Pêncşem, 27 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Divê herî zêde dayik xwedî li pêvajoyê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz ê piştî 30 salan hate tehliyekirin, peyama ‘têkoşînê’ da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîthat Sancar, Gulten Kişanak û Çetîn Arkaş bi rojnamevanan re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê ji bo şehîd Serhat Erdem taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê bîranîna şehîdan a bi heybet: ‘Mase bi saya wan hate danîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînatorê Ma Musicê Şerko Kanîwar hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wargeha Mexmûrê ji bo 6 şehîdan sersaxî hatin qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamûşanê ji bo gerîllayê HPG’ê Baz Serhed taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamostayan li dijî darvekirinên Îranê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat di mehekê de 47 Kurd hatin binçavkirin, aqûbeta wan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star şehîdên ku bûne deng û çalakiya azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes seredana sersaxiya li Cizîrê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji dengê Şehîd Helo Dêrsim ‘Leyla’
Kurdistan

Ji dengê Şehîd Helo Dêrsim ‘Leyla’

Strana 'Leyla' ya ku tê gotin, li ser Leyla Qasim hatiye gotin, divê mirov ji Şehîd Helo Dêrsim jî guhdarî bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dem 2018 bû em li hunerê digeriyan. Ya rast di jiyana her gerîlayî de, di lênûska her gerîlayekî de bi têra xwe huner heye, lê dîsa jî me xwest, hîn bêhtir peyda bikin. Di nava lêgerîneke bi vî rengî de gotin “Dengê hevalê Helo gelekî taybet e, divê hûn teqez lê guhdarî bikin”. Ya rast me berê dengê wî bihîstibû, gotibûn “Bi malbatî tevlî partiyê bûn”, her wiha xwişkeke wî jî hebû ku li gel wî tevlî nava refên têkoşînê bû, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Baş e, kî bû? Li ku ji dayik bûbû, li kku mezin bûbû, kengî hatibû çiyayên Kurdistanê, çawa tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûbû Helo Dersim? Rojhilatê Kurdistanê çar demsalên cografya Kurdistanê lê heye, xwedî dewlemendiyeke bi vî rengî ye. Rojhilat xwedî wê bedewiyê ye ku di binê heman ezmanî de çar demsal bi hev re ye, xwedî hemû rengan e, bi çiyayên xwe yên asê, bi deştên xwe yên mîna deryayê berxwedana çandê ya hezaran salî gihandiye vê serdemê. Bêguman ji nava vê bedewiya bêhempa de pirrengî diafire, bandorê li jiyana her mirovekî xwe dike. Ev çanda kûr hesteke xurt a berpirsyariyê dide mirovan.

NAVÊ MILÎSÊ ŞEHÎD LI XWE DIKE

Helo Dêrsim (Keyhan Saedmucîşî) li bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ji ber ku ji malbateke welatparêz bû hîn di temenê zarokatiyê de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Em li paşnavê wî ‘Dêrsim’ dipirsin; gelo eleqeyeke xwe bi Dêrsimê re heye, navê xwe ji wir girtiye yan na?’ Ew dibêje, şehadeta hevalekî bi navê Dêrsim ku milîstî dikir, gelekî bandor li wî kir, li ser vê yekê biryara tevlîbûnê da û navê wî li xwe kir.

DESTPÊKÊ MÎLÎS, PIŞTRE GERÎLA

Beriya tevlî bibe mîlîstiyê dike. Jiyana gerîla weke “Jinûve jidayikbûna xwe” pênase dike. Perwerdeya li vê derê wergirtî jî weke “Perwerdeya destpêkê ya dayikê” dibîne. Biryara xwe ya tevlîbûnê di sala 2013’an de dide û di sala 2014’an de tê qadên gerîla. Awaza dengê wî hesta kûr a çiyê dide mirovan, mirov li ber bayê wê hestê dixe. Bi sekna xwe ya şermok û sempatîk balê dikişîne. Mirov fêhm dike ku ev sekna wî ji ber hurmeta wî ya ji bo mirovan e.

