Di daxuyaniyê de di şexsê Hakî Karer de ku 18’ê Gulana 1977’an li Dîlokê hate qetilkirin, hemû şehîdên leheng bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî hatin bîranîn û ev tişt hatin gotin:
“Rêberê şoreşger ê mezin, şehîdê me yê mezin ê destpêkê Hakî Karer ku Rêber Apo jê re digot, ‘mîna ruhê min ê veşartî ye’, 18’ê Gulana 1977’an li Dîlokê hate qetilkirin. Em di salvegera 47’an a şehadeta wî de ne. Weke Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd, em di 48’emîn Roja Şehîdan û Meha Şehîdan de ne. Di nava têkoşîna ku qasî 47 salan tê meşandin de, Rêber Apo Artêşeke Şehîdan ava kir ku sembola hêza têk neçûnê û baweriya serketinê ye. Şehîdên me her tim û li her derê, yekîtiya me ya herî esas û çavkaniya me ya hêzê ye.
Destpêkê di salvegera 47’an a şehadeta Şoreşgerê Enternasyonalîst ê Mezin Hevrê Hakî Karer de, em wî û di şexsê wî de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em rêzdarî û hezkirin Rêber Apo silav dikin ku ji me re pêşengiyeke şehîdan a ku mizgîniya serketinê dide, ava kiriye. Di sala 48’an a şehîdan de, em ê hîn xurttir li ser xeta Apoyî û li pey şopa şehîdên xwe yên leheng bixebitin û şer bikin. Em ê Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, bi ser bixînin. Em ji her kesê ku têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşîne re, serketinê dixwazin.
TEVGER Û GELÊ KU DIZANE LI PEY ŞOPA ŞEHÎDAN DIMEŞE, WÊ BI SER BIKEVE
Gelek eşkere ye ku Karwanê Şehîdan a bi hevrê Hakî Karer destpê kirî û Meşa Azadiyê ya dîrokî ya bi pêşengiya şehîdan, di nava coş û kelecaneke mezin de, ji her demê hîn bi hêvîtir û bi biryartir dikeve sala 48’an de. Di vê têkoşîna hebûn û azadiyê ya dîrokî de, şehîdên me yên leheng her tim rêya me ronî dikin. Şehîdên me ew in yên ku rastiya Rêbertî herî baş fêm kirine û bi rengekî herî serketî pêk tînin. Şehîdên me rastiya xeta Apoyî û îspata serketinê, ava dikin. Şehîdên me her tim rêya jiyanê ya rast, nîşanî me didin. Tevger û gelê ku şehîdên xwe rast fêm dike û xwedî lê derdikeve, her tim dizane li pey şopa şehîdan bimeşe, wê teqez bi ser bikeve. Ev bi eşkere tê dîtin.
Li ser vê bingehê em di roj û meheke nû ya şehîdan de ne. Em bang li hemû şoreşger û welatparêzan, hemû gel û dostên xwe yê bi pêşengiya jin û ciwanan dikin ku rastiya şehîdan baş fêm bikin, xwedî li şehîdên me derbikevin, li ser xeta şehîdan xwe perwerde û rêxistin bikin, yekîtiya xwe xurt bikin, têkoşîna azadiyê pêş bixin, pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bigihînin serketinê û bi vî rengî bîranînên şehîdên me yên leheng bidin jiyîn û armancên wan bi ser bixînin. Em ji dil bawer dikin ku bi meşa li ser xeta Berxwedana Hîlwanê ya dîrokî ku ji bo bîranîna şehîdê me yê 19’ê Gulanê Halîl Çavgûn hate kirin û li ser şopa Berxwedana Zindanan a Mezin a şehîdên me yên 17’ê Gulanê Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner mayinde kirin, wê bi her awayî serketin bê bidestxistin.
ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA HEWLÊRÊ HATIN BÎRANÎN
Bi rengekî pir eşkere tê dîtin ku li Kurdistanê têkoşîna ku li dijî zihniyet û sîstema mêtinger-qirker tê meşandin, ji têkoşîna li dijî hevkarî û xiyanetê tê meşandin qut nabe. Ev rastî duh jî wiha bû, îro jî wiha ye. Yên ku 16’ê Gulana 1997’an komkujiya Hewlêrê pêk anîn, îro li pêş artêşa Tirk a dagirker ji bo qirkirina gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê, klavûztiyê dikin. Bi vê wesîleyê em car din her cure hevkarî û xiyanetê şermezar dikin û di şexsê hevrê Hêlîn, Salih û Ozan de hemû şehîdên xwe yên komkujiya Hewlêrê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Dîsa em di şexsê Mehmet Karasûngûr, Hozan Mizgîn, Şirîn Elemhûlî, Azat Sîster, Kasim Engîn, Erdal, Andok û Êrîş de hemû şehîdên xwe yên meha Gulanê bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin. Em bawer dikin ku gelê me wê her roja meha Gulanê wê veguherîne roja bîranîna şehîdên me û li pey şopa şehîdên me têkoşînê geş bikin.
