Colemêrg û navçeyên wê yek ji wan bajaran ne ku dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên şer bi rengekî herî hov lê pêk tîne.
Di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de, bajarê Geverê ji aliyê balafirên şer, helikopter û tankan ve hatibû bombekirin û di encamê de gelek cih hatibû hilweşandin.
Li Colemêrg, Gever, Şemzînan û Çelê leşker û polîs her sal hejmareke zêde ya Kurdan qetil dike û polîtîkaya qirkirina çandî lê pêk tîne.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bajar veguherand girtîgeheke servekirî, li Colemêrgê navê du kolanan guhert û yek ji wan kir kolana Qûdsê û ya din jî kir kolana Xezeyê ku niha di bin bombebarana Îsraîlê de ye.
Qeyûmê AKP’yî ku şaredariya Colemêrgê xesp kir û meclîsa şaredariyê ji holê rakir, wekî biryara meclîsê nîşan da (ku tiştek bi navê meclîsê lê tune ye) û navê kolanan guhert.
Kolana bi hejmar 1009 ku dikeve navbera kolana Altay û Atlilar ya taxa Bûlakê kirin Kolana Xezeyê û dîsa navê kolana bi hejmar 1022 ku di navbera Taxa Bûlak û şaredariya bajarê kevn de ye weke kolana Qûdsê guhert.