Sêşem, 23 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kenanoglû: Di nava 3 mehên destpêkê de gavên qanûnî dikarin bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê serdana EMEP’ê kir: Misogerkirina aştiyê bi hiqûqê pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna nivîsandinê ya komîsyona meclisê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Serokê Meclîsê û koma nivîsandina raporê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi EMEP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Berfîn Nûrheq li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana piştevaniyê ya rêxistinên Elewiyan ji bo malbatên Roboskiyê: ‘Êşa me yek e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê dayikan li ser gora zarokên xwe daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên şehîd Egîd Sîncar û Cernas Şemerî li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrişa Îranê de kolberekî Kurd birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên têkoşînê yên sala 2023’an bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiyên Parîsê: TJK-E’yê banga tevlîbûna çalakiyên bîranînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê êrişa li hemberî Leyla Zana şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star li Efrînê qetilkirina jina ciwan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava salekê de 971 serlêdanên tundiyê: Karê li qadê wê zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li hemberî rûmeta jinan û gelê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Piştî Baasê saleke Sûriye û Rojava
Rojava

Piştî Baasê saleke Sûriye û Rojava

Di sala 2025'an de ku bêyî Baasê destpê kir, gelên Sûriyeyê ji aliyê maf û azadiyê ve li benda gelek gavên erênî bûn, lê belê nêzîkatiyên antî demokratîk ên HTŞ'ê kir ku li welêt xwîn bi dewamî birije.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 23 dq.
Parvekirin

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hilweşîna rejîma Baas re bi êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê dest bi sala 2025’an kir. Li dû hilweşîna rejîma Baasê dewleta Tirk hewl da qada xwe ya dagirkirî ya li Sûriyeyê berfireh bike. Bi vî rengî berê komên xwe yên çete da herêmên Kurdan.

Di dema qewimîna van bûyeran de ku dawiya sala 2024’an rû dan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo parastina gelê Minbicê bi lihevkirinekê ji Minbicê vekişiyan. Çeteyên dagirker ku ji aliyê dewleta Tirk ve dihatin birêvebirin, hewl dan ji Çemê Firatê derbas bibin û bikevin nava herêmên din ên Rojava; lê belê li berxwedana hişk a QSD’ê rast hatin.

Şerê li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê zêdeyî meh û nîvekê dewam kir. Di vê dosyayê de em ê cih bidin panoramayeke giştî ya sala 2025’an a li Sûriye û Rojava.

ÇILE

Roja destpêkê ya sala 2025’an bi şerekî giran destpê kir.

Di 4’ê Çileyê de dîmenek hate weşandin, ku tê de nîşan dida ku du jin hatin înfazkirin. Di dîmen de kesê ku ‘hikum’ beriya înfazkirina jinan dixwend, di rêveberiya veguhêz a li Şamê de ew kes e ku weke ‘wezîrê edaletê’ wezîfeyê dike.

Di 7’ê Çileyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku eger Bendava Tişrînê bêkêr bibe wê felaketeke mezin rû bide û bang li gel kir ku çalakiya şermezarkirinê lidar bixe.

Di 8’ê Çileyê de bi banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bi hezaran kesî berê xwe dan Bendava Tişrînê.

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên 19’ê kanûna 2024’an di êrişa SÎHA ya dewleta Tirk de di dema şopandina nûçeyê de şehîd bûn di 11’ê Çileyê de li Qamişloyê bi merasîmekê hatin veşartin.

Di 14’ê Çileyê de nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rayedarên payebilind ên Îngiliz re rûniştin. Bi Parlamenterê Partiya Demokratîka Fedearl a li Îngilistanê Sammy Wilson, nûnera Partiya Muxafazakar Caroline Dinenage û siyasetmedar û dîplomatê berê Lord Jay re hevdîtin hate kirin.

16’ê Çileyê fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji bo hevdîtina bi aktorên siyasî yên Kurd re çû Hewlêrê û bi lîderê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Mazlûm Ebdî di hevdîtinên li Hewlêrê de işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kir.

Heman rojê gel li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwedîderketina li Bendava Tişrînê daket qadan.

18’ê Çileyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Bendava Tişrînê hunermendê Kurd Cuma Xelîl ku bi navê Bavê Teyar dihate naskirin birîndar bû û 19’ê Çleyê şehîd bû.

19’ê Çileyê fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ragihand ku ew amade ne hê zû saziyên xwe entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyeyê bike.

28’ê Çileyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di êrişên du rojên dawî yên dewleta Tirk a dagirker de bi giştî 14 sivîl hatin kuştin, 29 sivîl jî birîndar bûn.

