Duşem, 14 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat cih girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Prof. Balanche: Tawîzên welatên Rojavayî Erdogan vediguherîne Mûssolînî
Rojane

Prof. Balanche: Tawîzên welatên Rojavayî Erdogan vediguherîne Mûssolînî

Balanche diyar kir ku dewleta Tirk li Rojava paqijiya etnîk dike û got: “Îro tê xwestin ku stratejiya kemera Ereb bi destê dewleta Tirk bikeve meriyetê. Erdogan her derfeta ku welatên Rojavayî pêşkêş dike, dinirxîne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Serhildanên gel ku sala 2010’an li Tûnûsê destpê kir û piştre belavî Misir û Lîbyayê bû, di Adara 2011’an de jî xwe li Sûriyeyê nîşan dabû. Ev serhildan weke Bihara Ereb jî tê binavkirin. Rejîma Esad got, ‘Serhildêr ji aliyê hêzên biyanî ve tên organîzekirin, ev komployek e.’ Hewl hat dayîn ku serhildana gel bi rengekî tund bê çewisandin û bi vî rengî pevçûn destpê kirin. Ev pevçûn di demeke kurd de belavî seranserî welêt bûn û veguherî şerekî hundir. Bandorên vê şerê hundir her roja derbas bûyî, sînor derbas kirin û di demeke kurt de asteke navneteweyî bi şer da qezenckirin. Bi taybetî ji sala 2013’an ve êdî li qadê ne tenê rejîma Esad û beşên muxalîf ên li dijî wî, di navbera aliyan de hêzên ku alî digirtin hebûn.

Li Sûriyeyê di vê şerê hundir de ku sala xwe ya 13’an li pey xwe hişt, bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan mirov neçar man ku cihên xwe biterikînin. Ji Coxrafyanasên Siyasî ya Zanîngeha Lyon-2 a Fransayê û Wezîfedarê Lêkolînê ya Enstîtuya Thînk-Thank a Washîngton, Pisporê Sûriyeyê Prof. Fabrîce Balanche vê pêvojoyê nas dike û di demek nêz de pirtûka wî ya bi navê ‘Les Leçons de la crîse syrîenne’ (Dersên ku ji krîza Sûriyeyê bên derxistin) hate weşandin. Têkildarî pêvajoya krîza Sûriyeyê Prof. Fabrîce Balanche ji ANF’ê re axivî.

Gelo hûn dikarin bi kurtî pêvajoya ji şerê hundir ê Sûriyeyê yê 13 salan û geşedanên li qadê şîrove bikin?

Şerê Sûriyeyê di nuqteya ku em hatinê de, dibe weke şerekî qerisî bê pênasekirin. Ji sala 2020’an ve li Sûriyeyê şerên mezin çênebûn. Lê bombebaranên Îsraîlê yên li ser baragehên Îranê û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava, ji Îlona 2023’yan ve dewam kir.

Her wiha Tirkiye bi balafirên bêmirov û biçek jî êrîşên xwe yên li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk didomîne. Tevî vê yekê jî êrîşên mezin ên mîna 2018’an li Efrînê yan jî 2016’an li Helebê, êdî ne di rojevê de ne. Aktorên herêmî ji vî şerî westabin jî, sedemê herî mezin ê rewşa nebûna şer ew e ku aktokrên navneteweyî yên mîna Rûsya, Îran û DYE’yê naxwazin bikevin nav şer.

‘TIRKIYE HÎN JÎ CÎHADIYÊN LI ÎDLIBÊ DIPARÊZE’

 Ev qada statukoyê, çavkaniya xwe ji êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê û vir ve ji pêdiviya Rûsyayê ya ji bêalîtiya Tirkiyeyê digire. Artêşa Sûriyeyê ku ji aliyê Rûsya û Îranê ve destekkirin, niha hewl nade Îdlibê bigire. Îdlîb di bin kontrola Heyet Tahrîr el Şam (HTŞ) a baskê Sûriyeyê ya El Qaîdeyê ye. Ji ber ku Tirkiye li dijî derdikeve ku Îdlib ji aliyê rejîmê ve dîsa were girtin. Tirkiye hîn jî dixwaze cîhadiyên li wê derê biparêze. Di vî warî de em niha bi şerekî qerisî re rû bi rû ne.

