Di bîranînê ku ji bo şehîdên Şengalê bi rêzgirtinê dest pê kirî de, axaftvanan bal kişandin ser berpirsyariya dîrokî û têkoşîna hevpar.
Şêx Xelef, di axaftina vekirinê de got: “fermana 74’emîn tenê li dijî Êzidîyan nehat kirin, li dijî hemû Kurdan hate kirin” û diyar kir ku kesên vê rastiyê nabînin di nav gafletiyeke mezin de ne.
Şêx Xelef bang kir ku “ji bo careke din komkujiyeke bi vî rengî neyê jiyîn, divê hemû Êzidî helwesteke zelal nîşan bidin.”
Velî Roj, bi kurtasî tiştên pişt komkujiyê wiha anî ziman: “stratejiya bingehîn a dijmin li ser mezheban parçekirina Kurdan e. Li Zîlanê, li Dêrsimê mirov ji ber baweriyên xwe ne, ji ber ku Kurd bûn hatin kuştin.”
Roj destnîşan kir ku li Şengalê yekane hêza ku li dijî çeteyên DAİŞ’ê sekinî Tevgera Azadiyê bû û bi bîr xist ku di vê pêvajoyê de 400 kes jiyana xwe ji dest dan û got: “girêdana bîranîna van şehîdan deynekê namûsê ye.”
Hevserokê NCDK Skandînavyayê Battal Battî jî bal kişand ser girîngiya tîfaqa di navbera gelan de û got: “kengê tîfaqa di navbera gelan de têk çû, hemû gel bi komkujiyan re rû bi rû man, divê em vê yekê bizanibin.”
Beşdarekî Dûrzî yê ku di çalakiyê de axivî, qala bûyerên li herêma Suwêydayê ya Sûriyê kir û got: “tiştên ku duh Şengalê li ser Êzidîyan hatin, îro li Suwêydayê li ser Dûrziyan tên. Min bi çavên xwe dît ku jin tên revandin.” Axaftvan diyar kir ku komkujî bi awayekî rêxistinkirî ye û anî ziman ku hîna jî didome û ji raya giştî ya navneteweyî sê daxwaz kir:
1. Ji derxistina sîvîlan korîdorek vekirin,
2. Lêkolînkirina biwarên komkujiyê,
3. Ji bo rawestandina komkujiyê tavilê mudaxelekirin.
Merîsîma bîranînê bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.