Çarşem, 15 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meşa endamên KESK’ê gihîşt Edeneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna komîsyonê: Ji sedî 82’yê ciwanan dixwazin Kurdî di qada cemaweriyê de were axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Dagirkerî û talana dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna têkildarî kuştina Hakan Tosûn de dikandarek hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkildarî Ayhan Bayar ê 30 sal in girtî ye, biryara berdanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan wê tevlî kongreya Partiya Sosyalîstan a Ewropayê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kerkûkê li ser girîngiya Kurdî festîval hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê komxebata Kurdî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ajokaran rêya Dihok-Hewlêr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komxebata ‘Têkoşîna ji bo Kurdî’ de girîngiya ‘statuya fermî’ ya Kurdî hate destnîşankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Careke din xwîn çû ser mejiyê Huseyîn Aykol

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê Akinci hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan hezar û 800 name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Ne faşîzm, lê têkoşîna aştiyê ya jinan wê bi ser bikeve”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên nedîtbar: Rûyên bêdeng ên şoreşa li Hindistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê bêhiqûqî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên li Girkê Legê û Rimêlanê name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyeke jin ji Girtîgeha Qerçekê sirgûnî Girtîgeha Evînê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Pratîka Barzaniyan xiyanet e, li hemberî vê bêdeng mayîn jî hevkariya xiyanetê ye’
Rojane

‘Pratîka Barzaniyan xiyanet e, li hemberî vê bêdeng mayîn jî hevkariya xiyanetê ye’

Hafiz Ahmet Turhalli wiha got: “Pratîka Barzaniyan xiyanet e, divê em vê ji gelê xwe re vebêjin. Bêdeng mayîn, hevkarî ye.” Turhalli diyar kir ku dewleta Tirk êrîşî hemû nirxên Kurdan dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Serokê Giştî yê Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemdem û Nûjen Hafiz Ahmet Turhalli têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin û êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî, ji ANF’ê re axivî.

 

‘ÊRÎŞÎ HEMÛ NIRXÊN KURDAN DIKE’

Turhalli diyar kir ku gelê Kurd yek ji gelên herî qedîm û kevin ê cîhanê ye û li erdnîgariya ku bi hezaran salin li ser dijî xwedî çand û zimanekî ye. Turhalli destnîşan kir ku dagirkerên erdnîgariya Kurdistanê ji bo tunekirina nirxên gelê Kurd, her tiştê dikin û wiha got: “Bi taybetî jî dewleta Tirk li ser bingehê nîjadperestî û înkarê hatiye avakirin û bi vî rengî dewam dike. Herî zêde jî dewleta Tirk dixwaze çanda gelê Kurd tune bike. Li ser ol û Îslamê bêbextiyan dike. Evane ji bo ku xirabiyên xwe baş nîşan bidin, şev û roj dixebitin. Ji gelê Kurd û cîhanê re çi dibêjin: ‘pirsgirêka me PKK ye û em li dijî wan şer dikin.’ PKK zarokên vî gelî ne û ev gel bi xwe ye. Ji bo Fîlîstînê li ser azadiyê siyasetê dike, yanî wisa dixuyên. Helbet azadî mafê Fîlîstîniyan jî ye. Lê dema vê yekê tînin ziman, li aliyê din jî dixwazin zimanê Kurdî tune bikin û çand, erdnîgarî û çavkaniyên aboriyê tune dikin. Ji bo tunekirinê her cure siyasetê bi derewan dixin dewrê. Vê yekê jî di bin navê ola Îslamê de dikin. Em li dijî tunebûnê, li ber xwe didin.”