Şerê li Xezeyê hinekî rewşa li Sûriyeyê jî hişyar kiriye. Di Îlona 2023’yan de li herêma Dêrazorê me dît ku Ereb li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) rabûn ser piyan. Tê zanîn ku ev ji aliyê Îranê ve hate organîzekirin.

Bi şerê li Xezeyê re Îran dixwaze baragehên Emerîkayê yên li rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê hedef bigire û van baregehan xalî bike. Bi vî rengî Îran dixwaze li Lubnan, Sûriye û Iraqê kontroleke bêyî asteng bi dest bixe.

‘ARMANCA ESAS A DEWLETA TIRK TUNEKIRINE ROJAVA YE’

Yek ji aktorên esas ên hilweşîna li Sûriyeyê dewleta Tirk e. Di vê qonaxê de hûn polîtîkaya dewleta Tirk a ji bo Sûriyeyê çawa dinirxînin?

Tirkiye dixwaze herêma Kurdan a li Sûriyeyê ji holê rake. Ev polîtîkaya wî pir eşkere ye. Tirkiyeyê sala 2018’an kontrola Efrînê bi dest xist û nifûsa Kurdan ji vir revand. Piştre Girê Spî û Serêkaniyê jî dagir kir û Kurd ji vir jî derxistin. Stratejiya wê ya niha jî serweriya xwe ya li ser bajarên mîna Amûdê, Dirbesiyê û Qamişlo berfireh bike. Her çendî ku hîna êrîşeke leşkerî nebe jî, Tirkiye binesaziyên sivîl ên mîna elektrîk û petrolê bombebaran dike û dixwaze li Rojava krîza ekonomîk ava bike û bi vî rengî gelê herêmê neçarî koçê bike. Armanca esas a Tirkiyeyê ew e ku Kurdan ji vê herêmê derxîne û li şûna wê nifûsa Ereb, bi taybetî jî nifûsa Ereb û Tirkmen ên li Îdlibê li vir bi cih bike û paqijiya etnîk pêk bike. Erdogan dixwaze li şûna Kurdên herêmê, kemera Ereban biafirîne. Mînak, mîna Komara Bakurê Qibrisê dixwaze ‘Komara Bakurê Sûriyeyê’ girêdayî xwe biafirîne.

Erdogan wê her derfeta ku welatên Rojavayî pêşkêş dike, binirxîne. Di dawiyê de Erdogan wê Tirkiyeyê ber bi rêyeke mîna Mûssolînî ya salên 1920 û 1930’an ve bibe.

‘ROJAVA JI BO KURDAN SEMBOL Û HÊVÎYEK E’

Dewleta Tirk Rojava ji bo xwe weke gefekê dibîne. Gelo em dikarim bibêjin ku Rojava ji bo dewleta Tirk weke gefekê ye?

Rojava ji bo Tirkiyeyê ne gefeke leşkerî ye. Lê belê weke sembolîk em dikarin bibêjin ku tehdîdek e. tehdîdeke sembolîk e çimkî Kurdan nîşan da ku wê li Sûriyeyê herêmeke xweser were avakirin. Ev yek di nava kurdên Bakurê Kurdistanê de jî hema fikrê peyda dike ku kurdên li wir jî  bi dehan salan e bi zext û zilmê re rû bû rû ne. Rojava ji bo Kurdên Bakurê Kurdistanê sembol û hêviyek e. Çalakiyên Kurdên li Tirkiyeyê yên ji Rojava re tên bîra min. Ciwanên ji bo ku piştevaniya têkoşîna Rojava bikin û hatin Pirsûsê tên bîra min. Li dijî wan ciwanan êrîşek pêk hat û tê îdiakirin ku bi destê DAÎŞ’ê hatiye kirin, lê belê tê gumankirin ku li pişt vê êrîşê hin hêzên din hene. Li gorî min ev êrîş bi tenê ne bi destê DAÎŞ’ê pêk hat.

Hem ev sempatiya ji bo Rojava û hem jî hebûna Rojava ji aliyê Erdogan ve weke talûkeyekê tê dîtin. Tirkiye bi fikar e ku kurdên li Tirkiyê jî wê daxwaza xweseriyê bikin.

