Pêncşem, 18 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cezayê lêdana bi qemçiyan li hunermendên Îranî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Emîn Karayilan li Bêrecûkê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wesayita ku karkên çandiniyê tê de bûn wergeriya: 1 mirî, 11 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê li Silêmaniyeyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber binpêkirinên li dijî zarokan dibe ku NY niştecihên Îsraîlî bixe lîsteya reş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê wesayita ku karkerên çandiniyê tê de bûn wegeriya: 22 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şirnexê taziyeya fermandarê YBŞ’ê Kawa Şengalî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferhat Dêrik û hevalên wî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê li ser bombardûmana li Merîwanê û kiryarên şerê taybet daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Neçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê şehadeta fermandar Kawa Şengalî ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nesrîn Akgul: ‘Krîza mêrtiyê’ sedema zêdebûna kuştina jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brezîlyayê verastkirina gihîştina kurtajê ji bo zarokên mexdûrên destdirêjiyê hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E’yê ji bo Festîvala Jinan a Zîlan banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Dayikên Plaza de Mayo Lidia Almeida jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan li Kasselê bi coş hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E ji bo ‘Festîvala Jinan a Zîlan’ banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Prof. Bozarslan: Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd û PKK rewa kir
Rojane

Prof. Bozarslan: Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd û PKK rewa kir

Prof. Hamît Bozarslan anî ziman ku meseleya Kurd beriya her tiştî meseleya înkarê ye û got, "Ocalan pirsgirêka Kurd û PKK weke rastiyeke rewa da qebûlkirin ku sed sal in ji aliyê dewleta Tirk ve tine tê hesibandin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Adar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Rêber Apo bi deklarasyona xwe ya dîrokî ya 27’ê Sibatê re nîqaşa li ser çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk a li Tirkiyeyê gihandiye qonaxeke nû. Bi vê deklarasyonê re gotina dewletê ya ‘pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka terorê heye’ hejand û rastiya dîrokî û rewabûna pirsgirêkê bi awayekî zelal raxist pêş çavan.

Profesorê Dibistana Zanistên Civakî û Pisporê Rojhilata Navîn ê Parîsê Hamît Bozarslan li ser kokên dîrokî yên pirsgirêka Kurd û banga Rêber Apo ji ANF’ê re axivî.

Prof. Hamît Bozarslan, diyar kir ku pirsgirêka Kurd di serî de meseleyeke înkarê ye û got divê hebûna dîrokî ya Kurdistanê bê qebûlkirin. Bozarslan got, “Di pêvajoya dîrokî de bûyerên wekî avakirina mîrnişînên Kurdan, avakirina Kurdistanê di navbera rêveberiyên Osmanî û Farsan de û hilweşîna mîrnişînên Kurdan di sedsala 19’an de tên zanîn. Lê derketina pirsgirêka Kurd weke pirsgirêk bi avabûna netew-dewlet û pêve girêdayî meşandina polîtîkayên radîkal ên neteweperestî re destpêkirine. Van dewletan piranîbûn qebûl nekirin û bi zorê nasnameya netewî ferz kirin û di vê serdemê de pirsgirêka Kurd înkar kirin. Pirsgirêka Kurd di serî de bi redkirina vê înkarê re eleqedar e. Kurdan her tim li dijî statuya ku li ser wan dihat ferzkirin têkoşiyan e. Pirsgirêk ne tenê pirsgirêka tundiyê ye, ev pêvajo beriya ku tundî destpêbike jî hebû. Ev pirsgirêk bi destwerdanên emperyalîst re derneketiye holê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd du hîmên bingehîn ên rewabûnê hene: naskirina Kurdan weke pirsgirêkeke neteweyî û qebûlkirina Kurdistanê weke rastiyeke herêmî. Bêyî vê têgihiştinê çareseriyeke mayînde pêk nayê.

Prof. Bozarslan, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd beriya serhildanan bi polîtîkaya înkarê re rû bi rû mane û wiha domand, “Em behsa meseleya Şêx Saîd bikin: Berî ku serhildana Şêx Saîd destpê bike, destûra bingehîn a sala 1924’an hebû. Ev destûr nasnameya Kurd nas nake û tevgera kemalîst jî dev ji sozên ku di destpêkê de bi demê re dabûn Kurdan, berda. Di encama vê polîtîkaya înkarê de komkujiyên weke bûyera Dersim û Koçgiriyê derketine holê. Yanî bi kurtî serhildan li dijî komkujî û polîtîkayên înkarê pêş dikeve.

Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke bingehîn e ku bandorê li paşeroj û siberoja Tirkiyeyê dike, lê ev pirsgirêk tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nîne; Zextên bi vî rengî li Sûriye, Iraq û Îranê jî hatine kirin.Di encamê de pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê weke diyardeyeke ku divê weke parçeyekî bingehîn ê pirsgirêka Kurd a giştî ya Rojhilata Navîn bê destgirtin.”

Prof. Bozarslan destnîşan kir ku Tirkiye polîtîkayeke ku pirsgirêka Kurd ne tenê di nava sînorên xwe de, li tevahiya Rojhilata Navîn înkar dike dişopîne û wiha got, “Ev nêzîkatiya ku ji dema Îttîhad û Terakkî heta roja me ya îro dewam kiriye, di nêzîkatiyên li hemberî Kurdistana Iraqê û Rojava de jî xwe dide der. Di serdema piştî sala 2003’yan de polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan neguherî, bi taybetî ji bo ku Rojava nebe xwedî statuyeke rewa, helwesteke tund nîşan da. Mînak îdiayên paqijkirina etnîkî ya li Efrînê di çarçoveya peymanên Tirkiye û Rûsyayê de pêk hatiye. Pirsgirêka Kurd di têkiliyên Tirkiye û Rûsya û DYE’yê de roleke diyarker dilîze.”

Prof. Hamît Bozarslan behsa faktorên dîrokî û sosyolojîk ên ku derketina PKK’ê diyar kirine û destnîşan kir ku tevgerên civakî û şiyarbûna Kurdan di salên 1960’î de, derbeya leşkerî ya 1971’ê ku dawî li hêviyên çareseriya destûrî anî û têkçûna tevgera Barzanî di sala 1975’an de wek bûyerên krîtîk ên ku bûn sedema radîkalbûna Tevgera Kurd.

Prof Bozarslan got, “Pêvajoya ku PKK’ê di vê serdemê de bi rêxistinên din ên wekî KUK’ê re rêbaza têkoşîna çekdarî pejirand, piştî darbeya 12’ê Îlonê li derve birêxistinbûn û di sala 1984’an de dest bi şerê gerîla kir. Vê pêvajoyê rê li ber PKK’ê vekir ku di nava ciwanên Kurd de piştgirî bibîne û tevgereke siyasî ya Kurd ava bibe. Di heman demê de hişt ku pirsgirêka Kurd bi qebulkirineke berfireh a civakî bibe xwedî karakterek hegemonîk û bandorên wê yên li ser dîasporayê diyar kir. Di encamê de salên 1970 û 1980’î hem ji aliyê dîrokî û hem jî ji aliyê sosyolojîk ve ji bo avabûna PKK’ê salên krîtîk bûn.”

Prof. Hamit Bozarslan bal kişand ser salên 1960’an û got, “Salên 1960’an ji bo Tirkiye û Kurdistanê salên bi dînamîk bûn. PKK li ser vê zemînê dîrokî derket holê û hem ev mîrate da domandin, hem jî bi wê re qutbûnek jiyan kir. Li vir peywendiyeke diyalektîk mijara gotinê ye; dewamkirin û bifurkasyon. Bifurkasyon tê wê wateyê ku mirov pêvajoyekê bi radîkalbûnê heta dawiyê bibe û di heman demê de ev yek qutbûnekê jî bi xwe re bîne. Ji bo PKK’ê ev qutbûn neçarî bû, ji ber ku radîkalbûna pêvajoyê bû sedema vê yekê. Di encama vê yekê de, di nava civaka Kurd de refeke siyasî ya nû derket holê. PKK li navenda van geşedanan cih girt. Yek ji guherînên herî girîng, sazîbûna siyaseta Kurd bû. Bi taybetî di 40 salên dawî de, di nava civaka Kurd guherîneke entelektuel a cidî çêbû. Çanda Kurd bû xwedî çêkereke zindî. Tevgera jinê jî parçeyekî girîng ê vê guherînê ye. Îro di navbera Kurdistana 1984’an û Kurdistana 2024’an de di aliyê sosyolojîk de ferqên mezin hene.”

