Êrîşa çekdarî ya di 13’ê Kanûna 2025’an de ya li i bajarê dîrokî yê li beşên navîn ê Sûriyeyê Tedmurê (Palmîra), leşkerên DYE’yê yên li gel hêzên Koalîsyona Navneteweyî dewriyeya hevpar hevpar dikirin, hedef girtin. Di encama êrîşa berbehs de du leşkerên DYE’yê û wergêrekî sivî jiyana xwe ji dest dan.
Êrîşkar, li cihê bûyerê hate bêbandorkirin. Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CEMTOM) êrîş weke ‘’kemîneke DAÎŞ’ê’’ pênase kir û berdevkekî ji Wezareta Karên Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê jî» diyar kir ku êrîşkar endamekî wan e û wê ji ber fikrên xwe yên tundraw kar bihata avêtin. Trump, anî ziman ku Colanî li hemberî êrîşê ‘’gelekî bi hêrs û aciz e’’ û endamê ewlehiyê yê êrîş pêk anî jî ev 10 meh bûn di Tekîlata Ewlehiya Giştî a girêdayî Wezareta Karên Hundirîn de dixebitî.
Ev bûyer, ji şer û pevçûneke li qadê wêdetir, lawaziyên kûr ên di avaniya ewlehiya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û kapasîteya ku DAÎŞ hê jî dikare êrîşên mezin pêk bîne, raxist ber çavan. DAÎŞ’a bi salan tevî têkçûnên giran jî, ji valahiyên ewlehiyê sûd werdigire û bi êrîşên bi rengê serdegirtinê û surprîz dikare hebûna xwe bidomîne. Bi taybetî jî di serdema derbasbûnê de, faktorên weke entegrasyona ji avaniyên siyasî û ewlehiyê re ya hêmanên cîhadîst ên berê girêdayî Colanî, bûye yek ji wan faktorên ku bandorbûna DAÎŞ’ê hêsan dike. Êrîş, lawaziyên di avaniya mekanîzmayên kontrola sînoran a Sûriyeyê û ewlehiya hundirîn radixin ber çavan û nîşan da ku hebûna hêzên navneteweyî bi tena serê xwe nikare li herêmê aramiyê dabîn bike.
Hebûna DAÎŞ’ê ya di nava Sûriyeyê de, bes bi awayekî rasterast bi êrîşên leşkerî sînordar nîne. Rêxistin, ji têkiliyên berê danûne û valahiyên ewlehiyê yên heyî sûd werdigire, bi taybetî jî li ser têkiliyên xwe yên berê yên bi hêmanên Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) re hewldanên xwe yên têketina nava avaniyên ewlehiyê didomîne. Bûyerên dawîn ên li Palmîrayê rû dane, dubare nîşan da ku DAÎŞ di nava artêş û hêmanên ewlehiyê de xwediyê torên piştevaniyê ye, dibe ku xwediyê şaneyên veşatî be yan jî qet nebe bi awayekî çalak ji kaos û perçebûyîna di van saziyan de rû didin dubare sûd werdigire. Ev tablo, pirsa sereke ya rêveberiya di serdema derbasbûnê de rû bi rû ye tîne rojevê. Gelo rêveberiyeke ku xwe dispêre hêmanên ewlehiyê yên bi asteke mezin rewabûna xwe ji dest dane û lawaz bûne, wê li hemberî rêxistineke ku di mijara bikaranîna kêmasiyên ewlehiyê de xwedan tecrûbeya bi salan e wê di çi astê de saziyên mayînde û xurt ava bike?
Dema mirov ji aliyê stratejîk ve lê dinêre, dibîne ku tiştên ku rû dane nîşan didin ku DAÎŞ hê jî di kûrahiyên Sûriyeyê de xwedan kapasîteyeke ku dikare bibe gefeke mezin. Gotina ‘’rêxistin bi temamî hatiye têkbirin’’ a rejîm û hevalbendên wê dubare derket holê ku ne weke rastiya li qadê ye. Her wiha hebûna hêzên Koalîsyona Navteweyî ya li Sûrîyeyê jî a bi tena serê xwe bi têra jiholêrakirina gefa rêxistinê nake. Berovajî wê, di hemû valahiyên ewlehî û siyasî de DAÎŞ dubare derdikeve holê.
