Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî dîlgirtina hevrêyê wan Muhsin Qadirî (Heval Şahîn) a ji aliyê Pasdarên Îranê ve, daxuyaniyek da.
Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:
“Em radigihînin ku hevrêyê me Muhsin Qadirî bi nasnav Heval Şahîn, di 22’yê Hezîrana 2025’an de li bajarê Bane dema ku ji bo erkeke rêxistinî li wê derê bû, di encama kemîneke plankirî ya hêzên Supayê Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê de dîl hatiye girtin. Me tu agahî ji çarenûsa hevrêyê xwe negirt. Piştî lêkolînan derket holê ku Heval Şahîn dîl hatiye girtin.
Îtlaeta Supayê Pasdaran bangî malbata Heval Şahîn kiriye, wêneyê cenazeyekî û hin çek û teqemenî nîşanî malbatê dane û ji wan re gotiye ku ev cenazeyê kurê we ye. Lê malbatê ev îdia qebûl nekirine û diyar kirine ku ew ne cenazeyê kurê wan e.
Bê guman ew îdia ne rast in, ji ber ku ew ne cenazeyê Heval Şahîn e. Her wiha Heval Şahîn tu cure çek û teqemenî pê re nebûn. Wek çekdar nîşandana Heval Şahîn bi zanebûn hatiye kirin. Di encama lêkolînên me de derketiye ku Heval Şahîn bi zindî ketiye dest hêzên dewletê, heta niha winda ye û çarenûsa wî ne diyar e.
Em Komara Îslamî ya Îranê li beramberî jiyana hevrêyê xwe Heval Şahîn berpirs dibînin û bi hestiyariyek zêde çavdêriya vê mijarê dikin. Her wiha em daxwazê ji saziyên mafên mirov û mafên zindaniyên siyasî dikin ku lêkolînê li ser vê mijarê bikin.”

