê de mînaka wê nehatiye dîtin, hem gihîştiye asteke ku rê dide Tevgera Azadiyê ya Kurd, hem jî têkoşîna şoreşgerî ya cîhanê û tevgera jinên cîhanê.

Îro, ev rastiya ku ji aliyê cîhanê ve hatiye qebûlkirin, hîna jî tê hewl dayîn ku bê fêmkirin. Dema ku hîn jî mirovên li çar aliyê cîhanê li ber tunebûnê ne, tê nîqaşkirin ka çawa jinên Kurd ên ku rabûne ser piyan, îro bûne yek ji pêşengên tevgera şoreşa cîhanê û tevgera jinan.

Nivîskar Gulçîçek Gunel Tekîn, li dû rewşa ku bi salan berê pê re rû bi rû maye û gotiye “Min di xewna xwe de jî bidîta bawer nedikir”, çawa pêşengiya jinên ku hatine înkarkirin, ji wan pirsî û li bersiva van pirsan geriya. Pirtûka bi navê ‘Ozgurluk Yolun-Dayikên Kurdan: Jinên Kurd Vedibêjin” ku bi etîketa Weşanên Belge hate weşandin, bû xebateke ku li bersiva pirseke wiha geriya.

‘DÎTINA JINÊN KURD DI QADA MÎTÎNGÊ DE GELEKÎ LI MIN BANDOR KIR’

Nivîskar Gulçîçek Gunel Tekîn, got “Dema min jinên Kurd li qadê dît, gelekî li min bandor kir” û ji ANF’ê re vegot ka fikra pirtûk derxistinê çawa derketiye holê û têkoşîna jinên Kurd çawa dîtiye.

Gulçîçek Gunel Tekîn wiha got: “Ez mamosteyek im. Berî nivîsandina vê pirtûkê, min ne bi Tevgera Jinên Kurd re, bi tevahiya tevgera jinan re, bi rêxistin û lêkolînên li ser azadiya jinan re eleqedar dibûm û tevlî hemû çalakiyên li ser vê mijarê dibûm.”

Gulçîçek Gunel Tekîn : “Wê demê ez li Îzmîrê dimam. Ez yek ji wan kesên yekemîn im ku piştî 12’ê Îlonê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi xwe organîze kir. Bi pêşketina Tevgera Azadiyê ya Kurd re, min tiştek dît ku min di xewna xwe de jî bidîta bawer nedikir. Li Îzmîrê mîtîngeke HADEP’ê hebû; ez çûm wir, min dît ku dayik bi tilîlî û dirûşmeyan hatin qadê. Ew yek gelekî li min bandor kir.

Piştî wê min dest bi eleqedariya bi mafên jinan û her tiştê jinan kir. Min got: ‘Ez ê bi van dayikan re hevpeyvînan bikim. Çawa siyasî bûn, çawa tên vê qadê? Ji ber ku ez ji Hezoya ser bi Êlihê vê me; malbata min Kurd e. Ango ya ku min dizanibû û didît, derketina jinê ji malê ne mimkûn bû.

Wê demê dev ji jinan berde, heta mêr jî bi siyasetê re eleqedar nedibûn. Partî dihatin, bi kesê ku li wir jêhatî bû re diciviyan, li hev dikirin. Di hilbijartinekê de Partiya Edaletê, di hilbijartinekê de CHP. Ji kîjan re li hev bikin, deng didan wan û ji bilî wê dengdayîna wan ne mimkûn bû. Dema deng bidana jî ji malbatê dihatin avêtin. Ango rewşeke wiha hebû. Kesî siyaset jî nedizanî; jixwe Tirkî nedihat zanîn.”

‘MIN LI YÎBO’YÊ XWEND, DI ZAROKATİYÊ DE MIN ASÎMÎLASYON JIYAN KIR’

Gulçîçek Tekîn anî ziman ku dema cara yekem jinên Kurd li qadê dît, gelekî bandor bûye, û got ku wê jî li YÎBO’yan xwendiye û di temenê biçûk de asîmîlasyon nas kiriye, wiha dewam kir: “Dema min jinên Kurd li qadê dît, gelekî li min bandor kir û min ev biryar da. Min li Cizîrê bi dayikan re dest bi hevpeyvînan kir; ji ber ku Cizîr yek ji cihên herî bihêz ên tevgera siyasî bû. Bi rastî jî ez cara yekem ji bo konferansa ziman çûbûm Cizîrê. Min êşa herî mezin dîtibû. Dema ez çûm Dibistana Herêmî ya Şevînê ya Hezoyê, min bi sê peyvên Tirkî dest pê kiribû û zimanê me yê zikmakî li me hatibû qedexekirin.

