Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrîşên dijî bajarokên Zîban û Teyanê ji hêla bermahiyên rejîma Baas’ê de daxuyaniyek da.Di daxuyaniyê de hat gotin ku şaneyên ji bermahiyên rejîma Baasê ya berê û milîsên Dîfa El Wetenî kiryarên xwe yên talaniyê li bajarokên Zîban û Teyanê yên rojhilatê Dêrazorê dewam kirin. QSD’ê diyar kir ku milîsan rêya sereke girtin û êrîşî baregehên ewlehî û saziyên xizmetguzariyê kirin.
QSD’ê da zanîn ku armanca êrîşan ew e ku derbe li jiyana welatiyan bidin, alozî û bêîstîqrariyê li herêmê pêk bînin. QSD’ê diyar kir ku Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê dê bi hemû hêza xwe li hember wan hewldanan tev bigerin, bi ser wan de bigirin û radestî edaletê bikin.
QSD’ê destnîşankirin ku hêzên wan û hêzên Koalîsyona Navneteweyî wê xebatên xwe yên hevbeş bidomînin û derfetê nedin şaneyên DAÎŞˋê ku tev bigerin.
QSD’ê hişyariya xelkê Dêrazorê û hevkariya wan bi hêzên wa re silav kir û got: “Ewlehiya Dêrazorê xeta sor e û dê bi ser her kesên hewl bidin zirarê bigihînin herêmê de bigirin.”