JI BO QEYDKIRINA DENGÊ WÎ

Wê kêliyê li akademiyeke ser bi Fermandariya Akademiyên Apollo perwerdeyê dibîne. Em difikirîn ku li atmosfereke bêdeng li çîroka wî guhdarî bikin. Hingî ev gotina şehîd Koçero Urfa (Metin Arslan)  hat bîra me; ‘Hûn bixwzin bi kîjan hevalî re biaxivin hûn serbest in, tenê perwerdeya li akademiyê sabote nekin’. Piştî ku ji bo qeydkirina dengê şehîd Helo me destûra pêwîst wergirt, em ji qada akademiyê hinekî dûr ketin. Me amadekariyên pêwîst kir û êdî amade bûn. Ji bo şermê ji ser xwe biavêje me demek dananî pêşiya wî, em bi sebir nêzîk bûn. Pirsên li derveyî mijara xwe me lê dikir, ji bo hinekî aram bibe. Dipirse, ‘Bila kamera nebe, tenê qeyda deng hebe?’ Piştî ku me got dibe, me kamerayên xwe rakir. Di vê kêliyê de bi kamerayeke biçûk jî bêyî ku pê bihese me dest bi qeydê kir. Li gel qeydkirina dengê gerîlayekî em dixwazin dîmenê gerîla jî qeyd bikin.

Û DEST BI STRANÊ DIKE

Bi gotina, ‘Dertdet va kulam Leyla, qemet bareme’ destpê dike, şehîd Helo Dêrsim. Cîhan wê kêliyê bi bedewiyeke hîn cuda xemilî. Tê zanîn strana ‘Leyla’ ji bo jina Kurd a yekemîn a hate darvekirin Leyla Qasim hate nivîsandin. Weke ku tê zanîn Leyla Qasim 12’ê Gulana 1974’an li gel 5 hevalên xwe ji aliyê rejîma Baasê ve hate darvekirin û heta niha jî ji aliyê jin û gelê Kurd ve weke sembola azadiyê tê dîtin.

BI KAMERAYÊ DIHESE LÊ BELÊ NASEKINE

Di dema stranê de bi kamerayê diheseke ku qeyd dike, bi rûkenî hewl dide haya me jî pê bike. Şehîd Helo Dêrsim wê stranê ewqasî bi lez distirê ku mirov fêhm nake bê çawa destpê kir û çawa qedand. Piştî ku gotina dawî dibêje, yekser radibe û hewl dide xwe ji pêşiya kamerayê bide alî. Lê cîhan bi dengê şehîd Helo Dêrsim ji bo du deqeyan jî dibe cihekî gelekî cuda…

Gerîla, dengbêj û fermandar şehîd Helo Dêrsim 9’ê Mijdara 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Xwişka wî ya mezin Viyan Helo jî 21’ê Nîsana 2024’an li Qendîlê tevlî karwanê şehîdan bûbû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Prof: Yeşîldere: Divê bi sebir piştgirî ji pêvajoyê re bê dayin
Nûçeya Pişt re Parêzer çûn Îmraliyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Latîn Emerîkayê karesata jîngehê bi awayekî rekor hat tomarkirin

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku fenomena El Nîno û guherîna avhewayê di sala…

Ji aliyê Stêrk TV

4’ê Nîsanê li Moskowayê hate pîrozkirin

Kurd û dostên wan yên li peytexta Federasyona Rûsya Moskowayê dijîn hatin ba hev û…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Xeta Zîlan misogeriya bingehîn a sîstema azadiya jinê ye

Koordînasyona KJK'ê şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û got, "Xeta me ya Zîlan wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Wargeha Mexmûrê ji bo 6 şehîdan sersaxî hatin qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qamûşanê ji bo gerîllayê HPG’ê Baz Serhed taziye hat danîn

Ji aliyê Stêrk TV

Mamostayan li dijî darvekirinên Îranê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilat di mehekê de 47 Kurd hatin binçavkirin, aqûbeta wan nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?