Bi armanca şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî li qada Sûriyeyê nemaze jî yên girêdayî Rojava, rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola Roj a bajarê Çilaxa û herêma Aliyan civînek organîze kir.
Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Rêveber a PYDˊê Hediya Yûsif axivî. Hediya diyar kir ku projeya neteweya demokratîk ji destpêka şoreşê ve bû bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku nûnertiya hemû Sûriyeyiyan dike.
Hediya Yûsif destnîşan kir ku proje di salên borî de rastî êrişên sîstematîk ên dewleta Tirk hatiye.
Hediya destnîşan kir ku berxwedana gelên herêmê, bi hemû cihêrengiya xwe, yekitiya neteweyî parast û li hember teror û dagirkeriyê sekinî.
Di dewama axaftina xwe de Hediya Yûsif anî ziman ku Rêveberiya Xweser ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve hewlên xwe berdewam kirine da ku herêmê ji hewldanên têkbirina projeya neteweya demokratîk, bi rêya lihevkirinên bi hikûmeta demkî re, biparêze.
Hediya anî ziman ku êrişên li ser Rojava bi piştgiriya derve hatine plankirin û bi armanca derbekirina yekitiya gelên Ereb û Kurd bûn. Her wiha Hediya bal kişand ser girîngiya lihevkirina 29ˊê Çileyê di rûbirûbûna van planan de.
Endama Meclisa Rêveber a PYDˊê Hediya Yûsif aşkera kir ku hîna xeterî heye û pêdivî bi aştiya navxweyî û hevgirtina neteweyî ye, ji ber ku yekitî û hevgirtin rêya rûbirûbûna hewldanên derxistina aloziyên nû ye.
Piştre beşdaran nîqaş kir û pirsên xwe der barê lihevkirina 29ˊê Çileyê de kirin.
Civîn bi girîngiya yekitiya gel û hevgirtina neteweyî li hember plan û fitneyan bi dawî bû.