Ev rewş, bû sedem ku têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ji nû ve bibe rojeva sereke ya herêmî û navneteweyî û nîşan dide ku rêxistinê hêza xwe ya jinûvebicihbûnê û pêkanîna êrîşên surprîz parastiye. Di heman demê de bêyî avaniyeke ewlehiyê ya xwecihî ku bikare aramiyê dabîn bike, nîşan dide ku bandora hebûna leşkerî ya navneteweyî sînordar dimîne.
KARTÊKERIYA QSD’Ê
Dı çarçoveyê de xaleke din a balê dikşîne ew e ku aktorên xwecihî û navneteweyî rola Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) ku di têkoşîna li DAÎŞ’ê de hêzeke birêxistinkirî û kartêker e, bi awayekî zanebûnî piştguh dikin. QSD, berovajî avaniyên leşkerî û ewlehiyê yên heterojen û berbelav ên hikûmeta veguhêz, avaniyeke xwedan dîsîplîn û birêxistinkirî ya xwe dispêre tifaqên xwecihî nîşan dide.
QSD’ê, li qadên berfireh ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê leşkerî de DAÎŞ têk biriye, di heman demê de îspat kir ku ev serkeftin bes ne bi hêza çekdarî li gel rewabûna xwecihî, piştevaniya navneteweyî û stratejiyeke zelal pêk hatiye. Dema ku bi artêşa Sûriyeê ya lawaz bûye re tê berawirdkirin, QSD’ya ku kariye saziyên leşkerî û ewlehiyê yên saxlemtir ava kiriye, li herêmên rizgarkirî avaniyên sivîl û ewlehiyê ava kirine û kapasîteya DAÎŞ’ê ya jinûneserdegirtinê bi awayekî cidî sînordar kiriye.
Ji ber vê yekê QSD, li Sûriyeyê bes ne leşkerî di heman demê de weke hêmaneke hevsengiyê ya siyasî û civakî derdikeve pêş.
Siyasetmedarê Misrî Ramî Zahdî ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û anî ziman ku tiştên rû dane, nîşan didin ku qada Sûriyeyê çi qasî tevlihev e û dosyaya têkoşîna li dijî terorê di navbera hesabên bandorbûyînê yên hêzên herêmî û navneteweyî de hatine paşguhkirin. Li gorî Ramî Zahdî, DAÎŞ’ê ji serweriya xakê zêdetir êdî berê xwe daye lawazkirina hemberên xwe û domandina hebûna xwe ya bi êrîşên sembolîk. Ev yek jî jinûvebibîrxistina rastiya nêzîkatiyeke ewlehiyê ya berfireh, koordînayoneke herêmî ya cidî û rastiya ku teror ji kaosê sûd werdigire, radixe ber çavan. Nivîskar û siyasetzan Hasan Bedî jî diyar kir ku piştperdeya bûyerê nîşan da ku DAÎŞ’ê hê jî hêza xwe ya sûdwergirtina ji valahiyên siyasî û ewlehiyê parastiye. Bedî anî ziman ku çareserî bes ne xwesoartina hêzên navneteweyî ye û destnîşan kir ku divê hêzeke xwecihî ya rewa ku bikaribe civak û dewletê biparêze, were avakirin.
Nivîskar û analîstê siyasî Hasan Bedî jî anî ziman ku bûyerê ew rastî raxistiye pêş çavan ku DAÎŞ xwedî wê hêzê ye ku dikare ji valahiyên siyasî û ewlekariyê sûdê werbigire. Bedî diyar kir ku çareserî ne ew e ku mirov xwe bispêre hêzên navneteweyî û got, divê hêzeke xwecihî ya rewa û rêxistinî bê avakirin ku karibe civakê û dewletê bipareze.
Li gorî Bedî QSD vê modelê temsîl dike û bi qasî çekê her wiha pêwîstiya têkoşînê bi vîzyoneke jinûve avakirina ewlekarî û rewatiyê heye.

