Çarşem, 28 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rapora Sibatê: 42 rojnamevan dîl girtî ne
Rojane

Rapora Sibatê: 42 rojnamevan dîl girtî ne

Li gorî rapora meha Sibatê ya DFG’ê 42 rojnamevan dîlgirtî ne. DFG’ê got: “Em bang li hemû kesî dikin ku piştevaniya rojnamevanan bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Adar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li dijî Rojnamevanan a meha sibatê eşkere kir. Di raporê de DFG’ê diyar kir ku Rojnamevan di meha sibatê de jî rastî binçavkirin, girtin, astengkirina şopandina nûçeyan û mûameleya xerab hatine û wiha got: “Her wiha em behsa rojnamevanî û rojnamevantiya ku derbarê wan de doz tê vekirin û tên cezakirin dikin. Dîsa saziyên medyayê yên ku hewl tê dayîn bi cezayên RTUK’ê bên bêdengkirin, nûçeyên ku xwegihandina wan tên astengkirin û naverokên medyaya dîjîtal jî di rapora me de mijarên sereke ne. Lê belê di meha sibatê de yek ji mijarên herî zêde li ser nîqaş hate kirin, binçavkirina rojnamevanan û mûameleya li wan hate kirin bû.”

Bi domdarî DFG’ê destnîşan kir ku binçavkirina Rojnamevan Kîbriye Evren û Selamet Tûran a di 9’ê sibatê de, binçavkirina 5 Rojnamevanan a di 13’ê sibatê de li Îzmîrê û binçavkirina 3 Rojnamevanan a di 27’ê sibatê de li Wanê bû mijarên herî balkêş ên meha sibatê. DFG’ê wiha domand: “Berdana rojnamevanên li Îzmîrê ya piştî pêvajoya binçavkirinê ya 4 rojan a bi şertê kontrola edlî û hefsa malê tê wateya ‘Em we berdidin lê em we hefsî malê dikin û nahêlin hûn rojnamevaniyê bikin.’ Bûyera ku em dibêjin nayê xwestin ku rojnamevan nûçeyan çêbikin tam jî ev e. Ji bilî van binçavkirinan girtina nûçegihanê PÎRHA’yê Dîren Keser a di 28’ê sibatê de li Mêrsînê careke din nîşan da ku desthilat çiqas ji rojnamevanan ditirse. Revandina Silêman Ehmed a li Herêma Federe ya Kurdistanê ku 132 roj in agahî jê nayên girtin jî dide nîşandan ku PDK’ê azadiya çapemeniyê çawa bin pê kiriye.”

Di berdewamê de DFG’ê wiha got: “Meha sibatê di heman demê de bû meheke berdana hin rojnamevan jî. Yek ji van rojnamevanên hatin berdan jî Hevseroka me ya Komeleya Rojnamevanên Dîcle û Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû bû. Piştî dîl girtina 10 mehan Muftuoglû azad bû. Organên darazê yên bi helwesteke dijminane hewl dan, wê di girtîgehê de bigirin, li dijî rastiyên derketin holê bêçare man û neçar man Dîcleyê berdin. Lê heta ku em vê pirsê jî nepirsin nikarin xwe bigirin. Dîcle Muftuoglû 10 mehan ji bo çi di hefsê de hate ragirtin? Organekî darazê yê ku bersiva vê pirsê bide heye? Dibe ku Dîcle niha di nava me de be lê em ê çi li 10 mehên ku ji azadiya wê hatine dizîn bikin, em ê bi têgeheke hiqûqê ya çawa îzah bikin? Ev rewş ne tenê ji bo Muftuoglû ji bo hemû rojnamevanên di girtîgehê de tên ragirtin derbasdar e. Belê rast e dibe ku rojnamevanên di meha sibatê de hatin berdan çêbûn lê hêj gelek rojnamevan di nava çar dîwaran de ji azadiya xwe bêpar in. Ev ecêbiya hiqûqê li qada azadiya raman û îfadeyê ya li welat weke lekeyeke reş disekine. Ji ber vê yekê em dixwazin ku rojnamevanên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin demildest bên berdan.”