Prof. Hamit Bozarslan îşaret bi rewşa naskirina pirsgirêka Kurd kir û ev tişt bilêv kir: “Pirsgirêka Kurd nehatiye qebûlkirin. Lê belê li gorî beriya 5-6 mehan, guhertineke biçûk heye. Di vê guhertinê de em dibînin ku rejîm neçar maye car din Ocalan meşrû bike. Her kesê ferq kiriye ku di navbera Ocalan û meseleya Kurd de, girêdaneke xurt çêbûye. Dema em li daxuyaniyên Ocalan dinêrin, em dibînin ku behsa meseleyeke sedsalî dike. Peyama Ocalan eşkere ye: ‘Em rêxistineke terorê nînin. Meseleya Kurd ne pirsgirêkek terorê ye; meseleya Kurd, meseleyeke millî ye’. Dema em vê bangê dixwînin, ev tablo derdikeve pêşberî me. Lewma mirov êdî nikare texmîn bike ka wê meseleya Kurd çiqasê din were înkarkirin. Lê belê dema em li gotinên Erdogan û Wezareta Parastinê ya Millî dinêrin, em fêm dikin ku hîna meseleya Kurd weke meseleyeke terorê yan jî emperyalîzmê tê dîtin. Dîsa jî hin îstisna û deng derketin holê. Mesele Numan Kurtulmuş yek ji wan kesane ku hebûna meseleya Kurd bi rengekê qebûl kiriye. Bulent Arinç di daxuyaniya li Erbîlê kirî de, hema bêje li xwe mikur hat ku meseleya Kurd meseleyeke millî ye. Di nava desthilatdariyê de jî li gorî beriya 6 mehan, guhertin heye. Hetta di gotinên Bahçelî de jî guhertinek tê dîtin. Êdî weke ‘lîderê rêxistineke terorê’ na, weke damezrînerê PKK’ê behsa Ocalan tê kirin, ev yek jî vê geşedanê nîşan dide. Yanî hin pêşketin hene, lê hîna siyaseteke dewletê nîne ku meseleya Kurd rewa qebûl bike.

Em rû bi rûyê şert û mercên nû ne. Erdogan û hêza desthilatdariyê pêvajoya aştiyê ya di navbera salên 2013-2015’an de qebûl nekir, miliyetperestiya radîkal a li Tirkiyeyê ev pêvajo red kir, lewma ev pêvajoya aştiyê mîna geşedanên li Sûriyeyê ji ber sedemên cur be cur têk çû. Îro em dikarin li ser pêvajoyeke nû baxivin, lê belê hîna ev îhtimal zelal nîne. Yanî gelek tişt mimkun in, lê tiştek teqez nîne. Îro meseleya herî krîtîk, parastina Rojava û pêkanîna ewlehiya statuya wê ye. Tê fêmkirin ku banga Ocalan rasterast ji bo PKK’ê û hêzên çekdar ên girêdayî wê ye. Niha meseleya herî girîng ew e ku mirov rewatiya Rojava bi Tirkiyeyê bide qebûlkirin û têkildarî vê yekê, nexşerêyekê çêbike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MSD: Belavoka pêşnûmeya destûra bingehîn hewldanek ji bo afirandina dîktatoriyê ye
Nûçeya Pişt re ÎSÎG: Her sal 60-70 zarok di kar de dimirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Mala Jinê ber bi Meclîsa Edaleta Civakî ve – III

Di 20’ê Adara 2014’an de bi armanca parastina mafê jinan yekemîn rêxistinbûn li bajarê Qamişlo…

Ji aliyê Stêrk TV

Qirkirina siyasî: Hejmara binçavkiriyan bû 29 kes

Di operasyona qirkirina siyasî de ya li Amedê hejmara mirovên hatin binçavkirin bû 29 kes.

Ji aliyê Stêrk TV

Dengbêjan li Îzmîrê kilamên xwe gotin

Li Îzmîrê bi pêşengiya Jîn Art Hunerê dengbêjan kilamên xwe gotin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cezayê lêdana bi qemçiyan li hunermendên Îranî hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

NY: Li Efganistanê 30 jin hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şirnexê taziyeya fermandarê YBŞ’ê Kawa Şengalî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mehmet Emîn Karayilan li Bêrecûkê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?