Zanyara siyasetê Fatma Bostan Unsal mijarên pêkanîna aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û gavên cihê baweriyê yên ku divê komîsyon biavêje ji ANF’ê re nirxand.
Fatma Bostan Unsal destnîşan kir ku komîsyona ji bo çareseriyê li meclîsê ava bûye ji bo pêkhatina aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd divê gavên şênber biavêje.
Unsal bal kişand ser zimanê hikumetê yê li ser meseleya Kurd û anî ziman ku rast nîne, mesele bi giranî di çarçoveya efû û ceza de pêşkêşî civakê bê kirin û ev nirxandin kir:
“Li şûna ku ji gel re bê nîşandan ku di vê meseleyê de ewqasî windahiya mirovan, windahiya aborî çêbû, Tirkiye ji dewleta hiqûqê dûr ket û bi vî rengî gel bê îqnakirin, hewl tê dayin ku li ser bingeha ‘tawîz nehatiye dayin’ gel bê îqnakirin. Çanda siyasî li Tirkiyeyê xusûsên ‘danûstandin’ û ‘lihevkirinê’ nade pêş. Ji ber vê yekê ji siyasetmedaran heye ku li cihê xwe çiqasî bisekine wê ewqasî jî destketiyan bi dest bixin.
Beriya darbeya leşkerî ya sala 1980’î krîza hilbijartina Serokkomariyê hebû û wê demê meclîs 100 carî li hev kom bû û nekarî Serokkkomar hilbijêre. Lewma dema mirov vê yekê bi bîr bînin, hingî dikarin wateyê bidin hewldana mezin a desthilatdariyê ya li ser îqnakirina gel a ji bo ‘nedana tawîzê’. Lê belê ji ber ku Tirkiye salên dûr û dirêj e ji nava demokrasiya wesayitê derketiye, divê êdî pêwîstiyên çandeke siyasî ya cuda bi cih bê anîn.
Lewma ji bo avakirina paşerojeke aştiyane û aram divê sedemên esasî yên meseleya Kurd û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên ji ber vê yekê rû dan di ber çavan re bêne derbaskirin, li ser vê bingehê birîn bêne pêçandin, axaftin bê kirin. Ya rast dema ku Serokkomar qala şaşitiyên dewletê kir ên weke Girtîgeha Amedê, ‘Toros ên Spî’, valakirina bi zorê ya gundan, kuştinên kiryar nediyar, hingî gava destpêkê avêt ku sedemên bingehîn ên meseleya Kurd bêne fêhmkirin. Girîng e ku vê yekê dewam bike.”
Fatma Bostan Unsal diyar kir ku yek ji xusûsên herî girîng ên meseleya Kurd qedexekirina zimanê Kurdî û travmayên ji ber vê yekê ye.
Di vê çarçoveyê de jî nirxandineke bi vî rengî kir: “Timî tê bîra mirovan, dayika ku bi Tirkî nizanîbû dema ku li girtîgehê serdana kurê xwe dikir û bi Kurdî diaxivî yekser dest lê dihate werdan, hem li kurê wê hem jî li dayikê dixistin, cezayên cuda dibirîn, yan jî dayika ku tenê du gotin hîn bûbû, tevahiya hevdîitnê tenê digot, ‘Oğlum… nasılsın?’ (Kurê min tu çawa ye?). Ewqasî travmatîk nebe jî li meclîsê pênasekirina Kurdî bi gotina ‘Zimanê nayê zanîn’ an jî astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayika Aştiyê li komîsyonê, van travmayan bi bîr dixîne, ku divê werin jibîrkirin. Kurdî zimanekî xwezayî ye ku hin welatiyên me yên Kurd bi kar tînin; Divê di nava jiyana rojane yan jî saziyên fermî de ev xwezayî xwedî cih be.”
Fatma Bostan Unsal işaret bi girîngiya vegotina vê pêvajoyê ji civakê re kir û destnîşan kir ku di siyaseta hundirîn û aştiya civakî de serdemeke cidî heye, di demekê de ku pirsgirêka Kurd, krîza aboriyê, afetên xwezayî û kêmasiya baweriya bi saziyan bandorê li hev dikin, gelekî girîng e ku li Tirkiyeyê aştiya navxweyî pêk were.
Fatma Bostan Unsal diyar kir ku rêya rizgariya ji vê rewşê vegera li dewleta hiqûqê ye, meşandina siyaseta demokratîk e.”