Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSDˈê der barê berxwedana li gundewarên başûr û rojhilatê Minbicê û eniya Dêr Hafirê de daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:
“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên başûr û rojhilatê Minbicê, bi taybetî li ser gundewarê Bendava Tişrînê berdewam dikin. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi qehremaniyeke mezin bersiva êrîşan didin û windahiyên mezin digihînin wan.
Duh saet 9’ê êvarê balafireke şer a dewleta Tirk a dagirker 5 êrîşên giran li ser Bendava Tişrînê û gundên derdora wê pêk anîn û hê jî bi obîsan li herêmê didin. Liv û tevgera balafirên bêmirov jî heya nîvê şevê dewam kir.
Dewleta Tirk ji bo baregeheke leşkerî li girekî li herêmên nêzî Bendava Tişrînê ava bike, çekên giran û alavên pêwîst anîn. Yekîneyên Şehîd Harûn bersiva hewldanê da û di encamê de obîseke giran û qaîdeyeke avêtina moşekên Grad îmha kirin. Yekîneyê karwanekî erebeyên leşkerî jî kir hedef û di encamê de kuştiyên dagirker û çeteyan çêbûn. Lê hejmara kuştiyan nehat tesbîtkirin. Çete û dagirkerên ku li girê ku dixwest baregehê lê ava bikin jî reviyan.
Li eniya Dêr Hafirê, li gundê Hebûba jî Yekîneyên Şehîd Harûn li erebeyeke leşkerî ya mezin a çeteyan da. Erebe bi temamî hat rûxandin û çeteyên tê de hatin kuştin. Li bajarokê Dêr Hafirê droneke xwekuj a çeteyan teqiya, lê tu zerar çênebûn. Di heman demê de li asîmanê herêmê tevgera dronên dewleta Tirk a dagirker hebû.
Di 2 rojên dawîn de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li herêmên başûr û rojhilatê Minbicê û gundewarên Bendava Tişrînê derbên giran li çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistibûn, nêzî 72 çete hatibûn kuştin û bi dehan jî birîndar bûbûn. Dîsa gelek panzêr û erebeyên leşkerî hatin rûxandin.”