Di heman rojê de heyeta Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Siwêdayê serdana yek ji kesayetên sereke yê xelkê Durzî Şêx Hîkmet El Hîcrî kir.

29’ê Çileyê lîderê HTŞ’ê Ebû Mûhammed Colanî xwe weke serokdewletê Sûriyeyê ragihand.

Di 31’ê Çileyê de Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) diyar kir ku yek ji payebilindên baskê Sûriyeyê yê El Qaîdeyê Hurras El Dîn, Mûhammed Salah El Zubeyîr li Sûriyeyê hatiye kuştin.

SIBAT

4’ê Sibatê Colanî li Enqereyê bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir.

5’ê Sibatê Dadgeha Gelan a Rojava têkildarî sûcên delweta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Brukselê destpê kir.

Di 6’ê Sibatê de heyeta dadgehê beriya biryara Dadgeha Gelan a Rojava dauxyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk bi rêk û pêk bi armanca qirkirinê sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê kiriye û bang li civaka navneteweyî kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

15’ê Sibatê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de jiyan sekinî.

Heman rojê di bombardûmana dewleta Tirk a li ser Bendava Tişrînê de rojnamevan Egîd Roj hate kuştin.

Di 17’ê Sibatê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, MSD û QSD li hev civiyan û pêvajoya diyalogê ya bi rêveberiya Şamê re nirxandin.

25’ê Sibatê Rêveberiya Xweser ragihand ku Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê gelê Sûriyeyê temsîl nake û got, “Em parçeyekî Sûriyeyê ne û nayên temsîlkirin. Em ji naveroka kongreyê nerazî ne, em ê nebin parçeyek ji bicihanîna encamên wê.”

Di 26’ê Sibatê de Meclîsa Jinan a Sûriyeyê ragihand ku Kongreya Neteweyî ya Sûriyeyê rewa nîne û ew ê encamên wê qebûl nekin.

Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a dîrokî kir.

ADAR

7’ê Adarê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li bajarên peravê yên Sûriyeyê di şer de ji hêzên ser bi HTŞ’ê 50, ji artêşa rejîma berê 45 bi giştî herî kêm 95 leşker hatin kuştin. SOHR’ê her wiha diyar kir ku li Lazqiyeyê 76, li Tartûsê 60, li Hamayê 6 bi giştî 142 sivîl hatin kuştin. Saziyê ragihand ku li rojavayê Sûriyeyê di êrişeke berfireh de hêzên Şamê 52 Elewî înfaz kirin.

Heman rojê nêzî 10 hezar Elewiyan xwe li gundên Elewiyan ên li Lubnanê girtin.

9’ê Adarê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bang li Colanî kir ku têkildarî êrişên li ser Elewiyan hesabê ji berpirsyaran bipirse. Ebdî komên ser bi dewleta Tirk û DAÎŞ ji êrişan berpirsyar nîşan da.

10’ê Adarê SOHR’ê diyar kir ku hejmara sivîlên Elewî yên hatin qetilkirin gihîşt 973 kesan.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokdewletê demkî yê Sûriyeyê Şara li ser ewlekirina mafên destûra bingehîn ên Kurdan, entegrekirina saziyên sivîl û siyasî li rêveberiya giştî û gelek sernavên krîtîk de li hev kirin. Ev peyman ku weke Mutabaqata 10’ê Adarê derbasî nava rûpelên dîrokê bû, weke girtina serdemekê li Sûriyeyê û vekirina demek nû hate şîrovekirin.

11’ê Adarê jî hikumeta veguhêz a li Şamê bi nûnerên civaka Durzî re peymanek îmze kir.

SOHR’ê diyar kir ku hejmara sivîlên Elewî yên hatin kuştin gihîşt hezar û 500 kesî.

Di 13’ê Adarê de danezana destûra bingehîn ji aliyê rêveberiya veguhêz a Şamê ve hate ragihandin ku li dijî Peymana 10’ê Adarê bû. Ev yek ji aliyê gelek derdorên civakî û siyasî yên li Sûriyeyê ve bi nerazîbûn hate pêşwazîkirin.

Di 18’ê Adarê de Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku di nava 100 rojên piştî hilweşîna rejîma Esad de herî kêm 4 hezar û 711 sivîl hatin kuştin, di nava wan de hezar û 805 sivîl bi rengekî bêdaraz hatin înfazkirin.

Heman rojê di çarçoveya karên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd de heyetên PYD û ENKS’ê li Hesekê li hev rûniştin.

19’ê Adarê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê û komîteyên rêveberiya veguhêz a Şamê de civîn hatiye lidarxistin.

