Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêma Dêrazorê Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOl) ên girêdayî QSDˊê çeteyê bi navê Ehmed Mehmûd El Qirşe (Ebû Meaz El Kurdî) ku di nava şaneyên rêxistina DAÎŞˊê ya terorîst de bipirsê teqemeniyane girt.
Daxuyaniya QSD’ê wiha berdewam kir: “Di lêpirsînê de terorîst Ehemd El Qirşe li xwe mukir hat ku wî erebe bombebarkirî amade dikirin. Yek ji wan erebeyan bi rêya xwekujekî li nuqteyeke leşkerî ya hêzên me li bajarê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê di 10’ê Gulana 2024’an de hat teqandin. Di encama wê teqîna xwekuj de 3 şervanên me şehîd bûbûn û 7 şervan jî birîndar bûbûn.
Li gorî lixwemikurhatinên terorîst El Qişre, TOLˊê di operasyonên ewlehî yên cuda de 10 terorîstên din di toreke terorîstî ya girêdayî rêxistina DAÎŞˊê de girtin. Wan 10 çeteyan di demên borî de gelek operasyon, di nava de operasyona terorîstî ya li Şihêl, pêk anîn. Hîna lêpirsîna bi wan re dewam dike.”