În, 15 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Melîke Goksû cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ziman, bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E: Cejna Zimanê Kurdî têkoşîna ji bo nasnameyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Metirsiya qirkirinê dewam dike, divê xweseriya Êzidiyan misoger bibe
Rojane

Metirsiya qirkirinê dewam dike, divê xweseriya Êzidiyan misoger bibe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku metirsiya qirkirinê ya li ser Êzidiyan dewam dike û banga misogerkirina xweseriyê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di salvegera 10’an a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ji Çira TV re axivî. Nirxandina Sozdar Avesta ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

“Salvegera 10’an a fermana 74’an e ku 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê li hemberî civaka me ya Êzidî hate kirin. Beriya her tiştî hêzên komkujer ên tevlî vê fermanê bûn û hêzên noker ên tiliya wan di vê fermanê de heye bi tundî şermezar dikin. Cangoriyên fermanê bi rêzdarî bi bîr tînim. Berxwedêrên ku di roja destpêkê ya fermanê de ji bo pêşîgirtina fermanê bi hawara xelkê Êzidî ve beziyan, di şexsê heval Dilşêr Herekol, Egîd Civyan, Nûjiyan Sêrt, heval Nêrgiz, Dilgeş Rojhilat, Evîn Dêrik, Genco Hewlêr, her wiha Mam Zekî Şengalî, heval Beşîr, heval Saîd, heval Berxwedan, Zerdeşt, Azad û fermandarê Şengalê Dijwar Feqîr de hemû şehîdên azadiyê û şehîdên Êzidxanê bi minet bi bîr tînim, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Bi vê wesîleyê berxwedana Rêber Apo silav dikim. Fedaiyên Apoyî ên li ser bingeha fikrê Rêber Apo de têdikoşin nehiştin fermana 74’an bigihêje armanca xwe.

Ev ferman di demeke çawa de pêk hat, kîjan hêz tevlî vê fermanê bûn, armanc çi bû, armanca xwe çiqasî pêk anîn? Bêguman 10 sal in ji gelek aliyan ve hate nirxandin. Lê belê hîn hin tiştên wê hene ku di tarîtiyê de mane. Em di wê baweriyê de ne ku berxwedana bi rûmet a gelê me wê aliyên tarî jî ronî bike û hesab ji van hêzên komkujer bipirse. Bi vê wesîleyê têkoşîna xelkê me yê Êzidî hîn jî dewam dike ku li gel bêderfetiyan jî xwe ji tinebûnê afirand û dest ji bawerî û berxwedana xwe berneda. Di serî de dayikên şehîdan, jinên berxwedêr, hêzên ku di her demê de bi rola xwe rabûn YBŞ, YJŞ, Asayîşa Êzidxanê û hemû gelê me bi dil û can silav dikim, hurmeta xwe pêşkêş dikim. Têkoşîna wan ji dil û can pîroz dikim. Nehiştin ku ev ferman bigihêje armanca xwe.

Beriya ku Mûsil bikeve destê çeteyên DAÎŞ’ê di 1’ê Hezîrana 2014’an de li paytexta Urdun Ammanê hêzên ku DAÎŞ ava kirin, civînek lidar xistin. Di vê civînê de Siûdî, Qatar, dewleta Tirk a faşîst û malbata Barzanî-PDK ên xayin tevlî bûn. Li gorî biryarên li Ammanê hatin wergirtin xeta Şengal-Mûsilê, her wiha beşeke mezin a Dêrik û Qamişloyê wê radestî DAÎŞ’ê bihata kirin. Ev biryar bi rengekî fermî di nava xwe de nîqaş kirin û biryar li ser dan. Raya giştî bi vê yekê zane. Di bihara 2014’an de malbata Barzanî li ser sînorê ku dagirkeran di navbera Rojava û Başûr de çêkirine xendek kola. Ev yek destpêka plana Ammanê bû. Xwestin civaka Êzidî qir bike. Ji aliyekî ve xwest xelkê Êzidî bixe bin kontrola xwe û baweriya wan tine bike, li aliyê din jî xwest ku Şoreşa Rojava ku hîn nû bû bifetisîne. Ev yek armanca wan a bingehîn bû. Yên ku xiyanet li vî gelî kirin 10 sal in xiyaneta xwe dewam dikin. Em zanin, piştî ku dîktatoriya Saddam di sala 2003’an de li Iraqê hate hilweşandin, firsenda civaka Êzidî hebû ku azad bibe.

