Prof. Hamît Bozarslan ku bi karên xwe yên li ser siyaseta Rojhilata Navîn, pirsgirêka Kurd, tundî, dewlet û tevgerên civakî tê naskirin ji ANF’ê re axivî.
SERDANA ÎMRALIYÊ DIKARE BIBE XALEKE WERÇERXÊ
Prof. Hamît Bozarslan işaret bi serdana heyeta komîsyonê ya li Îmraliyê kir û got, “Hevdîtina bi Ocalan re meseleyeke rewatiyê ye. Dawiya dawî dîtin û qebûlkirina Ocalan weke lîderekî Tevgera Kurd û serlêdana ji bo wî, bi wate ye. Rewşeke bi vî rengî beriya du salan qet nedihat nirxandin, kesî newêrîbû ev bikira yan jî nedikarî bifikiriya ku perspektîfeke bi vî rengî biafirîne. Lewma mirov dikare qala xaleke werçerxê bike. Lê belê ji bo vê jî divê mirov bisekine û bibîne.”
ÎDEOLOJIYEKE SERWERIYÊ HEYE
Di dewama axaftina xwe de qala îdeolojiya Tirk a li Tirkiyeyê kir û got, “Ev îdeolojî digihêje heta Abdulhamîd, piştperdeyeke xwe ya bi qasî 150 salî heye. Ev yek îdeolojiyeke serweriyê ye. Wekheviyê, meseleya welatîbûnê, azadiyê qebûl nake; îdeolojiyeke welê ye ku bi rê û rêbazekê serweriya Tirk, Tirkîtî nebe jî serweriya Îslam-Tirkîtiyê hewl dide ferz bike. Dest ji vê îdeolojiyê nehatiye berdan. AKP yek ji varyantên vê îdeolojiyê ye; MHP yek ji varyantên vê îdeolojiyê ye; CHP jî yek ji varyantên vê îdeolojiyê ye. Di vir de, di rêbaza fikrî ya dewletê de -Her wiha ji dewletê zêdetir di rêbaza fikrî ya desthilatdariyê de- pêwîstî bi şikestineke cidî heye. Ev şikestin tenê bi rêya demokratîkbûnê dibe. Lê belê bi qasî ku em niha dibînin perspektîfeke demokratîkbûnê nîne.Ji aliyê AKP’ê ve jî nîne, ji aliyê MHP’ê ve jî nîne, ji ber ku demokratîkbûn di heman demê de xwedî xeteriya bidawîbûna desthilatdariya van aktoran e. Lewma avêtina gaveke bi vî rengî vê gavê zehmet e. Ji ber vê yekê di vir de hem meseleyeke ewlekariyê heye hem jî em qala dewamiya îdeolojiyeke 150 salî dikin.”
JI BO DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ
Prof. Hamît Bozarslan destnîşan kir ku ev îdeolojî dewam dike û got, “Di heman demê de divê mirov vê yekê bibîne; îdeolojî ti carî di asta gotinê de namîne. Îdeolojî rewşeke pratîkî ye. Îdeolojî meseleya birêxistinkirina erkên desthilatdariyê ye. Em qala ragihandina navbera nifşan dikin. Em qala wan mekanîzmayan dikin ku vê yekê bi rêya akademiyên leşkerî, akademiyên polîsan, perwerdeya millî dewam dike. Lewma divê mirov îdeolojiyê tenê di asta gotinê de nenirxîne. Îdeolojî her tim rewşeke ji encamên pratîkî pêk tê. Lewma divê desthilatdarî bê guhertin.
Guhertina desthilatdariyê jî nayê wateya tenê çûyîna partiyekê û hatina partiyeke din. Divê mekanîzmayên desthilatdariyê bêne guhertin, desthilatdarî li ser bingeheke demokratîk jinûve bê avakirin. Pêwîste mirov vê yekê bi bûyerên di salên 1974-1975’an de li Yewnanistan, Portekîz an jî Spanyayê qewimîn re bînin hemberî hev. Pêvajoya demokratîkbûna li van welatan di heman demê de bi jinûve avakirina desthilatdariyê, jinûve nirxandina erkên desthilatdariyê, demokratîkbûna saziyan, berpirsyariya saziyan û avakirina sîstemeke hiqûqê ya serbixwe ya li derveyî erkên desthilatdariyê pêk hat. Bi saya van hemûyan ev her sê welat demokratîk bûn. Bêyî van zehmet e ku Tirkiye demokratîk bibe.”
PIŞTÎ GUHERÎNA HIQÛQÎ ENTEGREYA HIQÛQÎ
Li ser pirsa “Gelo tevlîkirina Kurdan a li nava hiqûqê têrê dike?” Prof. Hamît Bozarslan bersiveke bi vî rengî da:
“Bêguman têrê nake, lê belê gelekî girîng e. Têgeha tevlîkirina li hiqûqê divê mirov hinekî kûr bike. Mebest jinûve pênasekirina hiqûqê ye. Hêmana esasî ya hiqûqê kî ye? Mirov nikare li derveyî civakê, li derveyî pirsgirêkên civakî û neteweyî sîstemeke hiqûqê ya serbixwe bifikire. Hiqûq di heman demê de meseleya kirdeyan e. Divê Kurd xwedî hiqûqa xwe bin, di heman demê de bibin parçeyek ji hiqûqa Tirkiyeyê; bibe hêmaneke esasî; di mijara hiqûqê de bibe xwedî mafê gotinê.
Hanna Arendt jî qala mafê bûyîna xwedî maf dike, lê belê mafê bûyîna xwedî maf ne tenê sûdwergirtina ji mafekî ye; di heman demê de meseleyek xwegihandina asta guhertina hiqûqê, wekhevîkirina hiqûqê ye. Ev rewş ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo jinan jî derbas dibe. Ji bo jinan bûyîna hêmana esasî ya hiqûqê di heman demê de tê wê wateyê ku jin feraseta hiqûqê biguherînin an jî çarçoveyeke nû ya hiqûqê pêşkêş bikin. Ev yek ji bo komên ‘hindikahiyan’ jî derbas dibe. Heta ku guherîneke hiqûqî nebe, mirov nikare qala entegrebûna hiqûqê bikin. Wekheviya hiqûqî di heman demê de qebûlkirina hêmanên hiqûqê bi rengekî rewa ye.”
NE PAKTEK LÊ PEYMANEK
Di vê çarçoveyê de Prof. Hamît Bozarslan destnîşan kir ku pêwîstî bi peymanekê heye û got, “Em nebêjin peymaneke nû; di halê hazir de mirov nikare qala peymanekê bikin. Ya heyî niha paktek e. Ramangerê Fransî Jean Baudrillard diyar dike ku di navbera peyman û paktê de cudahî heye. Pakt mijareke ji têkiliyeke pêwendiya xwe bi têkiliya xwînê heye, bi xwînê tê ferzkirin. Halbûkî peyman têkiliyeke ji encama muzakereya aliyan pêk tê. Yanî mirov nikare ji bo Tirkiyeyê vê gavê qala peymanekê bikin. Ya heyî feraseteke paktê ye ku tê ferzkirin. Divê mirov xwe ji feraseta paktê rizgar bikin û derbasî peymanê bibin. Ev peyman hîn ava nebûye.”