Daxuyanî wiha dom kir: “Dema em behsa azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê dikin, mixabin bi rastiya rojnamevanên ku weke dijmin tên dîtin re rû bi rû ne. Desthilat bi giştî di pozîsyoneke ku ji rojnamevanan hez nake û hewl dide nûçeyên çêdikin asteng bike de ye. Ji bilî vê yekê nûçeyên têkildarî desthilat û alîgirên wê krîmînalîze dike û hewl dide ji holê rake. Difikirin ku bi astengkirineke bi vî awayî dê rastiyan veşêrin. Bêguman zext û astengî dibe ku di astekê de rojnamevantiyeke bitendurist asteng bike lê di rastiyê de nikare rojnamevanên nûçegihaniyê dikin û birûmeta xwe li pey heqîqetê ne bisekinîne. Em vê rastiyê bi awayekî zelal dibînin. Tevî her tiştî jî rojnamevanên bi rûmet ji bo mafê gel ê agahdarkirinê biparêzin dest ji rojnamevantiyê bernadin. Me meheke din li pey xwe hişt. Em hêvî dikin ku rojnamevan di mehên biharê de bikaribin di hawîreke xebatê ya azadtir de karên xwe bikin. Ji bo ev yek pêk were em diyar dikin ku divê hikûmet dawî li polîtîkayên xwe yên zext û çavtirsandinê yên li qada azadiya çapemeniyê, azadiya raman û îfadeyê bîne. Em ji bîr nekin ku “çapemeniya azad, tê wateya civaka azad”. Em nikarin li cihekî ku rojnamevan ne azad in qala civakeke azad bikin. Ji ber vê yekê em hemû beşên civakê vedixwînin ku bi rojnamevanan re di nav piştevaniyê de bin û mafê xwe yê agahî wergirtinê biparêzin. “

Daneyên di raporê de hatine eşkerekirin wiha ne:

BINPÊKIRINÊN MAFÊN EWLEHÎ Û JIYANÎ YÊN ROJNAMEVANAN

Rojnamevanên Rastî Êrîşan Hatin: 4

Serdegirtina Malên Rojnamevanan: 11

Rojnamevanên Hatin Binçavkirin: 13

Rojnamevanên Hatin Girtin: 3

Rojnamevanên Rastî Tundiyê Hatin: 9

Rojnamevanên Hatine Astengkirin: 5

Li Girtîgeha Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan: 1

BINPÊKIRINÊN LI SER AZADIYA FIKR Û RAMANÊN ROJNAMEVANAN

Rojnamevanên Ku Rastî Lêpirsînan Hatin: 8

Rojnamevanên Doz li Wan Hatine Vekirin: 4

Rojnamevanên Hatine Cezakirin

* Hejmara Kesan: 9

* Cezayê Hepsê: 20 sal û 6 meh û 18 roj

* Cezayê Pereyan: 35.920 TL

Rojnamevanên Dozên Wan Didome:

*Hejmara Dosyayan: 53

* Hejmara Kesan: 95

* Hejmara Rojnamevanên Girtî (4’ê adara 2024’an): 42

ASTENGKIRIN Û SANSURA LI SER SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ

Cezayên RTUK’ê

* Hejmara Weşanan: 6

* Hejmara Cezayan: 9

* Rawestîna Bernameyan: 3

* Cezayên Pereyan: 3 %2 İdari, 2 %2 cezayê pere, 1 %3 cezayê pere

* Biryara Qedexeyên Weşanê: 11

ASTENGKIRINA XWEGIHANDINA ÎNTERNET-DIJÎTAL MEDYAYÊ

* Malperên Înternetê yên Hatine Girtin: 1

* Nuçeyên Hatine Qedexekirin: 30

* Astengkirina Xwegihandina Tora Dîjîtal: 51

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Operasyona Ewlehiyê: Hêzên Ewlekariya Hundirîn 47 çete girtin
Nûçeya Pişt re Li Îranê kampanyayên hilbijartinê dest pê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bavê Rûken: Serê me bi şehadeta wê bilind bû

Felemez Zawî bavê Rûken Zelal ku di çalakiya fedaî de bi Sara re şehîd bû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên li ser rêya koçberiyê: Berxwedana li dijî zilmê!

Fatma Naso, Fadîle Reşo û Mûh Derwîş ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Şehîd Zelal her tim pêşeng bû’

"Me derbarê şehîd Zelal de li gelek tiştan guhdarî kir. Ew şoreşgera pêşeng a têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Çalakiya nobetê ya li dijî projeya GES’ê ya li Arzoxliyê di roja 7’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?