Platforma Saziyên Demokratîk wê di 4’ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mitînga “Hêvî û Azadiyê” li dar bixe. Mitîng, dê saet di 13.00’ê de were lidarxistin. Tê payin ku ji bajarên derdorê jî gelek kes tev li mitîngê bibin. Kesên dê di mitîngê de biaxivin diyar bûn. Di mitîngê de dê Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Akat Ata û siyasetmedara Kurd Leyla Zana biaxivin.
Qisekerên mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
Kesayetên ku 4'ê Çileyê li Amedê di mîtînga "Hêvî û Azadiyê" de biaxivin diyar bûn.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

