Pisporên serbixwe yên mafên mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bertek nîşanî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî dan.
Mai Sato, Morris Tidball-Binz, Reem Alsalem, Nicolas Levrat, Gina Romero, Irene Khan, Laura Nyirinkindi, Claudia Flores, Dorothy Estrada Tanck, Ivana Krstic û Haina Lu yên daxuyanî dan, gotin: “Cezayê darvekirinê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan e.”
Daxuyanî wiha berdewam kir: ”Girtin û cezakirina Ezîzî piştgirîdayina penaberên Iraq û Sûriyeyê jî di nav de ji ber karên rewa yên pisporî ye.”
Pisporên mafên mirovan bi bîr xistin ku hin endamên malbata Pexşan Ezîzî jî bi awayekî demkî hatine binçavkirin û zext li wan tê kirin.
Di daxuyaniya pisporan de hat destnîşankirin ku ew bi rayedarên Îranê re di nava têkiliyê de ne û divê cezayê li Pexşan Ezîzî bê betalkirin.
Pisporan ev tişt anîn ziman: “Ji ber ku çalakvanên jin ên Kurd bi taybetî bi tometên siyasî tên hedefgirtin, ev yek me dixe nava firan. Dadgehkirina Ezîzî nîşan dide ku zext û zordariya li dijî çalakvanên jin ên kêmnetewe yên li Îranê zêde dibe û ji bp metirsiyê ava bikin û bêdeng bikin ceza li wan dibirin.”
Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî Emîr Reîsiyan di daxuyaniya xwe ya roja 8’ê Çileyê de ragihandibû ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî erê kiriye.
Pexşan Ezîzî di 23’ê Tîrmeha 2024’an de hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.