‘DAÎŞ LI HERÊMÊ HÊ JÎ WEKE TEHDÎDEKÊ YE’

Mijareke din a girîng hebûna DAê ya li herêmê ye. Tevî têkçûna leşkerî ya 2019’an jî hê jî li herêmê hebûna xwe didomîne. Her wiha bi hezaran cîhadî di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne. Nediyarbûna rewşa wan didome. Hûn têkildarî hebûna DAÎŞ’ê ya li herêmê û nediyarbûna rewşa cîhadiyên girtî çi difikirin?

Erê rast e, DAÎŞ hê jî li herêmê weke tehdîdekê ye. Nêzîkî 15 hezar endamên DAÎŞ’ê yên ku di navbera Iraq û Sûriyeyê hebûna xwe didomînin û êrişî Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD) û leşkerên rejîmê dikin, hene. Gelek caran êrîşan pêk tînin. Dîsa DAÎŞ çeteyên nû perwerde dike.Ne tenê yên ji derve tên, ciwanên Sûriyeyî û Iraqî jî beşdarî çeteyên DAÎŞ’ê dibin. Rewşa aborî ya xirab rê vedike ku ciwanên Sûriyeyî beşdarî  DAÎŞ’ê bibin. Ji ber zêdebûna bêkarîyê, zêdebûna ciwanên ku dev ji dibistanê berdidin û zêdebûna bikaranîna tiryakê, ev ciwan xwe ji pêşerojê mehrûm dibînin. DAÎŞ mehê 40,50 dolarî dide wan. Ev pere bikaranînan tiryakê jî di nav de têra pêdiviyên wan yên rojane dike. Ji wê wêdetir kalaşnîkofan dide wan ciwanan û li gel wan hesta aîdiyeta dozekê peyda dikin. Ev rewş rê vedike ku ciwanên Sûriyeyî beşdarî  DAÎŞ’ê bibin. Mixabin ku rêjeya beşdarbûna ciwanan a ji DAÎŞ’ê re zêde ye.

Du salan beriya niha dema ku ez li herêma Rojava û bi taybet jî li Dêrezorê min bi gelek malbatên Ereb re hevdîtin kirin. Li herêmê hîn jî gel piştgiriyê dide DAÎŞ’ê. DAÎŞ li herêmê hê jî tehdîdeke mezin e. Ev yek rewşeke cidî ye.

‘GER DEWLETA TIRK HERÊMÊ DAGIR BIKE WÊ CÎHADÎ SERBEST BIBIN’

Ji xeynî van rastiya çeteyên DAÎŞ’ê yên li girtîgehên Rojava tên girtin jî heye. Tu kes van çeteyên DAÎŞ’ê naxwaze.  Bo nimûne ger em qala welatiyên Fransî yên li wir bikin, gava ew hatin vegerandin, hewce ye li Fransayê werin darizandin. Lê belê,  dijwar e ku were îsbatkirin ku ew bi rasterast beşdarî çalakiyên terorî bûne. Delîl tune ne ku ew beşdarî DAÎŞ’ê bûne. Hemû jî dibêjin ku ew ji bo alikariyê hatine Sûrîyeyê.  Ji bo cezakirina wan jî hewce ye di destê Fransayê de delîl hebin, bo nimûne wêne û şahidên ku çalakiyên wan îspat bikin. Gava ku delîlên bi vî rengî nebin, cezakirin ne pêkan e, yanî zehmet dibe. Li gorî rayedarên Fransî, îro bi fermî ji ber beşdarbûna ji DAÎŞ’ê re nêzîkî 50 kes di girtîgehê de ne. Ev hejmar teqez pir kêm e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN LYON

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Armanca me parastina xweza û jîngehê ye’
Nûçeya Pişt re Peyama girtiyan: Berxwedan wê tecrîda li ser Rêber Apo bişikîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîlayeke ku li Metînayê şehîd bû eşkere kir û got, "Hevrêya me Çîçek…

Ji aliyê Stêrk TV

Coşa 8’ê Adarê: Jin bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ li qadan e

Jin bi wesîleya 8'ê Adarê li gelek bajaran hatin cem hev û peyama ku ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk bi balafirên şer êrîş kir: Şehîd û birîndar hene

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Şarbajêr barandin. Şehîd û birîndar hene.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?