În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Hûn jî dikarin gelek tiştan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr: Beppe Savary: Eger Tirkiye daxwaza aştiyê dike, divê Abdullah Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rapora ÎHD’ê ya sala 2023’an: Li Îmraliyê hiqûq tê binpêkirin
Rojane

Rapora ÎHD’ê ya sala 2023’an: Li Îmraliyê hiqûq tê binpêkirin

ÎHD di Rpoara Binpêkirinên Mafan a Sala 2023’yan de destnîşan kir ku bi tecrîda Îmraliyê re hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî tê binpêkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tebax 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Rapora Binpêkirina Mafan a Sala 2023’yan eşkere kir. Ji bo eşkerekirina raporê li avahiya Navenda Giştî ya ÎHD’ê civîn hat lidarxistin û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî bûn. 

 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban raporê xwend. Kuçukbalaban diyar kir ku desthilatdariyê ji aboriyê bigire heta tenduristiya civakê her meseleyê kiriye pirsgirêka “ewlehiyê” û pirsgirêka Kurd dibe sedema şer û pevçûnan. Kuçukbalaban da zanîn ku di encama polîtîkayên diqewimin de di sala 2023’yan de di gelek qadan de mafên mirovan hatine binpêkirin. 

 Kuçukbalaban anî ziman ku di sala 2023’yan îşkence bûye yek ji pirsgirêkên bingehîn ên mafên mirovan û bal kişand ser erdhejên di 6’ê Sibata 2023’yan de li Mereşê qewimîn û got mafên mirovan hatine binpêkirin. 

DOZA KOBANÊ

 Kuçukbalaban bal kişand ser Doza Kobanê ya ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê jî di nav de hatin cezakirin û gelek siyasetmedar ji ber fikr û ramanên xwe û ji ber xebatên xwe yên siyasî hatine cezakirin û mafên wan hatine binpêkirin. 

 PARASTINA KUJERAN

 Kuçukbalaban destnîşan kir ku cezanekirin bûye pirsgirêka herî bingehîn a daraza Tirkiyeyê û got: “Pirsgirêka necezakirinê didome. Darizandin bi salan dewam dikin. Faîl nayên darizandin. Faîl ango kujer tên beraetkirin. Dozên ku bi salan didomin, bi cezanekirinê û bi beraetê tên encamkirin. Faîlên ji dozên JÎTEM’ê tên darizandin, bêceza tên hiştin. Hemû dozên salên 90’î bêceza hatin hiştin.” 

  Kuçukbalaban diyar kir ku daraz li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tevger nake û got: “Li Tirkiyeyê darbeya darazê pêk tê. Darbe li mafên mirovan tê kirin. Em li dijî darbeyan in.” 

 Kuçukbalaban bal kişand ser rewşa penaberan û wiha got: “Koçber ango penaber li Tirkiyeyê bi her cure cihêkarî, êriş, îstîsmar û kedxwariyê re rû bi rû dimînin. Rewşa penaberan rê li ber meseleyên civakî yên xeternak vedike. Her cure zextên li ser penaberan rê li ber tabloyek giran a binpêkirina mafên mirovan vedike.” 

 BINPÊKIRINÊN MAFÊN JIYANÊ 

 Kuçukbalaban, wiha got: “Binpêkirina mafê jiyanê di bilançoyên me yên salane yên mafên mirovan de wek mijarek girîng berdewam dike. Polîtîkayên ku tundiyê esas digirin, bicihneanîna dewletê ya peywîra xwe ya parastina mirovan, binpêkirinên ji ber xeta û îhmalan û gelek binpêkirinên din di bin vî navî de hatine destwergirtin.”

‘PIRSGIRÊKA KURD YEK JI ASTENGIYÊN BINGEHÎN ÊN LI PÊŞIYA DEMOKRATÎKBÛNÊ YE’

Kuçukbalaban diyar kir ku pirsgirêka Kurd yek ji astengiyên bingehîn ên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û wiha domand: “Neavêtina gavên hikûmetê yên ji bo çareseriya pirsgirêka aştiyane, demokratîk û adîl, pêşketinên li Rojhilata Navîn rê li ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan, bi taybetî jî mafê jiyanê vedike. Yek ji sedemên herî bingehîn û berçav ên krîza aborî ya Tirkiyeyê lêçûnên leşkerî ne. Avabûneke bi vî rengî ya aboriyê dibe sedema gelek binpêkirina mafên civakî û aborî; beşeke mezin a nifûsê mehkûmî birçîbûn û xizaniyê dike

 TECRÎDA ÎMRALIYÊ 

 Kuçukbalaban bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û ev tişt got: “Bêparhiştina girtiyan a ji van mafên herî bingehîn û diyarnebûna aqûbeta wan bi vê pêkanîna ku bingeha xwe ya hiqûqî nîne, binpêkirina giran a hiqûqa neteweyî ye, di heman demê de hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan e.”

 CPT 

Kuçukbalaban, bal kişand ser serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceya li Ewropayê (CPT) ya di navbera 13-22’yê Sibata 2024’an pêk hat û got: “CPT’yê di nava salan de zêdetirî 10 caran serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê kir û yek jî hêmanên ku qala wan kir jî ew bû ku divê hevdîtina girtiyan a bi malbat û parêzerên re pêk were. 