DI DEMA MALBATA BARZANÎ DE 2 FERMAN BI SERÊ CIVAKA ÊZIDÎ DE HATIN

Civaka Êzidî li benda wê rojê bûn ku li ser xaka xwe bi rengekî azad bijî. Di sala 2004’an de bi pêşengiya hevalê Seyîd Hesen ku fikrê Rêber Apo ji xwe re kir esas, xwe bi rêxistin kir. Heta sala 2014’an malbata Barzanî berpirsyariya Şengalê xistibû destê xwest, li wê xetê destûr neda ku civaka Êzidî xwe bi rêxistin bike. Di dema malbata Barzanî de 2 ferman bi serê civaka Êzidî de hatin. Hem fermana sala 2007’an hem jî fermana sala 2014’an. Destûr nedan ku civaka Êzidî xwe bi rêxistin bike, hêza xwe ya parastinê ava bike û li gorî xwe bijî. Ji ber vê yekê jî her roj endamên vê tevgerê girtin, astengî danî pêşiya wan, nehiştin belavokan belav bikin, li pêşiya zanekirina gel bûn asteng. Her wiha dema ku metirsiya li ser Şengalê zêde bû, tevgera me xwest dest lê werde û pêşî li metirsiyê bigire. Ji bo vê jî bi pêşengiya gerîla Dilşêr Herekol komek ji gerîla şand Şengalê. Ev yek demeke kurt beriya fermanê pêk hat û beşek ji van hevalan hatin girtin, ew xistin zindanê. Di 3’ê Tebaxê de dema ku êrişên DAÎŞ’ê destpê kirin, PDK’ê gel di nava lepên çeteyan de hişt û reviya. Çekên gel kom kirin, li pêşiya gel bûn asteng û bi rengekî bê rûmet reviyan.

PDK vê siyaseta xwe hîn jî dewam dike. Dewleta Iraqê û malbata Barzanî civaka Êzidî neparastin. Di ser fermanê re 10 sal derbas bûn û di nava van 10 salan de her roj êriş dewam kirin. Ev yek tê zanîn. Ji roja destpêkê ve ferman dewam kirin. Ferman hîn jî dewam dike. Di êrişên li ser Xanesorê de şehadet çêbûn, her wiha her roj dewleta Tirk bi balafiran û sûîqestan êriş kir. Ji bo civaka Êzidî ji xaka wan koçber bike êriş hatin kirin û hîn jî dewam dikin. Ji bo pêşîgirtina li van hemûyan bêguman berxwedanê jî dewam kir. Ji şehîdên li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê hatin dayin bêhtir li hemberî êrişên dewleta Tirk a faşîst û xiyaneta malbata Barzanî şehîd hatin dayin. Lehengên mîna Seyîd, Dijwar, Zerdeşt, Berxwedan, Azad, Dildar, Hayrî, Berîvan û Arîn ên Êzidxanê ji ber ku li ber xiyanetê rabûn, bûn hedef. Ji ber ku xiyanetkaran rola van hevalan baş tespît kiribûn. Bi vê wesîleyê dixwazim li ser kar û keda van hevalan hinekî bisekinim.

Hevalê Seyîd di dema fermanê de dest ji çiyayê Şengalê berneda. Bi malbata xwe, eşîra xwe, derdora xwe derbasî çiyayên Şengalê bû, got ‘her kes vê derê biterikîne jî bi hêza ji Rêber Apo wergirtî ez ê li ber xwe bidim û neçim’. Bi taybetî gelek endamên eşîrên wê demê, malbata heval Dijwar Feqîr pêşmergeyê PDK’ê bûn. Ji hevalê Dijwar dixwestin ji Şengalê derkeve, lê belê hevalê Dijwar got ‘heta nefesa xwe ya dawî ez ê li gel şervanên azadiyê bim’. Temamiya eşîrên li çiyayê Şengalê man û gelê me bi roleke dîrokî rabûn. Weke tevgera azadiyê me bi vê zanîbûn û eger ji Şengalê biçûna wê careke din nikarîbûna lê vegerin. Malbata Barzanî ji bo valakirina Şengalê her tişt kir. Bi taybetî di mehên destpêkê de korîdora navbera Rojava û Şengalê ku bi dehan kes şehîd bûn, ji aliyê PDK’ê ve ahte girtin, ji bo gel xaka xwe biterikîne Şengal dorpêç kirin.

Wê demê yên li Şengalê man bi biryardarî bi pêşengiya Seyîd û Dijwaran gotin, ‘Pêwîst bike em ê axê bixwin, em ê birçî bimînin, lê dest ji Şengalê bernedin’. Niha em baştir fêhm dikin bê ew biryar çiqasî di cih de bû. Cîhanê ev yek dît, xelkê Êzidî ev yek dît. Di demeke bi vî rengî de wergirtina vê biryarê bû bingeha gelek tiştan. Divê gelê me vê baş fêhm bike û kes nekeve xefikan. Divê bê dîtin bê têkoşîna niha tê kirin li ser kîjan bingehê pêk hat. Mînak, ev heval ji ber ku serî li ber malbata Barzanî netewandin bûn hedef. Yek ji wan jî hevalê Seyîd bû. Malbata Barzanî di meha 12’emîn de bi konvoyekê şov kir û berê xwe da çiyayê Şengalê. Hevalê Seyîd derket hemberî wan û got, ‘Tu bi kîjan rûyî tê vê derê, şeref, rûmeta me hîn jî li binê piyan e, tu bû sedema vê. Tu bi kîjan rûyî hat’. Her kesî zanîbû ku hevalê Seyîd ji ber vê sekna xwe ya bi rûmet wê bibûya hedefa wan. Heta ku hevalê Seyîd qetil bikin bi dehan plan kirin. Ji ber ku van hevalan ferman rawestandin.

