Ji vê sibehê ve, çeteyên hikumeta demkî êrîşî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.
DESTPÊKA ÊRIŞAN Û BERFIREHIYA WAN
Ji şevê berê ve li gundewarên Tebqa, Mesnûra, Reqa û Dêrazorê şerên dijwar rû didin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û YPJˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi çekên doçka û yên giran bersivê tund didin çeteyan û zirarên mezin gihandin wan.
BERDEWAMA PEVÇÛNAN Û BERFIREHBÛNA ERDNÎGARIYÊ
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, hîna pevçûn dewam dikin, QSDˊê bersivên hewldan û êrişên li têketina bajarê Tebqa dan.
Hemwextî van êrişan, çeteyên hikumeta demkî û çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundewarên Bendava Tişrînê yên gundewarê Firatê topbaran dikin. Êrişên li dijî Bajarokên Baxozê, Şeifê, Sûsê, Hecîn, Ebû Hemam, Xeranîc, Zîban, Dernic, bîrên petrolên yên El Omer û Tenek ên li gundewarê Dêrazorê dewam kirin.
BERSIVÊN MEYDANÎ YÊN QSDˊÊ
QSD û YPJˊê gelek êriş têk birin, 2 tank, 2 wesayîtên zirxî yên doçka li ser, treksek rûxandin û gelek çete kuştin.
QSDˊê li Reqayê çeteyek ji şaneyên DAIŞˊê girt, hewldaneke din a têkbirina ewlehî û aramiyê têk bir, saziyên li Şedadê hatin talankirin.
REVANDIN Û KEMÎN
Beriya çend saetan, çeteyên hikumeta demkî komeke welatî û birîndarên berê xwe didan Hesekê li nêzî gundê Sebah El Xeyr ê gundewarê Reqayê girtin û gule li wan barandin.
DAXUYANIYÊN MAZLÛM EBDÎ
Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî daxuyand ku “Ew hewldanên xwe yên rawestandina êrişan didomînin û bang li gel dikin ku li dora şervanên xwe bicivin, bi ruhekî wêrek û bawerî tev bigerin.”
Ebdî destnîşan kir ku bi navbeynkariya navneteweyî hewldanên aramkirinê hene û di navbera wî û serokê hikumeta demkî Ehmed El Şeri de ji bo nîqaşkirina rawestandina şer, peywendî çêbûye.
HIŞYARÎ Û HELWESTÊN NAVNETEWEYÎ
Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî ji xeteriya fitneyê da û bang kir yekser êrişan rawestînin. Di heman demê de xelkê kantona Cizîrê çalakiya gireva birçîbûnê li pêş baregeha Koalîsyona Navîneteweyî ya li Qesrikê ya li bakurê Hesekê didomîne.
KOÇBERÎ
Di endama êrişên li ser Tebqa, Reqa û gundewarê wê de nêzî 3 hezar malbatên koçberên Efrîn, Şehba û Tebqa ji ber êrişên çeteyan ber bi kantona Cizîrê ve reviyan.

