Li Çaglayan a Stenbolê polîsan serê sibehê avêtin ser Buroya Hiqûqê ya Gel.
Di serdegirtinê de parêzer Naîm Emînoglû hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Emînoglû nehate zanîn.
Naîm Emînoglû di heman demê de rêveberê Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) ye. ÇHG’ê li ser hesabê medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, “Rêveberê şaxê me parêzer Naîm Emînoglû serê sibehê ji aliyê polîsên şaxê siyasî ve hate binçavkirin. Timî sûcên nû bêne afirandin jî sedem parêzeriya Naîm a di dozên Kartalkaya, erdhej û şoreşgeran e.”

