Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin çeteyên DAIŞ’ê hewl dide sûdê ji êrişên çeteyên hikumeta demkî wergire û girtîgehên çete lê dimînin, bike armanc.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Çeteyên DAIŞ’ê hewl didin sûdê ji êrişên komên Şamê û tevgerên wê yên leşkerî û gefên wê yên domdar ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergire û girtîgehên ku endamên wê lê hatine ragirtin, bikin armanc.
Hêzên me di rewşeke amadebaşî û hişyariyê de ne. Hêzên me ji bo mîsogerkirina ewlehiya girtîgehan û rêgirtina li ber binpêkirineke ewlehiyê tevahî tedbîrên pêwîst girtine û niha rewş di bin kontrolê de ye. Lê berdewama rageşiya leşkerî dibe ku bibe sedema bêîstiqrariyeke giştî. Di encamê de wê ev yek rîskeke rasteqîn li ser ewlehiya girtîgehên endamên DAIŞ’ê tê de ne, çêke. Her wiha dê piştî salan ji berdêlên ku li hemberî terorê hatine dayîn herêmê vegerîne nuqteya sifirê.”

