Hacer Xelîl Yusuf, piştî sê salên têkoşîna gerîla û 30 salên berxwedana zindanê Rojavayê ku vegeriya, di derbarê pejirandina rastiya dagirkirina Efrînê de got: “Hîn jî ez xwe bê nefes hîs dikim. Em ê tolhildana zindanê bi vegereke bi rûmet a Efrînê hilînin.”
Hacer Xelîl Yusuf, ku sala 1970’î li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, di nava malbateke welatparêz de bi saya Apogeran di temenekî biçûk de Tevgera Azadiya Kurd nas kir. Di 14-15 saliya xwe de dest bi xebatan kir, piştî demekê tevlî PKK’ê bû û sala 1992’yan çû Akademiya Mahsum Korkmaz a li Bekayê. Piştî girtina akademiyê, biryara vegerê bo welat hat dayîn û ew çû Heftanînê. Piştî şerê li wir destpê kir, çû herêma Botanê û nêzî sê salan li herêma Omeriyayê ma. Di Cotmeha 1995’an de li navçeya Hezex a Şirnexê ji ber îxanetekê dîl ket.
MEHEKÊ DI BIN ÊŞKENCEYÊ DE MA
Hacer Xelîl Yusuf, ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku di dîroka Kurdistanê de her tim xeta berxwedanê û xiyanetê heye. Wê derbarê piştî dîlgirtinê de wiha got: “Dema di binçavê de bûm, mehekê êşkence li min hat kirin. Dema wan pirsî ‘te çawa sînorên mayinkirî derbas kir?’, min bi hemû baweriya xwe bersiv da: ‘Kesê ku bixwaze, li ser erdê yan jî binê erdê, bêguman rêyekê dibîne û tê.’ Ji ber vê bersivê, diranên min şikandin. Wê gavê min ji xwe pirsî ev tundî tê çi wateyê. Bêguman min bersiva vê pirsê paşê di zindanê de fêm kir. Bersiva min wê demê dihat wateya ‘sînorên we ji bo me bêwate ne’ bû.”
ŞOREŞGEREK DI ZINDANÊ DE ÇAWA DIJÎ?
“Berxwedana gerîla ya li çiyayan, di zindanan de jî berdewam kir. Gava ez ketim zindanê, min digot ‘şoreşger di zindanê de çawa dikare bijî?’ şoreşger nikare vê yekê qebûl bike; lê bi demê re me fêm kir ku divê em çawa li ser piyan bimînin, çawa wateyê bidin jiyanê, çawa layiqî kedên Rêbertiyê û fedakariya şehîdan bin. Tiştê herî girîng, fêmkirina çawa li ser piyan bimîne bû. Dayîna wateyê ji jiyanê, berçavgirtina kedên Rêbertiyê, çawa fêmkirina Tevgera Azadiya Kurd dê bibe daîmî û fikirîna çawa em ê xwedî li mîrasa berxwedana zindanan derkevin, her tim rêberî kir. Me her tim jiyan bi nirxên hatiye afirandin bi bîr dianî.”
30 SALAN GELEK CARAN SIRGÛN
“Piştî dîlgirtinê, ez birim zindana Amedê û du salan li wir mam. Piştre di Tîrmeha 1997’an de ji bo zindana Mîdyatê, ku 14 salan lê mam, hatim sirgûnkirin. Di greva birçîbûnê ya 2012’an de, di 21’ê Kanûnê de li gel 10 hevalên jin ji bo Gebzeyê hatim sirgûnkirin û 8 salan li wir mam. Sala 2021’ê ji bo Kayseriyê hatim sirgûnkirin; piştî nêzî çar sal û nîvan ji zindanê derketim. Piştî berdanê, çar rojan di kampa biyaniyan de hatim girtin; di roja 5’an de li sînorê Sûriyê hatim berdan û malbat ez pêşwazî kirim, paşê jî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûm.”