Eşîra min eşîra Kurd bû lê zimanê min ê zikmakî Erebî bû. Lê li wir Erebî, Kurdî û her tiştê li ser ziman hatibû qedexekirin. Bi wê ramanê pirtûka min a ewil ‘Zimanê me hebûna me ye, Zimanê me nasnameya me ye’ hat weşandin. Wê gelekî bal kişand.

Ez li Îzmîrê bûm bûka Tirkmenan. Jinên li wir jî ji jinên Kurd ne cuda bûn. Li wir jî çi ku mêran dikir ew bû; axaftin, desthilatdarî û biryar ya mêran bû. Ji ber vê yekê ez bi mafên jinan re têkildar bûm.

Dema ez ji bo konferansê hatim Cizîrê, dayikan gelekî li ser min bandor kiribû. Min bi wan re dest pê kir û gihîştim tiştên awarte. Min guhdarî kir ku dayikan di çi temenî de zewicîne, gelo kesên ku pê re dizewicin nas dikin an na -ku hemû di navbera 9-12 salî de hatibûn zewicandin- û di wê malbatê de çi jiyane. Min pirsî ka çawa siyaset nas kirin, çawa derketin qadan.”

‘ŞANSA HERÎ MEZIN A GELÊ KURD, TEVGERA AZADIYÊ YA KURD E’

Gulçîçek Tekîn bal kişand ser wê yekê ku têkiliya dayikên Kurd bi siyasetê re, piştî ku zarokên wan tevlî gerîla bûn dest pê kiriye, anî ziman ku paşê dayikan mafên xwe jî naskirine û têkoşîn domandine, û wiha dewam kir:

“Bûyera ku wekî dayikê herî zêde li min bandorkir, di pêvajoya HADEP’ê de qewimî. Hevjînê  dayikekê diçe partiyê; hevjînê wê jê re dibêje ‘Were partiyê’. Dayik dibêje ‘Ez nayêm, şerm e’ û naçe. Lê gava kurê wê diçe gerîla; wê demê dayik ji bo piştgiriya kurê xwe diçe partiyê. Berî ku kurê wê nebe gerîla, dayîk têkildarî tu tişteyî nabe. Piştî ku diçe partiyê, dibêje: ‘Ez ji bo kurê xwe çûm partiyê lê ez li wir mafên xwe hîn bûm.’

Sî sal berê min ev di xewna xwe de jî bidîta jî bawer nedikir. Min bawer nedikir ku jineke Kurd wê siyasî bibe, derkeve qadan, li ber mêran tevlî çalakiyan bibe, bibe parlamenter an jî şaredar. Ev yek gelekî li ser min bandorkir.”

Gulçîçek Tekîn got ku şansa herî mezin a gelê Kurd Tevgera Azadiyê ya Kurd e, û wiha got: “Hatina jinên Kurd ji wan rewşên awarte ber bi rewşa rêxistinî ya niha ve girîng e. Li gorî lêkolînên ku min heta niha kirine, sedema herî girîng a vê yekê, dibe ku şansa herî mezin a gelê Kurd, nêrîna azadîxwaz a Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo jinan e. Girîngiya ku dide jinên Kurd, vekirina riya jinên Kurd û têkoşîna wê ya îdeolojîk ji bo azadkirina ne tenê Kurdan, lê belê hemû gel û baweriyan bêyî ku heta niha tiştek winda bike, berdewam dike. Girîngiya ku dide jinê û derxistina wê ya pêş, yek ji faktorên herî girîng e.”

‘GUHERÎNÊN MIN DI PÊVAJOYA PERWERDEHÎ DE JÎ GIRÎNG BÛN’

Gulçîçek Tekîn anî ziman ku di salên lîseyê de ji ber serkeftinên xwe çûye Dibistana Mamosteyan a Bilind a Enqereyê, li wir bi bandora derdora xwe demekê xwe wek ‘ulkucu’ pênase kiriye, lê paşê guherînên mezin jiyaye û bi nasnameya xwe re rû bi rû maye, û wê pêvajoyê wisa vedibêje: “Piştî ku ez li Îzmîrê bûm bûka Tirkmenan, min li Lîseya Odemîşê kar kir. Min li Dibistana Mamosteyan a Wanê xwend, ji ber ku ez serketî bûm, ez çûm Dibistana Mamosteyan a Bilind a Enqereyê. Li wir mamosteyên me bi giştî çepgir bûn. Mamosteyê te çi be, tu jî dibî ew.

Ji sedî heştê Dibistana Mamosteyan a Bilind a Enqereyê MHP’î bûn. Em wek ‘hevalên me yên ulkucu’ didan nasîn. Birayên me bûn, xwişkên me bûn. Di pirtûkên ku min dixwendin de dihat nivîsandin ku Kurd bi eslê xwe ‘Oz-Tirk’ in. Min jî digot ‘Tirkên bingehîn em in’. Me marş digotin. Ez wek ulkucu mezûn bûm.

