Sêşem, 4 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de tecrûbeyên komunan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gavên şênber bêne avêtin, pêvajoya qanûnî destpê bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kordu: Divê komîsyona lêkolîna a mafên mirovan rewşa Kaytan li cihê wê lêkolîn bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê qeyûm werin vekişandin û girtiyên siyasî werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Li gel pêvajoyê jî budçeya şer zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Yekîtiya Mamosteyên Kurd: Cezayê li mamostayên Kurd hatî birîn ne mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê ku Şehîd Egîd Akgun jêdayîkbûye sersaxî hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jîngehparêz Bêstûn Abdullah hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê astengiya kêfî ya serxweşiyê: Polîsan êriş kirin, alozî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ew şoreşger, nûçegihan û evîndarên heqîqetê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê ji bo hefteyekê betlaneya fermî hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di meha Cotmehê de 4 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê Komaleya Jinên Serbixwe hat avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2024’an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Prof. Bromberger: ‘Jin Jiyan Azadî’, serhildaneke li hemberî pergala baviksalar e
Jin

Prof. Bromberger: ‘Jin Jiyan Azadî’, serhildaneke li hemberî pergala baviksalar e

Prof. Christian Bromberger diyar kir ku felsefeya ‘’Jin Jiyan Azadî’’ li hemberî pergala baviksalarî ya dixwaze serweriyê li azadiya jinan û laşê wan bike, serhildanek e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Îlon 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Prof. Christian Bromberger anî ziman ku ferzkirina nixumandinê encama mekanîzmaya çavdêriyê ya pergala baviksalarî ye ku dixwaze li ser laşê jinan û azadiya wan pêk bîne.

Di tevahiya dîrokê de li ser pora jinan girêdayî rolên zayendî, normên bedewbûnê û nêzîkatiya exlaqî wateyên cuda hatine zêdekirin. Kontrolkirina pora jinan, weke mekanîzmayeke desthilatdariyê ya diyarkirina qadên azadiya jinan û statûya jinan a civakî derketiye pêşiya me. Yasayên nixumandina mecbûrî yên li Îranê, rastiya ku ew li ser jinan vediguherin zextên giran û cînayetan di sala 2022’yan de li gel qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya bi hinceta ‘’li gorî qaîdeyên nixumandinê tev negeriyaye’ ya ji aliyên ‘polîsên exlaqê’ ve careke din derket holê. Qetilkirina Jîna Emînî, li hemberî mekanîzmayên çavdêriyê yên baviksalariyê yênli ser nixumandina pora jinan veguherî berxwedaneke gerdûnî. Di dema protestoyên Jîna Emînî de yek ji dirûşmeya herî zêde hate berzkirin, dirûşmeya ‘’Jin Jiyan Azadî’’ bû. Ev dirûşmeya ku nîşaneyeke paradîgmaya azadiya jinan a PKK’ê û Rêber Apo ye, bû semboleke berxwedana jinên li seranserê cîhanê. Bi ser qetilkirina Jîna Emînî de sê sal derbas bûn, lê belê ne hêrsa jinan bi dawî bû ne jî polîtîkayên ku pergala baviksalarî yên dixwaze li ser laşê jinan pêş bixe, bi dawî bûn.

Antropologê Fransiz Prof. Christian Bromberger ê pirsên ANF’ê bersivandin, bi xebatên xwe yên akademîk ên li ser pora jinan jî di asta cîhanî de tê naskirin. Prof. Christian Bromberger ê ku li Zanîngeha Aix-Marseilleyê jî dixebite, bi bîr xist ku rejîma Îranê pora jinan weke hêmaneke cazîbeyê qebûl dike û ev yek anîn ziman: ‘’Ji ber vê yekê ji aliyê rejîmê ve xuyakirina pora jinan hatiye qedexekirin; çimkîli gorî vê rejîmê xuyakirina pora jinan ji bo mêran weke rakêşariyê tê dîtin. Lê belê di Quranê de ayeteke têkildarî qedexeya vekirîhiştina pora jinan tune ye. A rastî ev qaîde ji dîrokê hatiye, rasterast têkildarî Quranê nîne.’’

PIŞTRE LI OLAN HATIYE ZÊDEKIRIN

Prof. Christian Bromberger bi bîr xist ku weke dîrokî nixumandina pora jinan li gorî olan cuda bûye û ev yek anîn ziman: ‘’Dema em li Xiristiyaniyê dinêrin, em dibînin ji ji sedsaka 14’an û pê ve di teswîrên Meryemê de pora wê vekirî ye. Dîsa jî kevneşopî, bi armanca parastina jinan ya ji êrîşên mêran e. Di Cihûtiyê de jî piştî sedsala 18’an hin jinên zewicandî pora xwe bi temamî jê dikin û perûk dane serê xwe. Ev yek, semboleke pir bihêz a statûya jinan a di wê olê de ye. Di Îslamiyetê de jî bi heman awayî têkildarî vekirîhiştina pora jinan ayeteke Quranê tune ye. Ez yek,zêdetir weke kevneşopiyeke ‘’çandî’’ xwe nîşan daye; jin ji bo ku pora wan weke hêmaneke rakêşariyê tê qebûlkirin, xwe dinixumînin.’’

