Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), bi daxuyaniyeke nivîskî di salvegera yekemîn a wefata wî de hevserokê xwe yê berê Ebdulrehman Hecî Ehmedî bi bîr anî.
Di daxuyaniya ku bi boneya bîranîna Hecî Ehmedî yê ku di 18’ê Adara 2025’an de li bajarê Koln ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest dabû de, bal hat kişandin ser rola wî ya di dîroka siyasî ya Kurd de û girîngiya mîrasa ku li pey xwe hiştiye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hecî Ehmedî hemû jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd û bindestan feda kiriye.
Hat destnîşankirin ku rêwîtiya wî ya siyasî ya ku di sala 1964’an de ji bo xwendinê çûbû Ewropayê dest pê kir, bi erkên krîtîk ên wekî endamtiya yekemîn Parlamentoya Kurdistanê ya li Ewropayê û endamtiya komîteya damezrîner a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) berdewam kir. Hat gotin ku Hecî Ehmedî yê ku di sala 2004’an de di kongreya damezrandina PJAK’ê de cih girt û heta sala 2014’an serokatiya partiyê kir, piştre heta sala 2016’an hevserokatiya partiyê meşand û di pêşvebirina armancên stratejîk ên partiyê de roleke pêşeng lîst.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hecî Ehmedî di dema dawî ya jiyana xwe de wek endamê Civata Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) têkoşîna xwe domand û bi kesayetiya xwe ya dilnizm û bi biryar, ji bo hêzên gerîla û gelê xwe bû çavkaniyeke mezin a moralê. Di daxuyaniyê de dilsoziya PJAK’ê ya bi îdealên wî re hat nûkirin û hat diyarkirin ku di pêvajoya guherîna dîrokî ya ku Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê re derbas dibin de, perspektîfên Hecî Ehmedî îro jî çavkaniya îlhama şoreşê ne.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gel ber bi armancên azadiyê ve gavan diavêje û peyam hat dayîn ku di çarçoveya armanca Kurdistana demokratîk de mîrasa Ehmedî û kesên din ên ku jiyana xwe ji dest dane, dê were domandin.