Em hemûyan di sala 73’an de beşdarî ezmûna zanîngehê bûn. Hevalan ji min pirsî, ‘Gulçîçek, bersivên pirsan dane te?’ Mixabin pirs hatibûn dizîn û belav kirin lê nedabûn min.

Wê demê hevalên çepgir ji min re digotin: ‘Gulçîçek, tu çiqasî jî bibêjî ez rastgir im, tu çiqasî jî bibêjî ez ulkucû me; ev te nakin nava xwe, ji ber ku tu Rojhilatî yî.’ Dema dizîna pirsan eşkere bû, ezmûn hate betalkirin. Yekemîn şikestin ango veguherîna min ew bû.

Ya diduyan jî, dayika min ji bo ku ez li navçeya me mamostetiyê bikim gelekî girî. Em li lojmanan dima. Li wir astsubayekî Bolûyî hebû. Wê demê di nav Kurdan de pevçûn hebûn; di navbera malbatan de jî pevçûn çêdibûn. Jina astsubay hat û got: ‘mêrê min got, pevçûn çêbû; sê Kurd kêm bûn, min çi jê dayika wan kiro.’ Dema şikestina duyemîn jî ev bû.

Dema ez li Îzmîrê bûm bûk, ez her tim rastî heqaretan dihatim; wek ‘Kurdên Pîs, Kurdên Kiro’. Dayika min a rehmetî di telefonê de gotibû: ‘Keça min, ya ku gawirên Amerîkî li me nekir, ev li me dikin.’ Ew jî gelekî li min bandorkiribû.

‘TE HER TIŞT JI MIN RE GOT, ÊDÎ EZ DIKARIM BIMIRIM’

Gulçîçek Gunel Tekîn anî ziman ku dayikên Sakîne Cansiz û Sema Yûce herî zêde li wê bandorkirine, anî ziman ku hîna jî bandora mirina dayika bi navê Ayşe Gezîcî 15 roj piştî ku her tişt jê re gotiye, dijî û wiha domand: “Li Wanê, Hevşaredarê Wanê got: ‘Mamoste Gulçîçek, were em te bibin cem dayikekê, pê re hevpeyvînê bike.’ Ez çûm, min dît ku dayikeke nexweşê nivînan bû; li ser serê wê kesk û sor û zer hebû. Min pirsî, wê vegot. Ew jin bi tevahî deryayek bû.

Dema ku hevpeyvîn qediya, dayikê got: ‘Te her tişt ji min re da gotin, êdî ez dikarim bimirim.’ 15 roj piştî ku ez jê veqetiyam, me agahiya mirina dayikê girt. Navê wê Ayşe Gezîcî bû.

Dayika Sakîne Cansiz li min bandorkiribû. Ew her tim digirî, her tim li xwe dida. Wê digot, ‘Ax me ew fêm nekir, ax me guh nedayê, min bi wê re şer dikir, min derî lê vedikir, min digot tu naçî.’

Her wiha dayika Sakîne jî hebû; me bi wê re êvarê dest pê kir, heta sibehê domand. Zarokên wê jî şehîd bûbûn. Wê jî gelekî li ser min bandorkiribû. Min bi 64 dayikên wiha re hevdîtin kir.

Heke îro siyaseta Kurd ewqasî gaveke pêş de avêtiye, ez eşkere bibêjim: Ya yekem Tevgera Azadiyê ya Kurd, ya duyemîn Tevgera Jinên Kurd, ya sêyemîn jî tevgera zarokên Kurd e. Heke îro gelê Kurd ewqasî siyasî bûye, li gel ewqas zext, zilm û polîtîkayên tunekirinê li ser piyan maye û bandor li tevahiya cîhanê kiriye, lingên wê yên herî girîng ev in.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TJK-F’ê kampa jin û zarokan li dar xist
Nûçeya Pişt re YE rakirina guhertina saetê xiste rojeva xwe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Beriya Trump Arakçî diçe Siûdî û Qatarê

Hate ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî wê beriya serdana Serokê DYE'yê…

Ji aliyê Stêrk TV

GOÇ-DER: Divê Kurdên bi zorê ji cih û warê xwe bûne, karibin li warê xwe vegerin

Komeleya Lêkolîn û Şopandinê ya Koçê ya Mezopotamyayê (GOK-DER) xwest, piştî banga Rêber Apo bingeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên windayan edalet xwestin

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li pênc bajaran çalakî li dar xistin û li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Stenbolê çalakiya Rojava: Her der berxwedan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 3 navçeyên Stenbolê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hunermendên NÇM’ê ji bo Rojava bang kirin: Bêdengî hevkariya sûc e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Demirel: Dema ku li Rojava şer bidome, li Tirkiyeyê aştî ne pêkan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?