Di 10’ê cotmeha 2015’an de DAÎŞ’ê êrîşî mitînga “Aştî û demokrasiyê” ya hêzên ked û demokrasiyê ya li Qada Garê ya Enqereyê kir û 103 kes hatin qetilkirin. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, di meha 109’emîn a komkujiyê de li Gara Trenê hatin bibîranîn. Endamên Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, malbatên kesên hatin qetilkirin û birîndarkirin, Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê, rêveberên bajar û ÎHD’ê tevlî bûn.
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî Berdevkê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Seylan axivî û kesên hatine qetilkirin bibîr anî. Seylan, da zanîn ku tu peywirdarên cemaweriyê yên di dema komkujiyê de gaza îsotê avêtin û bûne sedema mirina gelek birîndaran nehatin darizandin. Seylan, diyar kir ku li qesrên edaletê tenê darizandinên necidî hatin kirin û hat xwestin ku bi ser komkujiyê bigirin.
Hevberdevkê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik jî diyar kir ku ev 109 meh in li edaletê digerin û dê têkoşîna xwe bidomînin. Kocabiyik xwest ku kêmasiyên Bîrdariya Aştî û Demokrasiyê bên temamkirin. Kocabiyik got ku xwîna 103 hevalên wan hêj li meydanê ye û ji bo danişîna dozê ya di 24’ê kanûnê de jî bang kir. Di heman demê de Kocabiyik bertek nîşanî tayînkirina qeyûman jî da.
Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen jî destnîşan kir ku di Komkujiya 10’ê Cotmehê de dewletê polîtîkaya necezakirinê esas girtiye û di dîrokê de qeke qirêjiyekî cih girtiye. Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat jî kesên hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha bang li îktîdarê kir: “Aştiyê qetil nekin.”