Weke tê zanîn, meha Gulanê dibe meha Şehîdan a Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê jî. Salvegera 52’yan a şehadeta Denîz û hevalên wî jî bû ku di 6’ê Gulana 1972’yan de hatin îdamkirin. Niha jî salvegera şehadeta 51’an a şehadeta Îbrahîm Kaypakkaya ye. Bi vê wesîleyê di şexsê pêşengên şoreşger Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan, dîsa Îbrahîm Kaypakkaya, Sînan Cemgîl, Orhan Yilmazkaya û Ûlaş Bayraktaroglû de, em hemû Şehîdên Şoreşger ên Tirkiyeyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Van şehadetan her tim rêya me ronî kirin û hêz dan me. Bûn xeta têkoşîna me ya şoreşê û baweriya serketinê. Niha jî di bin ala HBDH’ê de rolê xwe didomîne û têkoşîna me ya şoreşa yekbûyî li her qadê pêş dixe. Faşîzma AKP-MHP’ê dihilweşîne û rê li ber Şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk vedike.
REWŞENBÎRÊN EREB ÊN JI ALIYÊ ÎTTÎHAT TERAKKÎ VE HATINE QETILKIRIN, HATIN BÎRANÎN
Rêveberiya Îttîhat û Terakkî jî rewşenbîrên Ereb di 16’ê Gulana 1916’an de qetil kirin, şoreşgerên Ereb roja 16’ê Gulanê weke Roja Şehîdan îlan kirine. Di salvegereke nû ya komkujiya navborî de, em van şehîdan hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em bîranîna van lehengan di têkoşîna Rojhilata Navîn a demokratîk de didin jiyîn. Ku em li ser bingehê tifaqa Kurd-Ereb vê têkoşînê dimeşînin.
Di sala Şehîdan a 48’an de, berxwedana me ya li dijî zihniyet û sîstema faşîst-qirker didome. Beriya her tiştî di sala 26’an a sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de, Rêber Apo li ber xwe dide, di serî de li Zapê li her qadê gerîlayên me yên leheng li ber xwe didin, tevgerên me yên jin û ciwanan li ber xwe didin, li her çar parçeyên Kurdistanê û her çar aliyên cîhanê gelê me û dostên me li ber xwe didin. Yanî em hîn jî şehîdan didin. Em li ser xeta Rêbertî û şehîdan dimeşin. Em hîle û êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê, bi berxwedana topyekûn a li ser stratejiya şerê gel ê şoreşgerî dişikînin. Divê her Kurdekê ji xwe re dibêje welatparêz, vê rastiyê ji bîr neke û her roj teqez pêdiviya wê bi cih bîne.
DEM DEMA RABÛNA TOPYEKÛN A LI SER PIYANE
Eşkere ye ku di sala 48’an a şehîdan de, zexta herî mezin li Îmraliyê tê pêkanîn û hîleyên herî derexlaqî li Îmraliyê tên kirin. Li ser bingehê tifaqa dewleta Tirk-NATO’yê hemû dewletên di nava NY’ê de cih digirin, têkildarî sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê li hev kirine û 26 sal in hewl didin qirkirina Kurd li ser bingehê vê sîstemê bimeşînin. Bi cezayên disîplînê, nahêlin Rêber Apo di sala 25’an de jinûve were darizandin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Hewl didin vê hîleyê di roja me de jî pêk bînin. Hevdîtina bi parêzeran re asteng dikin û bi vî rengî pêşî li têkoşîna hiqûqî ya Rêber Apo digirin û destûr nadin ku yek gotina wî derkeve ji derve. 38 meh in ti agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin û derbarê rewşa wî ti tişt nayê zanîn. Lewma êdî li bendê mayîn û razîbûna li vê rewşê, tê wateya hevkariya vî sûcî. Gotin qediya ye, roj roja têkoşînê ye. Dem dema rabûna topyekûn a li ser piyan û dema çalakiyan e. Çi were kirin, divê îro were kirin. Ji be ku dibe sibe pir dereng be.
Weke PKK em rewşê wiha dinirxînin û ji bo ku pêdiviyên vê yekê em bi cih bînin, çi pêwîst be em ê bikin. Di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe yên li her çar parçeyên Kurdistanê û dervey welêt dikin ku rewşa heyî jinûve binirxînin û li dijî van hîle û zextan têkoşîna ji Rêber Apo re azadî, li her qadê bilind bikin!
Herî dawî, em fikirîn, axaftin, nivîsandin û jiyankirina bi Kurdî pir bi wate dibînin; nirxekî mezin didin xebatên ji bo pêşxistina Kurdî tên meşandin; em her kesê li ser vî bingehî di nava hewldanê de ye silav dikin. Em bang li her kesî dikin ku xebatên ji bo zimanê Kurdî, bi têkoşîna azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya berxwedana Îmralî û gerîla re bikin yek û xurtir bikin.”