Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya civaka navneteweyî daxuyaniyek belav kir. PJAK’ê ragihand ku armanca sereke ya vê planê guhertina demografî û hilweşandina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye û got: “Em bang li hemû gelê xwe yên li çar aliyên Kurdistan û Ewropayê dikin ku ji bo gelê me yê Rojava û Sûriyeyê rabin ser piyan.”
Daxuyanî wihaye:
“Êrîşên komên çekdar ên li Sûriyeyê yên bi piştgiriya dewleta Tirk li ser herêmên Sûriyeyê bi taybet Heleb û Şehbayê, bi armanca qirkirina gelên wî welatî bi taybet gelê Kurd e. Em bi tundî van êrîşan şermezar dikin.
Êrîşên komên çeteyên Tirkiyeyê bi taybetî El-Qaîde, DAÎŞ û komên din li welatên Asyayê îspat kir ku Enqere planeke berfireh û metirsîdar ji bo qirkirina gelên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê amade kiriye. Erdogan bi komkirina komên çeteyan ên ji welatên cuda, hewl dide Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Ji ber ku dizane wê bibe sedema azadiya gelên herêmê.
Bêdengiya civaka navneteweyî, bi taybetî hêzên hegemonîk, nîşan dide ku piştevanî û glupa kesk a berdewamkirina şer û qirkirina li Rojhilata Navîn hildane.
Rojavayê Kurdistanê weke pêkhateyeke demokratîk ji bo gelên herêmê û cîhanê ezmûneke mezin e, lê dewleta Tirk û hin alîgirên wê van pêşketinên mirovî nabînin. Ev êrîş bi qasî ku li Sûriyeyê ji bo Kurdan, ji bo gelên Ereb, Suryan, Keldanî û hwd din, jî xeternak e.
Beriya niha civaka navneteweyî di pêvajoya berxwedana Kobanê de nirxên şoreşa Rojava û Sûriyeyê nas kiribû û ji ber vê yekê jî şervanên azadiyê û demokrasiyê yên cîhanê piştgirî dan wê. Îro jî divê heman hesasiyeta Kobanê li ser asta navneteweyî û bi taybet li Ewropayê ji bo tevahiya Rojavayê Kurdistanê û gelên Sûriyeyê yên ku bi qirkirin û komkujiyê re rû bi rû ne, dubare bibe.
Zêdebûna agirê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Sûriyê ji ber pêşketina komên El-Qaîde û DAÎŞ’ê yên ku Tirkiye piştgiriya wan dikeye. Bê guman ev yek wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe metirsî û ji ber vê yekê jî pêwîstî bi helwestek navneteweyî heye.
Armanca sereke ya vê planê guhertina demografî û hilweşandina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye. Hêz û dewletên navneteweyî, hewl didin carek din di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de Kurdan bikin qurbanî. Eger gelê me hişyar be û piştgiriyê bide Tevgera Azadiyê, dikare carek din vê senaryoyê têk bibe. Ger pişta xwe bidin gelê xwe û îradeya xwe, wê ser bikevin û têkoşînê bigihînin encamê. Ger yekîtiyek weke serdema Kobanê çêbibe, wê gelê me serkeftinek din a weke Kobanê ya li dijî çeteyên dewleta Tirk bi dest bixe.
Em bang li hemû gelê xwe yê her par parçeyên Kurdistan û Ewropayê dikin ku piştgiriya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bikin. Statuya Rojavayê Kurdistan biparêzin ku xwedî girîngiyek mezin a mirovahiyê ye. Pêwîste carek din bernameya faşîstên Tirk a ji bo tinekirinê were pûçkirin.”