Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Sîpan Hemo bi fermî dest bi erka xwe ya Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilatê Artêşa Sûriyeyê kir.
QSD’ê diyar kir ku gav pabendbûna hemû aliyên Sûriyeyê ji bo piştevaniya ewlehî û aramiya herêmê nîşan dide.
QSD’ê daxuyand ev tayînkirin di çarçoveya bicîhanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê de tê, hewldanên hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê, şerê li dijî terorê û hêsankirina jinûve avakirin û pêşkeftina domdar nîşan dide, di heman demê de parastina berjewendiyên hemû Sûriyeyiyan û xurtkirina hevkariya neteweyî di asta serokatiya leşkerî ya bilind de ye.