DIVÊ IRAQ TI CARÎ NEKEVE XEFIKA DEWLETA TIRK

Di encama berxwedan û têkoşîna 10 salan de hem Şengal hem jî derdora wê hate rizgarkirin, hêzên parastina gel ava bû. Van hêzan YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê di nava 10 salan de bi îradeyeke mezin li ber xwe dan. Bêguman yên ku ew gihandin vê îrade, hêz û rêxistiniyê şervanên azadiyê yên mîna Dilşêr û Egîd bûn ku ji çiyayên Kurdistanê hatin. Bi saya fedaiyên YJA Star, HPG, YPG û YPJ’ê gihîştin vê astê. Wê demê ji 4 baskan destwerdan kirin. Dewletên navneteweyî dibe ku ji ber berjewendiyên xwe vê yekê nînin ziman, lê belê her kesî dîtin. Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Haydar Abadî tevgera azadiyê pîroz kir. Gelê me yê hêja û bi rûmet, tevî ku 10 sal di ser re derbas bûn hîn jî birînên Şengalê nehatiye pêçandin, jin, zarok, ciwan bi hezaran kes hîn jî aqûbeta wan nediyar e. Ji bo hilanîna tola wan bêguman wezîfeyeke mezin dikeve ser milê her beşa civakê. Rêveberiya xweser bi perpektîfa neteweya demokratîk 10 sal in li gel bêderfetiyan jî li Şengalê civakê bi rê ve dibe. Şengalê diparêze, siyasetê dike, pêwîstiyan bi cih tîne, têdikoşe.

Çend roj berê karekî gelekî hêja hate kirin. Li Bexdayê Konferansa Jinên Iraqê ya sêyemîn hate lidarxistin. Di heman demê de li Şengalê atolyeya azadî û edaletê hate lidarxistin. Gelê me dema mexdûriyetê derbas kir. Êdî dikare xwe bi rê ve bibe, hesap bipirse. Demekê ji ber hêzên dagirker êşên giran kişand, lê belê êdî dema hesap pirsînê ye. Yanî bersiva herî hêja ya ku di vê demê de ji fermanê re bê dayin, tolhildana şehîdan, misogerkirina rêveberiya xweser e. Civaka me vê yekê êdî gelekî baş dibîne, zane eger xwe bi rê ve nebe, nikaribe xwe biparêze wê kes jê re nebe alîkar. Ji ber vê jî xwedîderketina li rêveberiya xweser û meşandina têkoşînê li hemû qadan gelekî girîng e. Ji bo careke din ferman rû nede ev yek girîng e.

Bi vê wesîleyê em careke din bang li dewleta Iraqê dikin; Iraq welatekî dewlemend e. Hemû civak, bawerî, çand di nav de ne. Ji ber vê jî bêparastin, bêîrade, bênasnamehiştina xelkê Êzidî ji bo Iraqê serketin nîne, berevajî vê yekê şikandina rûmetê ye. Hin biryarên ku bi şantajên dewleta Tirk û malbata Barzanî hatin wergirtin li berjewendiyên Iraqê nayên. Civaka Êzidî zerar nedaye dewleta Iraqê, zerarê nade. Tevî hemû êrişan jî li ser xaka xwe man, êrişî kesî nekirin, êriş nakin jî. Divê Iraq serî li ber şantajên malbata Barzanî netewîne, bi taybetî jî nekeve xefika dewleta Tirk. Qetilkirina civakeke bi vî rengî ji bo dewleta Iraqê şerm û bêrûmetî ye. Tişta divê bê kirin, naskirina statuya Şengalê ji aliyê dewleta Iraqê ve ye. Ji aliyê destûra bingehîn ve dikarin vê bikin. Mînaka vê jî Başûrê Kurdistanê ye.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Pratîka Barzaniyan xiyanet e, li hemberî vê bêdeng mayîn jî hevkariya xiyanetê ye’
Nûçeya Pişt re Mîlîtaneke fedaî: Bêrîtan Nûrhaq Çiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fîlozofê Îrlandayî Holloway piştgirî da banga Rêber Apo

Fîlozofê Marksîst ê Îrlandayî John Holloway piştî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Îran: Em şenseke rastîn didin dîplomasiyê

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî têkildarî hevdîtinên li gel DYE’yê yên ku…

Ji aliyê Stêrk TV

MAK’ê li Licê çalakî kir

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihandin ku li bejahiya navçeya Licê ya Amedê xefika kişandina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Komara Demokratîk a Kongoyê hişyariya şewba Ebolayê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Pakistanê êrişa bombeyî: Herî kêm 19 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Rûsya û Ûkraynayê dîlgirtî bi hev guhertin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?