ENCAMEKE PERGALA BAVIKSALARIYÊ YE

Bromberger da zanîn ku nixumandina pora jinan bi temamî weke encameke pergala baviksalarî ye û got: ‘’Bes ne li welatên Misilman, li seranserê cîhanê heman feraset heye lê belê di nava civakên Misliman de ev yek xwe zêdetir nîşan dide. Bo nimûne, li gelek deveran fikra ku dema jin îbadetê dikin divê xwe binixumînin, heye. Armanca vê yekê ya sereke, nîşandana teslîmbûna ji Xwedê re ye.  Xweda, tim weke zilamekî birî tê temsîlkirin; ev jî hêza xwe ya esmanî û mezinahiya xwe weke zilamekî li ser jinan nîşan dide. Di dîrokê de fikra ku mêr, jinan weke hevrikekê dibînin û dixwazin bibin xwediyên wan tim serwer e. Ji ber vê yekê, nixumandina jinan, nîşaneyeke kontrolkirina jinan e. Ev feraseta ku roja îroyîn li gelek deveran berdewam dike û veguheriye polîtîkayeke dewletê, encameke mekanîzmaya çavdêriyê ya pergala baviksalarî ye ku dixwaze li ser laşê jinan û azadiya wan pêk bîne.’’

SEMBOLA SERHILDANÊ YA LI DIJÎ DESTHILATDARIYAN

Prof. Chiristian Bromberger da zanîn ku weke dîrokî pora jinan li dijî rejîm û desthilatdariyan weke semboleke serhildanê ye û got: ‘’Erê, weke dîrokî li hemberî vê mekanîzmaya çavdêriyê ya li ser porê, serhildanek e. Di roja îroyîn de em mînakên  redkirina serîtewandina li hemberî mîta cazîbeya jinan a li ser porê tê ferzkirin, dibînin. Ev serhildaneke li hemberî hewla mele û keşîşan ya kontrolkirina bekaret û azadiya jinan e. Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî hatin lidarxistin û yên roja îroyîn jî berdewam dikin, nîşaneyeke vê yekê ye. Şerpa, li ser jinan tim weke amûreke zextê hate bikaranîn. Ev yek bes ne li Îranê, li deverên cuda û bi awayên cuda encameke feraseta pergala baviksalariyê ye ku dixwaze li ser jinan pêk bîne. Li welatên Misilman ev yek hinekî zêdetir e. Mînaka Tirkiyeyê hinekî cuda ye. Weke ku em ji Erdogan û derdora wî dibînin, şerpa û nixumandina jinan jinû ve tê teşwîqkirin û ev yek ji aliyê otorîteya olî ve tê ferzkirin jî.’’

JIN JIYAN AZADÎ VEGUHERÎ SEMBOLA BERXWEDANÊ

Prof. Christian Bromberger di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li gorî civakên Misilman di demên dawîn de ev rewş di nava civaka Kurdan de cuda ye û got: ‘’Têkoşîna jinên Kurd a demdirêj, bû wesîleya rûdana geşedanên mezin. Di nava civaka Kurdan de jinên şervan ên hem li Îranê, hem li Tirkiyeyê û hem jî li dijî rejîmên din şer dikin hene. Ev têkoşîn, di heman demê de di nava xwe de têkoşîna nasnameya xwe jî dihewîne. Tevî vê yekê jî di nava civaka Kurdan de şerpa û nixumandina porê hê jî hene. Li vir jî pora jinan, ji aliyê mêran ve weke semboleke bihêz ya rakêşariyê tê dîtin. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’’ li hemberî nixumandida pora jinan û ferzkirina şerpayê bû sembol û dirûşmeya berxwedan û serhildanê.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN CENEVRE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şengalê goreke komî hate dîtin
Nûçeya Pişt re Rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Sumeye Reşîdî giran bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îsraîlê peyka leşkerî ya nû ‘Ofek 19’ li dora cîhanê bi cih kir

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê da zanîn ku peyka çavdêriya leşkerî ya bi navê Ofek 19…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîlê êrîş bir ser Şamê: Mirî û birîndar hene

Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê baregeha Tûgaya 79’an a li herêma Hercele ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Îranê kolberek kuşt

Hêzên dewleta Îranê li bajarê Bane kolberekî Kurd qetil kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Bi civaka demokratîk re em hişmendiya jiyaneke bê tundî ji xwe re dikin esas’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Rojhilatê Kurdistanê di meha Cotmehê de 4 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Silêmaniyê Komaleya Jinên Serbixwe hat avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?