ÊŞ DIKARE BIBE HÊZEKE BIRÊXISTINKIRÎ
Hacer Xelîl Yusuf diyar kir ku di dema zindanê de ji Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1999’an heta dîlgirtina Rêber Apo (15’ê Sibatê) û çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” gelek qonax pêşwazî kirin û got: “baweriya bi têkoşînê re, mirov dikare êşa xwe bike hêzeke birêxistinkirî. Dayîna wateyê ji jiyanê di nav dîwarên zindanê de bi serê xwe berxwedanek e. Fêmkirina berxwedana Mazlum, Kemal, Xeyrî, ‘Şeva Çaran’ û Sakîne Cansiz a ku di destpêka partiyê de pêşenga têkoşîna jinan bû, bi wan re jiyan e. Erê, tu di zindanê de yî; lê dil û ruhê te dikare li cihê ku tu dixwazî be. Têkoşîn jiyanek herikbar e. Pêşî hezkirin, paşê watedan û piştî watedanê jî têkoşîna pêwîst dayîn hewce ye.”
33 SAL DÛRBÛNA MIN WEK XETA FÎLMÊ DERBAS BÛ
Piştî 30 salên dilîtiyê, wê li ser axa xwe yekem car şoreşa bi pêşengiya jinan dît û hestên xwe wiha anî ziman: “Dema ez diçûm Rojava, di rêwîtiya Helebê de, 33 salên dûrbûna min ji axa min wek fîlmek li ber çavên min derbas bû. Şoreşa Rojava ji bo min cihê şahî û rûmetê bû; di heman demê de rewşek pir hestyarî bû. Mînak, dema ez yekem car hatim, di erebeyê de min li derdorê dinêrî; wekî daran, ax, kevir, malên wêrankirî û gel di derbarê şoreşê de tiştekî ji min re digotin. Dîtina wêneyên Rêber Apo li ser axa min hestek din e; dema ez ji ber şehîdan re derbas dibim, bi rêzdarî serê xwe ditewînim, ji ber ku ev hemû nirx bi ked û xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Ez spasiya hemû kedkaran dikim. Ji bo jiyana ku wan afirandiye û şertên ku wan peyda kirine, em ê ji bo Sûriyeke demokratîk, Kurdistana azad û gelên ku li van axên pîroz dijîn, her kêlî têbikoşin. Ev hestê têkoşînê hestek pir pîroz e; ez hîn jî vê heyecanê dijîm. Dibe ku hest bi temamî neyên vegotin, lê xwedîderketina li vê pêvajoyê berpirsyariyeke giran e.”
JI BER EFRÎNÊ EZ XWE BÊ NEFES HÎS DIKIM
Hacer Xelîl Yusuf, derbarê dagirkirina Efrînê de got ku fikirîna vê rastiyê pir zehmet e û Efrîn wek herêmek berxwedêr, birêxistinkirî û bi nirxan ve girêdayî ye û bi bîr xist: “Axaftina li ser dagirkirina Efrînê pir dijwar e; ez hîn jî xwe bê nefes hîs dikim. Divê wisa nebûya; carinan kêmîyên biçûk dibin sedema windahiyên mezin. Wek jineke Efrînî, xwerexneya min a li hember gelê Efrînê wê vegerek bi rûmet be. Her wiha ev yek ji bo Serêkaniyê, Girê Spî û Cerablusê yên dagirkirî jî derbasdar e. Ev ax axa me ye, axa gelê Sûrîiyê û Rojava ye. Hemû pêkhateyên ku li vir dijîn xwediyên vî welatî ne.”
TOLHILDANA ZINDANÊ BI VEGERA EFRÎNÊ DIBE
Hacer Xelîl Yusuf, diyar kir ku ew ê di çarçoveya Pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpê kirin de têkoşînê bidomînin û wiha got: “Bi înîsiyatîfa Rêber Apo, ji bo aştiyeke daîmî li hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn, divê em berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji her tiştî re amade bin. Em dixwazin bi Rêbertiya xwe re bi azad bijîn. Tolhildana zindanê; bi birêxistinkirina xwe, fêmkirina felsefeya jiyana azad, serketina xwîşk û biratiya gelan û jiyana hevpar û wê vegerek bi rûmet a Efrînê be. Jiyana bi rûmet li welatê me pîroz e.”