21’ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya bi deh hezaran kesî Newroz hate pîrozkirin û banga çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

23’ê Adarê li Rojava Konfearnsa Jinên Kurd a yekemîn hate lidarxistin.

Di 29’ê Adarê de li Sûriyeyê ji aliyê rêveberiya Ehmed Şara ve hate ragihandin ku hikumeta nû ava bûye. Hemû derdorên li Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî vê hikumetê dan.

NÎSAN

Di 1’ê Nîsanê de di navbera Meclîsa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û rêveberiya veguhêz a Şamê de li ser statuya taxan peymanek ji 14 xalan hate îmzekirin.

Di 3’ê Nîsanê de di çarçoveya xala destpêkê ya vê peymanê de 146 endamên QSD’ê û 97 dîlgirtiyên Rêveberiya Şamê hatin berdan.

4’ê Nîsanê Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku ewlehiya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatiye kirin û hêzên xwe ji taxan vekişandiye.

Heman rojê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojbûna 76’an a Rêber Apo hate pîrozkirin.

Di 12’ê Nîsanê de di navbera QSD û rêveberiya Şamê de li Hesekê hevdîtineke din hate lidarxistin û endamên komîteyên pêvajoya diyalogê hatin eşkerekirin.

Di 14’ê Nîsanê de nûnerên 24 partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên li Kurdistanê li hev kom bûn û Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin.

18’ê Nîsanê bi beşdariya hêzên QSD û YPJ’ê li Kampa Holê operasyona ewlekariyê hate destpêkirin.

Heman rojê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn jî di nav de fermandarên QSD’ê û heyetek ji koalîsyona navneteweyî ji bo hevdîtinê çûn Bendava Tişrînê.

23’ê Nîsanê operasyona li Kampa Holê qediya û hate ragihandin ku 20 kesên têkiliya xwe bi DAÎŞ’ê re hebû hatin girtin.

Di 24’ê Nîsanê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re hevdîtin kirin û jinûve avakirina Sûriyeyê û yekîtiya Kurdan nîqaşkirin.

26’ê Nîsanê li bajarê Qamişlo yê Rojava bi beşdariya 400 delegeyî Konferansa Helwesta Hevpar û Yekîtiya Kurdan a Rojava hate lidarxistin û encamnameya wê hate eşkerekirin.

GULAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk em bi hev re 1’ê Gulanê pîroz bikin” hatin lidarxistin.

4’ê Gulanê heyetek ji nûnerên Vatîkanê serdaneke fermî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

5’ê Gulanê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku çalakiya nobedê ya 118 rojan a li Bendava Tişrînê ‘gel bi ser xistiye’ û ragihand ku çalakî bi dawî bûye.

9’ê Gulanê kujerê Hevrîn Xelef, Hatim Ebû Şeqra ji aliyê rejîma Şamê ve ji bo wezîfeyeke leşkerî hate wezîfedarkirin û ev yek bi çalakiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin.

11’ê Gulanê heyetek ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

14’ê Gulanê Serokê DYE’yê Donald Trump li Riyadê bi Serokkomarê veguhêz ê Şamê Ahmed El Şara re hevdîtin kir.

20’ê Gulanê li Qamişloyê bi sernavê “Yekîtiya Kurdan: Rêyên xurtkirinê û perspektîfên li ser paşerojê” komxebatek hate lidarxistin.

24’ê Gulanê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi Serokkomarê Hikumeta Şamê Ahmed Şara re hevdîtin kir.

Heman rojê Wezarta Xezîneyê ya DYE’yê ragihand ku pêkanînên li ser Sûriyeyê hatine sivikkirin.

29’ê Gulanê Sefîrê Bilindê DYE’yê yê li Tirkiyeyê Thomas Barrack bi Wezîrê Karên Derve yê Şamê Esad al Şeybani re li Şamê avahiya Sefaretxaneya Bilind a DYE’yê vekir.

31’ê Gulanê heyetek ji Rêveberiya Xweeser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtina bi rayedarên rêveberiya Şamê re çû paytexta Sûriye Şamê.

HEZÎRAN

1’ê Hezîranê heyetek bi serokatiya Hevserokê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Martin Schirdewan serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Heman rojê piştî hevdîtinên navbera heyetên Rêveberiya Xweser û rêveberiya Şamê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar haate dayin. Hate ragihandin ku ji bo lez ji karên bicihanîna xalên Peymana 10’ê Adarê bê dayin, nirxandin hatiye kirin.

Di 4’ê Hezîranê de piştî Konferansa Helwesta Hevpar û Yekîtiya Kurd a Rojava hevserok û endamên wê hatin eşkerekirin.

