Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku komeke çekdar ku nehat zanîn kî ne, şeva Şemiyê êrîşî nuqteya hêzên wan ya li bajarokê Hemam ê rojhilatê kantona Dêrazorê kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîş ji aliyê rojava yê çemê Firatê bi guleyên RPG’ê hat kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şervanên QSD’ê bersiva jêdera êrîşê da û xebatên lêgerînê li êrîşkaran û tesbîtkirina nasnameya wan didominin.
Çavkaniyên leşkerî diyar kir ku QSD’ê ji bo parastina şêniyan û rêgirtina li ber binpêkirinên nû, tevgera ewlehî û leşkerî li gelemperiya gundewarê rojhilatê Dêrazorê zêde kirine û nuqteyên din danîne.
QSD’ê diyar kir ku bêdengî serwer e û ragihand ku ew ji bo parastina şêniyan her tim di amadekariyê de ne.

