Têkildarî pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji Akademîsyenên Aştiyê Prof. Dr. Tahsîn Yeşîldere ji ANF’ê re axivî. Tahsîn Yeşîldere diyar kir ku gava ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî avêt girîng e û got, “Desthilatdariya AKP’ê jî bi fikrê ku muxalefetê lawaz bike di destpêkirina pêvajoyê de MHP da pêş û bi vî rengî xwedî lê derket. CHP jî di nav de hemû partiyên din ji bo aştiya li welêt û pêwîstiya bi wê, qebûl kirin ku ev yek xwezayî ye. Gelê Kurd bi salan e ji bo demokrasî, aştî û azadiyê helwestê nîşan dide. Bi banga Ocalan re PKK’ê piştgiriya civakî nîşan da. Eger desthilatdariya siyasî wezîfeyên xwe bi cih nîne, di rêveçûna pêvajoyê ber bi aştiyê ve dibe ku pirsgirêk rû bidin. Di dema pêş de em ê bibînin bê kî alîgirê aştiyê ye, kî hewl dide ji bo berjewendiyên xwe aştiyê bi kar bîne.”
‘JI BO AŞTIYÊ EZ PIŞTGIRIYÊ DIDIM VÊ PÊVAJOYÊ’
Prof. Yeşîldere anî ziman ku weke Akademîsyenê Aştiyê li gel her tiştî ji bo aştiyê û welatîbûna wekhev ew piştgiriyê dide pêvajoyê û got, “Divê pêvajo bi rengekî zelal û demokratîk bê meşandin. Ya rast ev pêvajo pêvajoyeke gelekî dirêj e. Divê her kes bi sebireke mezin piştgiriyê bide pêvajoyê. Li welatên ku pêvajoyên bi vî rengî yên aştiya civakî bi hişmendiya welatîbûna wekhev bi cih anîne, pêvajo ji sê heta 10-15 salan dewam kiriye. Şert e ku mirov bi sebir û alîgirê aştiya civakî ya rasteqîn bin.
YA DESTPÊKÊ DIVÊ DEWLETA HIQÛQÊ YA DEMOKRATÎK BE
Ji bo serketina pêvajoya aştiya civakî ya herî girîng dibînim, paqijiya rê ye. Bi taybetî divê dewleta hiqûqê ya demokratîk jinûve bikeve meriyetê. Yanî mekanîzmayên hevsengî/kontrolê, serxwebûna qanûndanîn/rêveberî/dadgerî, cudahiya hêzan pir pir girîng e. Qanûna Partiyên Siyasî, Qanûna Exlaqa Siyasî, benda hilbijartinê, têgehên maf, hiqûq, edalet, welatîbûna wekhev, edaleta çêker, rûbirûbûna bi heqîqetan, astengiyên qanûnî yên cuda, pêşîgirtian li zext û girtinan, dawîanîna li qeyûman, di serî de Demîrtaş, Yuksekdag, Mizrakli, Kavala û Atalay azadiya girtiyên siyasî, garantiya qanûnî ya ji bo kesên di pêvajoya çareseriyê de bi rengekî zelal diaxivin û gelek mijarên weke van divê bêne nirxandin. Rakirina astengiyên li pêşiya rêxistinî û azadiya fikir û çapemeniyê, dawîanîna li dozger û dadgehên ku di bin zexta siyasî de biryaran didin, divê mijarên sereke bin. Heta ku di van mijaran de pêşketinek nebe ne bawer im ku di nava sîstemeke bi vî rengî de ev pirsgirêk ji holê rabe. Li gel her tiştî jî piştgiriyê didim gavên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd têne avêtin, piştgiriyê didim hewldana aştiyê.”