ÊŞKENCE, MÛAMELEYA NEBAŞ, TEVGERA DERVEYÎ RÛMETÊ

Di sala 2023’yan de li gorî daneyên ku me weke ÎHD’ê tespîtkirin bi komî 5 hezar û 312 kes rastî mûameleya nebaş, êşkence, tevgerên biçûkxistin û derveyî rûmetê û cezayan hatine.”

GIRTÎGEHÊN ‘TÎPÊN BÎRÊ’ 

Kuçukbalaban, anî ziman ku ragirtina girtî û hikumxwaran a li girtîgehên “tîpa birê” yên ewlehiya bilind a di hucreyan de, tengbûna cihê hewadariyê, sînorkirina şertên cihê hewadariyê bi tena serê rêbazeke îşkence û mûameleya nebaş e. 

 Kuçukbalaban ê îşaret bi çalakiya Dayikên Şemiyê kir, bi lêv kir ku pêkanînên astengkirin û binçavkirinê yên Dayikên Şemiyê yên her hefteyê mînaka herî şênber a îşkence û mûameleya xerab e. 

 DANEYÊN SALA 2023’AN

Kuçukbalaban piştre daneyên binpêkirinên mafên jiyanê yên Navenda Dokumantasyonê ya ÎHD’ê ya sala 2023’yan parve kir. Dane wiha ne: 

 “* Ji ber guh nedana hişyariya hêzên ewlehiyê ya “bisekine”, binpêkirina rayeya bikaranîna çekê û êrişên ser çalakiyên civakî de 17 kes hatine kuştin 16 kes jî hatine birîndarkirin. 

* Kesek ji hêla cerdevanan ve hatiye kuştin, kesek jî birîndar bûye. 

* Li herêma sînor 43 kes hatin kuştin, 35 kes hatin birîndarkirin. 

* Di girtîgehan de 42 kes, di bin çavan de 6 kes jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn. 

* Di êrîşên faîlên wan nediyar de 7 kes jiyana xwe ji dest dan, kesek birîndar bû. 

* Di encama şaşî û xemsariyê 369 kes jiyana xwe ji dest dan, 108 hezar û 502 kes jî birîndar bûn. 53 hezar û 227 kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û 107 hezar û 213 kesên di erdehejê de birîndar bûne jî di nava van kesan de ne. Herwiha 58 kes ji ber lêhiyê jiyana xwe ji dest dan û 171 kes jî birîndar bûn. Bi qelîbîna wesayîtên leşkerî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. 

* Di xwekuştinên polîs û leşkeran/ xwekuştinên bi guman de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

* Di êrîşên rêxistinên qedexe de 2 kes hatine kuştin, 4 kes jî birîndar bûne. 

* Endam, rêveberên partiyên siyasî, sendîka, rojnamevan, mamoste/endamê hîndekariyê/xwendekar, karker/xebatkarê tenduristiyê/karmend/biyanî û whd 7 kes di êrişan de jiyana xwe ji dest dan û 176 kes jî birîndar bûn. 

* Di pevçûnên çekdarî de 242 kes jiyana xwe ji dest dan, 58 kes jî birîndar bûn. 

* 285’ê wan jin, 39’ê wan zarok bi giştî 358 kes bi awayekî guman, 4’ê wan zarok, 2’yê wan jin, 6 kes bi awayek guman birîndar bûn. 

* Di bin navê binpêkirina mafê jiyanê yên jinan de 27 jin xwe kuştin, 7 jîn jî ji ber hewldana xwekuştinê birîndar bûn. Di bin navê tundî, tacîz û destdirêjiya di xwepêşandanên civakî de û bi tundiya di nava malan de 349 jin jiyana xwe ji dest dan. Me diyar kir ku 265 jin jî ji ber tacîz, destdirêjî, lêdanê, gef û bi darê zorê ragirtinê birîndar bûne. 

* Di binpêkirinên li dijî mafê jiyanê yên zarokan de 7 zarok di encama xwekuştinê de jiyana xwe jidest dan, 2 zarok jî ji ber hewldana xwekuştinê birîndar bûn. 51 zarok ji ber tundiya di nava malê, dibistanê, tundiya li qadên civakî û destdirêjiyê de jiyana xwe ji dest dan, 805 zarok jî birîndar bûn. 

* Bûyerên mirinên di girtîgehan de di sala 2023’yan de jî dom kirin. Li gorî serdanên li me hatine kirin, li gorî daneyên komîsyona me ya girtîgehan dane hev 42 kes di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Eşkere ye ku hejmra rasttirîn ji vê yekê gelek zêdetir e.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Danişîna doza zilamê ku Yuksel Yargan qetil kir hat dîtin
Nûçeya Pişt re YPC’ê li Antalyayê kargehek şewitand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hesekê bi hezaran jin ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Li Hesekê bi hezaran jinên ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li hev…

Ji aliyê Stêrk TV

Peyama Newrozê ya Hevpeymaniya Rojhilat: Yekîtî pêk hat, serkeftin nêzîk e

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku Newroza 2026’an ji bo gelê Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kampanyaya ‘Sêşema Na Ji Cezayê Darvekirinê re’: Di hefteyekî de 39 kes hatin darvekirin

Kampanyaya ‘Sêşema Na Ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ragihand hefteya borî 2 jê jin 39…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?