Navenda Ragihadinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên Himûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li dijî bargeheke wan li bajarokê Ebû Hemam li gundewarê rojhilatê Dêrazorê êriş pêk aniye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan dan.
Li gorî daxuyaniyê hêzên hikûmeta veguhêz bi awayekî bêserûber û rasterast bi roket û çekên giran xalên leşkerî û malên sivîlan bombebaran kirin û 3 xalên leşkerî yên li bajêr topbaran kirin. Her wiha di êrişan de dron û dronên xwekuj jî hatin bikaranîn, ku ev yek xeteriya li ser şêniyan zêde dike.
QSD`ê da zanîn ku ew ê tedbîrên pêwîst bigirin da ku van êrişan rawestînin û aramiya herêmê biparêzin.