22’ê Hezîranê li Dêra Mar Îlyas a li Şamê di êrişa xwekuj de 25 kes mirin, 63 kes bi giranî birîndar bûn.

TÎRMEH

Di 1’ê Tîrmehê de Serokê DYE’yê Donald Trump biryarnameyek li ser fermîkirina rakirina pêkanînên DYE’yê yên li ser Sûriyeyê îmze kir.

Di 7’ê Tîrmeyê de DYE’yê HTŞ a di rêveberiya Sûriyeyê de ye ji lîsteya ‘rêxistina terorê’ derxist.

9’ê Tîrmehê piştî 26 salan peyameke bi dîmen a Rêber Apo ya ji 7 deqeyan hate weşandin. Bi vê kêfxweşiyê xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daket qadan û pîrozbahî kir.

14’ê Tîrmehê li bajarê Siwêda yê li başûrê Sûriyeyê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, hate ragihandin ku di şerê navbera qebîleyên Bedewî yên ser bi hêzên Şamê û şervanên xwecihî de 37 kes hatin kuştin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di 15’ê Tîrmehê de diyar kir ku li Siwêdayê 12 sivîlên ji xelkê Durzî ji aliyê hêzên Şamê ve hatin înfazkirin.

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî ku piraniya şêniyên wê Kurd in kete bin bandoreke giran a sotemeniyê.

Di 17’ê Tîrmehê de Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku ji ber êrişên hêzên hikumeta veguhêz li Siwêdayê li gorî bîlançoya nû zêdeyî 500 kes hatin kuştin.

18’ê Tîrmehê Meclîsa Leşkerî ya Siwêdayê diyar kir ku wan gelek nuqteyên stratejîk ên bajêr kontrol kirine û li hin herêman şer dewam dike.

19’ê Tîrmehê ji gelên Kurd, Ereb, Suryan-Asûrî û Êzidî bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyên salvegera 13’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûn. Di pîrozbahiyan de ruhê şoreşê, avakirina aştî û civaka demokratîk hate destnîşankirin.

20’ê Tîrmehê Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack got, “Bi dema Şamê saet di 17:00 û pê ve hemû aliyan li ser rawestandin û bi dawîkirina şer li hev kirin.”

TEBAX

QSD’ê di 4’ê Tebaxê de diyar kir ku komên çekdar ên ser bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê êriş birinn ser çar nuqteyên leşkerî yên li bejahiya Dêr Hafirê. Her wiha diyar kir ku li hemberî van êrişan wan mafê xwe yê parastina rewa bi kar anîne.

Li gorî rapora SOHR’ê di navbera 8’ê Kanûna 2024 û 6’ê Tebaxa 2025’an de herî kêm 9 hezar û 889 kes ji ber şer, înfaz û êrişan jiyana xwe ji dest dan.

8’ê Tebaxê Konferansa Helwesta Hevpar a Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê li hev kom bû. Di encamnameya konferansê de hate gotin, “Konferansê îradeya giştî ya hevpar, israra li ser avakirina Sûriyeyeke azad, demokratîk, pirrengî û nenavendî nîşan dide.”

Şehadeta yek ji pêşengên Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî hate ragihandin. Gelên Rojava fermandar Nûreddîn Sofî bi merasîmeke bi heybet spart axê. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî got, “Gel ji ber keda Nûreddîn Sofî ya di şoreşê de minetdar e. Em soz didin ku ala ku şehîdan hiştine em ê dewr werbigirin.”

Di 25’ê Tebaxê de Senatora DYE’yê û Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Jeanne Shaheen, Nûnerê DYE’yê Joe Wilson û Nûnerê Taybet ê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack bi heyetekê serdana Sûriyeyê kirin. Di serdanê de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Serokkomarê Hikumeta Veguhêz a Şamê Ahmed el Şara re du hevdîtinên cuda hatin lidarxisitn.

ÎLON

Di 1’ê Îlonê de SÎHA’yên dewleta Tirk a dagirker bombe li Bendava Tişrînê û derdora wê barandin.

1’ê Îlonê bi beşdariya bi hezaran kesî Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate pîrozkirin.

4’ê Îlonê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi Fermandarê CENTCOM’ê Brad Cooper re hevdîtin kir.

14’ê Îlonê Rêber Apo ji eşîrên Ereb ên li herêmên Cizîr, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re şand. Rêber Apo got, “Ez piştgiriyê didim tifa û xwişk-biratiya gelên Kurd û Ereb, ji bengeha xwe ya dîrokî heye.”

17’ê Îlonê Wezareta Karên Derve ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo başûrê welêt bi Îsraîlê re li ser ‘peymaneke ewlekariyê’ dixebitin. Şamê diyar kir ku wan çekên giran ji başûrê welêt kişandiye.

