Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer ne tenê têkoşîneke li ser xakê ye, di heman demê de veguheriye qadeke welê ku nasname û aîdiyet lê gihîştine hev, bi taybetî jî rola jinê ya li nava civakê lê tê tecrûbekirin.
Êrişên tinekirinê yên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ), DAÎŞ û komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdên li Sûriyeyê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn û sûcên şer ên van koman ên li hemberî jinan dewam kirin.
Çîroka Narîn Axîn di nava şerê tevlîhev ê li herêmê de yek ji mînakên balkêş ên berxwedana jinê, şerê nasnameyan û veguherîna civakî ye. Narîn a ji bajarê Minbicê, weke şervaneke jin a Ereb qalibên kevneşop red kir û tevlî nava Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) bû. Hem têkoşîna azadbûna xwe hem jî binpêkirinên giran ên li hemberî jinên li herêmê radixe pêş çavan.
Di şerê dawî de yê li herêmê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê, DAÎŞ û komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyeyê di şer û êrişan de li dijî jinan binpêkirinên giran kirin. Dîmenên vê yekê jî belav bû û li nava raya giştî bû sedema nerazîbûneke mezin.
Narîn Axîn û hevala wê Amara Întîqam du şervanên jin ên Ereb ên ji Minbicê ne. Meha Çileyê li Dêrazorê dîl hatin girtin. Di dema dîlgirtinê de dîmen hatin parvekirin û di dîmenan de dihate îdîakirin ku wê weke ‘diyariyê’ pêşkêşî Ebû Mucahîd bêne kirin.
Narîn Axîn sala 2022’an biryar da ku tevlî nava refên YPJ’ê bibe û ev biryar jî weke werçerxeke diyarker a jiyana xwe pênase dike. Anî ziman ku bi îradeya derketina li derveyî qalibên kevneşop wê ev gav avêt û bi vê gotinê qala wê pêvajoyê kir, “Ji bo feraseta kevneşop û şêweyê jiyanê yê li min dihate ferzkirin bişikînim, min xwest bibim şervanek ku welatê xwe diparêze.”
Narîn diyar kir ku ev tevlîbûn ji bo wê jinûve pênasekirina xwe bû û di nava YPJ’ê de derfet dît ku xwe nas bike û nasnameyeke nû ava bike.
Axîn destnîşan kir ku wê li nava refên YPJ’ê ji xwe re qadeke nû dît, li vê derê ne tenê leşkerî lê di heman demê de veguherîneke şexsî jî pêk anî. Narîn ku piştre ji bo parastina jinên li herêmê li Dêrazorê hate wezîfedarkirin, qala wê demê kir:
“Piştî çûm Dêrazorê bûyer gelekî bi lez qewimîn. Ji aliyê eşîran û komên çekdar ên ser bi hikumeta demkî ve dîl hatim girtin. Ez jî Erebek bûm lê belê ji aliyê gelê xwe ve dîl hatim girtin. Di dîmenên dema dîlgirtinê de her kesî dît bê em çawa weke ‘Diyariya ji bo Ebû Mucahîd’ hatin pênasekirin.”
Narîn di nava du mehên dîlgirtinê de berxwedana xwe ya navxweyî dewam kir û got, “Ji wan hebû ku wê me bişikînin, wate û îadeya jinê tine bikin. Lê nexêr. Rojên ez li zindanê bûm min timî ev got: Ez ê ji vir derkevim û vegerim cihê ku min xwe lê dît, vegerim nava refên YPJ’ê. Min hêviya xwe ti carî ji dest neda.”
Narîn 19’ê Adarê bi pevguhertina dîlgirtiyan weke sê şervan bi giştî 7 jin azad bû. Jinûve xwegihandina hevrêyên xwe jî weke ‘Yek ji kêliyên herî kêfxweş ê jiyana xwe’ pênase kir.
Narîn Axîn niha bi kincê xwe yê lekşerî careke din li nava refên YPJ’ê ye û peyameke xurt da jinên têkoşer hemûyan: Siyasî, sivîl an jî leşkerî… ez ji jinên têkoşer hemûyan re dibêjim: Baweriya we ya ji xwe bila xurt be. Di dîlgirtian min de hinekan ji bo min digotin ‘diyarî’, lê belê vaye îro li pêşberî we me; bi kincê xwe yê leşkerî, bi serbilindî û xurt.”

