Duşem, 7 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya zimanê Kurd bû hedefa êrişa çekdarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzîkjen Vedat Yildirim: Eger pêvajo mezin bibe azadî jî wê mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mahfûz Guleryuz: Dem hatiye ku Birêz Ocalan karibe yekser ji civakê re biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê: Pirsgirêka Şengalê ne pirsgirêka ewlekariye ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    36 ciwanên Kurd ji Lîbyayê vegeriyan Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > QSD’ê ji bo ‘diyaloga niştimanî’ bang kir
Rojava

QSD’ê ji bo ‘diyaloga niştimanî’ bang kir

QSD'ê di salvegera yekemîn a hilweşîna rejîma Baasê de ji bo paşeroja Sûriyeyê banga diyaloga niştmanî kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi boneya salvegera yekemîn a hilweşîna rejîma Baasê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Bi boneya salvegera yekemîn a hilweşîna rejîma Baasê em tevahî gelê Sûriyeyê, bi taybetî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Vê rejîmê welat kişand nav karesatê, bi dehên salan zordarî û şêwazên herî hovane yên tundiyê li dijî Sûriyeyiyan pêk dianîn.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji serhildana 12’ê Adara 2004’an ve kontrola ewlehî û leşkerî ya rejîmê şikand. Di sala 2012’an de jî gelê herêmê saziyên tepeserker ên rejîmê hilweşandin û rêveberiyeke sivîl a demokratîk û modeleke bêhempa ji bo rêxistina civakî û dabînkirina xizmetguzariyê ava kir. Di heman demê de, hêzên parastina gel ava kirin ku paşê veguherin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD). QSD’ê ku di şerên rizgarî û parastinê de bi hezaran şehîd dan bûn, hêza herî bibandor û profesyonel di şerê li dijî terorê de.

Tiştê ku hatiye bidestxistin ne ji nişka ve bû, lê berhema rewatiyê ye ku ji gel, ji berxwedan û sekn û ji berdêlên ku keç û xortên herêmê ye ku projeya DAIŞ’ê têk birin û li şûna tevahiya cîhanê deverên berfireh ên Sûriyeyê rizgar kirin. Ev rewatiya ku bi xwînê û bi parastina gel hatiye çêkirin, ew e ku hêzên me di warê parastina ewlehî û aramiyê de dike xwedî cih, rol û berpirsyarî.

Qewitandina rejîma Baasê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salên pêşîn ên şoreşê de derbeyek stratejîk bû ku bandora wê şikand û pergala wê ya ewlehiyê ji jêderên herî girîn bêpar kir, her wiha hêza wê ya domandina sûcan lawaz kir. Hilweşîna rejîmê bûyerek siyasî ya jê rêzê nîn e, lê belê rûxandina feraseta wê bikaranîna desthilatê û paşguhkirina îradeya gel bû. Jinûve hilbirandina vê ferasetê tê ateya vegera heman trajedyayê ku gelên wê berdêlên wê yên giran dane.

Gelê Sûriyeyê ji ber ji hegemoniya Partiya Baasê bi dehên salan berdêlên giran dane. Partiya Baasê dewlet veguherandibû dezgeheke çewsîner û sûc li dijî Sûriyeyan, bi taybetî li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyasetên dûrxistin, birçîkirin, koçberkirina sîstematîk, guhertina demografîk dimeşandin û civakên herêmê ji mafên wê yên herî biçûk bêpar hişt. Serdema tarî divê heta hetayî were tewandin.

Di demekê de ku Sûriyeyî bi avakirina siberojeke nû ve mijul e, hîna jî zimanên provokatîk û kîndariyê dewam dikin ku hin aliyên desthilatê û yên nêzîk wê bi kar tînin û hewl didin heman xîtaba parçebûnê vegerînin. Evanan,  hîna jî bi hişmendiya kêliyê difikirin, bi cidiyet siberoja Sûriyeyê û guhertinên heyî naxwînin. Lê bi israr in ku heman rêbazên ku bûn sedema rûxandina welat û gelê wê ber bi karasetekê ve bir bimeşînin. Ev xîtab êdî nayê qebûlkirin û wê nebe bingeha avakirina welatekî nû, lê belê berdewama rasterast a zihniyeta rejîma ketî û ya vengare ye.

Hilweşîna rejîma ji bo tevahî Sûriyeyan derfeteke dîrokî ye ku welatê xwe ji nû ve li  ser bingehên nû ava bikin. Ji vir em teqez dikin ku pêdiviya pêvajoya bê bi diyalogên nîştimanî yên rasteqîn û giştî û dûrî  dûrxistinê, avakirina peymaneke civakî heye ku mafên azad û wekheviyê mîsoger bikin û rê bi temamî li ber vegera zordarî û despotîzmê bigire.

Tevî ku rejîm hilweşiyaye jî, lê bi sed hezaran koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji mafên vegera li malên xwe mehrûm in. Ev doz dê armanca me ya nîştimanî ya pêşîn be. Eger vegera ewle û birûmet mîsoger nebe, tu çareseriyên siyasî dê adilane û giştî nebin.

Di vê kêliya hestiyar de, QSD’ê piştrast dike ku dê wek hêza bingehîn a parastina gelê xwe bimîne. Wê li hemberî êriş an gefên li ser ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekine. Şervanên me bi rihê xwe ala azadiyê hilda û di rêya parastina rûmeta mirovan de berdêlên giranbuha dan. Em mîrat, meş û berpirsyariya xwe ya parastina ax û gelê xwe û destkeftiyên salên dirêj ên berxwedanê digirin.

Siberoja Sûriyeyê îro dest pê dike, bi derbaskirina hemû amûr û rêbazên feraseta pergala kevn û avakirina Sûriyeyeke nû li ser bingehên azadî, edalet û tevkariyê, dewleta ku layîqî fedakariyên şehîdan û sekna bi milyonan be, destpê dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Asyayê felaketa Mûsonê: Zêdeyî 1.800 kes mirin
Nûçeya Pişt re TEV-DEM: Hilweşîna rejîma Baasê nayê wateya bidawîbûna zilmê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gundên Amêdiyê hatin bombebarankirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Guherzê û Bilava yên Amêdiyê bombebaran kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em rêya Gulistan Tarayan bişopînin’

Xebatkara Çapemeniya Azad Gulistan Tara ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, bi merasîmek…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Derayê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin

Li bejahiya Derayê kesên ku nasnameya wan nediyar, êrîş birin ser dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Kobanê 3 şehîd hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekar 2 roj in ji bo perwerdeya bi Kurdî di çalakiyê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?