JI KURDÊN AKP’Î RE: XIYANETÊ LI XWEDA JÎ DIKIN

Turhalli Kurdên Misilman ên li dora operasyonên qirêj ên desthilatdariya AKP-MHP’ê kom bûne, hişyar kir û diyar kir ku di demên dawî de li ser gelê Fîlîstînê propagandaya Îslamê tê kirin û bi vê yekê re mirov xirabiyên dewleta Tirk û AKP’ê ji nedîtî ve tên. Turhalli wiha pêde çû: “Kurdên ku bi van polîtîkayên dewleta Tirk hatine xapandin, xwe vekişandin xeta xiyanetê. Hz. Muhammed dibêje ku nebin koleyê xayînan. Îro zimanê gelê Kurd tune dikin û hûn jî ji vê yekê re çepik lêdixin. Wê demê hûn li ser xeta xiyanetê ne. Binêrin, Şêx Abdusselam Barzanî tenê ji ber ku azadiya zimanê Kurdî xwest, hate îdamkirin. Ji ber ku Mele Seîd Kurdî xwest dibistaneke bi perwerdeya zimanê kurdî bê vekirin, bi gotina dîne avêtin timarxaneyê. Gelo îro dewleta Tirk çi dike? Ez vê ji Kurdên ku li dora AKP-MHP’ê disekinin û bi Îslamê xwe dixapînin re dibêjim, hûn derdikevin dibêjin Fîlîstîna azad û bila Kurdistan jî tune bibe. Gelo ev ne xiyanet be, wê demê çiye! Gelê me ji ber ku govendê digerîne, dikeve hepsê. Ma hûn nabînin? Qedexekirina zimanê me têrê nekir, niha jî dixwazin bi temamî tune bikin. Hûn vê dibînin, vêca ev ne xiyanet e? Îro çima evqas bi hovane û zalimane êrîşî PKK’ê dikin. Ji ber ku 100 sal in ji bo tunekirina gelê Kurd plan çêdikirin, lê belê PKK’ê ev plana wan xira kir. Lewma li Îmraliyê bi hêrs û nefret nêzî Rêberê Gelê Kurd Ocalan dibin. Ji bo vê yekê ji mirovahiyê derketine. Ji bo tolê hilînin. Îro li Kurdistanê ji bo Fîlîstînê dimeşin. Bi hezaran Kurd hatin qetilkirin, ti kes nemeşiya. Jinên Kurd hatin qetilkirin, ti kes nemeşiya. Ev xiyanet e. Ev ne mirovahî, ne exlaqî û ne jî oldarî ye.”

‘BI RENGEKÎ DIN NAYÊ NÎQAŞKIRIN; TIŞTA KU BARZANÎ DIKIN XIYANET E’

Turhalli anî ziman ku li Başûr PDK û malbata Barzanî piştgiriyê dide êrîşên îmha û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û destnîşan kir ku ev pratîka wan xiyanet e. Turhalli bal kişand ser komkujiya Enfalê jî û ev tişt bilêv kir: “Em navê kesên ku ji bo kuştina zarokên Kurd bang li dijminên gelê Kurd dikin, bi zelalî diyar bikin. Ev xiyanet e. Evane jî xayînin. Ev ne xeflet e, ji ber ku mirov xefletê bêyî ku bizane dike. Ev ne xeflet e, ji ber ku bi zanebûn û xwestek vê yekê dikin. Ev xiyanet e. Ji ber ku em jî dibihîzin, dibêjin ku Tirk bila van zarokên Kurd ên wêrek bikujin, em ê jî rizgar bibin. Wê demê em li bîra we bînin. Xwe nexapînin! Di pêvajoya referandûmê de Erdogan ji we re çi got, ma negot, ‘ez we ji birçan bikujim?’ Gelo we ev yek jibîr kir? Dest ji vê xiyanetê berdin.

Îro li wir dibêje ku, PKK dibe sedem ku dewleta Tirk êrîşî vir bike. Ev derew û bêbextî ye. Îro hûn bi saya PKK û şehîdan li wir dikarin bijîn. Kurdistan yek e, ne 4 parçe yan jî 5 parçe ye. Êdî em hemû ji vê re bêjin, bes e. Zarokên me dikujin, erdnîgariya me talan dikin û hûn bêdeng dimînin. Xweda û Pêxember dibêje ku, ‘xiyanetê li xwe nekin. Xiyanetê li emanetan nekin’. Gelê Kurd emanetek da we û got ku me azad bikin. Îro hûn li wir, di vîlayên luks de dijîn, ev xiyanet e.

BANGA JI BO OLDARAN

Ez bang li hemû oldaran dikim. Bila li dijî vê yekê sekna we hebe. Em xiyanetê li heqîqetê nekin. Dijmin karê xwe dike, em serî netewînin. Binêrin îro çawa li Bakur tehemûlê gotina ‘Pêşî Peya’ nakin, wê tehemûlê we jî nekin. Binêrin tiştên li Efrînê dikin. Kurd nehiştin. Eger em li dijî xiyanetê nesekinin, em ê bibin parçeyekî wê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 3’YÊ TEBAXA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Mîlîtaneke fedaî: Bêrîtan Nûrhaq Çiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re li Rêberê Gelê Kurd hat qedexekirin!

Hat zanîn ku heta 6 mehên din jî cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re li…

Ji aliyê Stêrk TV

Zekî Îrmez: Ekolojiya Botanê bi rêk û pêk tê talankirin

Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez bal kişand ser talankirina xwezayê ya herêma Botanê ku ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Agirbesta Îsraîl-Hamasê dereng ket, Hamas wê sê rehîneyan berde

Peymana agirbestê ya ku diviya îro di navbera Îsraîl û Hamasê de bikeve meriyetê, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Kerkûkê li ser girîngiya Kurdî festîval hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meşa endamên KESK’ê gihîşt Edeneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Civîna komîsyonê: Ji sedî 82’yê ciwanan dixwazin Kurdî di qada cemaweriyê de were axaftin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

CPT: Dagirkerî û talana dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?