Roj di nava dorpêça ewr de maye. Lê dixwaze hilê. Ya rast em naxwazin ku vê gavê hilê. Her çend ew rehma xwe li ser me kêm nake jî em dua dikin ku niha hilneyê. Ewr bi ser de diçe. Destpêkê em xwe bigihînin ser girekî, piştre bila hilê. Kêm maye.
Gerîlayên li pêşiya me Zinarîn û Medya bi kefiya leşkerî ya li stuyê wan gerandî hildikişin. Ew rêberên jiyanê ne. Zinarîn ji Mêrdînê ye, Medya jî ji Kobanê. Du ewladên gelê Kurdistanê ku li çiyê gihîştine hev.
Bala zinarîn diçe ser tehtekî. Diyar e ku wateyê dide wî tehtî. Gelo çima bala wê çû ser wî tehtî. Mîna ku dest bide rûyekî, mîna ku bîranînekê bi bîr bîne, mîna ku bi hevrêyeke xwe ya şehîd re biaxive… Sira xwe dide wî tehtî.
Medya li pêş e, em radipelikin tehtekî din. Û gir hemû li ber me rêzkirî ne. Ji ber ku em li cihê herî bilind in. Gerîla ji gir, ji tehtan hez dikin, ji meşa li ser tehtan hez dikin, distirên, bîranînan bi bîr tînin.
Herdu gerîla rûdinên. Li wan gir, kevir, dar, teht, çiyayên li pêşiya wan rêzkirî temaşe dikin.Xuya ye westiyane ku sekinîn. Bêhn hat ber min, naxwe nikarîbûm xwe bigihînim gerîla…
Ezman şîn bû, roj hewl dide tîrêjên xwe berde ser cîhanê.
Ji bo bêhnê vedim li binê tehtekî rûniştim. Dibe ku veketin hewldana herî baş a niha be. Lê be ne pêkan bû. Bêhndana gerîla zêdeyî 5 deqeyan nîne. Çûn û hatine li wezîfeyê çiqasî giran jî be bêhndan kurt e.
Ezman şîn e. Li ezmên amadekariya baranê heye. Baye tê. Ji ber ku em li ser gir in, dengê xwezayê baş hîs dikin.
Herdu gerîla ketin pey bîranînan. Li ser rûyê wan nêrîneke dûr û dirêj heta Zapê heye. Berê wan li Zapê ye, yanî berê wan li keleha berxwedanê ye…