24’ê Îlonê Erdogan li Civata Giştî ya 80’emîn a Neteweyên Yekbûyî bi Ahmed El Şara re hevdîtin kir.

29’ê Îlonê heyeta Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Qraliyeta Yekbûyî bi Serokwezîr Keir Starmer re hevdîtin kir û peyama Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ragihand.

COTMEH

2’ê Cotmehê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê du rêyên ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtin.

5’ê Cotmehê hikumeta veguhêz a Şamê biryarnameya li ser rojên betlaneya fermî û bîranînê weşand. Di biryarnameyê de rojên bîranîn û pîrozbahiyan ên gelê Kurd û gelên Sûriyeyê ji nedîtî ve hatin.

6’ê Cotmehê Sefîrê Bilind ê DYE’yê yê li Enqereyê û Nûnerê Taybet ê ji bo Sûriyeyê Barrack bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Abdî re rûnişt.

7’ê Cotmehê ji heyeta Rêveberiya Xweser a çû Şamê Îlham Ehmed, Mazlûm Ebdî û Rohilat Efrîn ji Hikumeta Veguhêz Ahmed El Şara û Esed El Şîbanî re hevdîtin kirin.

9’ê Cotmehê salvegera komploya navneteweyî li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

10’ê Cotmehê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî got, “Komîteyeke leşkerî wê di demeke nêz de biçe Şamê û YAT wê li her herêma Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê şer bike.”

13’ê Cotmehê di navbear heyetên leşkerî û ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de hevdîtin hate kirin.

28’ê Cotmehê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi dirûşma “Avakirina komunê bingeha civakeke azad û demokratîk e” Konferansa Komunê ya Kantona Cizîr ya Yekemîn lidar xist.

Çeteyên DAÎŞ’ê meha Cotmehê 18 caran êriş bir ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. di êrişan de 5 şervanên QSD’ê û 2 sivîl şehîd bûn, 10 şervan û 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 2 sivîl birîndar bûn.

MIJDAR

1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek navendan bi coş hate pîrozkirin.

9’ê Mijdarê Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el Şara, piştî ku DYE’yê ew ji lîsteya terorê derxfist, ji bo serdaneke fermî çû Washingtonê.

19’ê Mijdarê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed li Dihokê bi Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.

20’ê Mijdarê Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5’emîn li bajarê Qamişloyê bi dawî bû.

25’ê Mijdarê bi wesîleya Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin û bi deh hezaran jin tevlî bûn.

28’ê Mijdarê li Hûmsê komeke ji motorsîkletan bi ala DAÎŞ’ê li nava kolanan geriya.

KANÛN

13’ê Kanûnê hêzên hikumeta veguhêz nuqteyên kontrolê û dewriyeyên li dora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde kirin.

14’ê Kanûnê Serokê Meclîsa Îslama Elewî ya Bilind a Dîasporayê û Sûriyeyê Şêx Xezal Xezal piştî bidawîbûna ‘greva rûmetê’ daxuyanî da û anî ziman ku desthilatdariya heyî paşerojeke ewle nade gelan û ji bo rêveberiyeke demokratîk û federal bang kir.

18’ê Kanûnê Komîteya Muzakereyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di mijara entegrasyona QSD’ê ya bi artêşa Sûriyeyê re lihevkirina pêşî pêk hatiye û têkildarî rêvebirina saziyan detay têne nirxandin.

Heman rojê Kongreya DYE’yê pêşnûmeya ku rakirina pêkanînên li ser Sûriyeyê radigihîne, qebûl kir.

22’ê Kanûnê komên çekdar ên ser bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê êriş birin ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Di êrişan de jinek hate qetilkirin, 6 sivîl jî birîndar bûn. Balkêş bû ku êriş di wê rojê de hate kirin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan serdana Şamê kiribû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komîsyona Jinan a KNK’ê: Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e, ne bi tenê ye!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK’ê şehîdên Helebceyê bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da û şehîdên Helebceyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revand, aqûbeta wan nayê zanîn

Dewleta Tirk a dagirker li navenda Efrînê û navçeya Racoyê 2 kes revand.

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şervanê QSD’ê El Esaf hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Esaf Mihemed El Esaf yê di 20’ê Adara 2024’an de şehîd bibû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Komîsyona Jinan a KNK’ê: Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e, ne bi tenê ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kenanoglû: Di nava 3 mehên destpêkê de gavên qanûnî dikarin bêne avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Em xwedî hêz in ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD: Hêzên hikûmeta demkî gefê li jiyana sivîlan dixwe 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?