32’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku ji bo bîranîna Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê Îlona 1992’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve li Amedê hat qetilkirin tê dayîn, li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoyê merasîm têne lidarxistin.
Aktîvîstên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Buroya Hiqûqê ya Asrin, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM), Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), hejmareke zêde ya rojnamevan û gel beşdseî merasîmê bûn. Malbatên xebatkarên çapemeniya azad Çetîn Abayay, Nazîm Babaoglû, Burhan Karadenîz, Nûjiyan Erhan, Necmettîn Salaz, Engîn Kişîn, Kemal Kiliç, Mazlum Erencî, Azîz Koyluoglû, Nesrîn Teke, Rohat Aktaş, Huseyîn Denîz, Orhan Karaagar, Nazim Daştan, Metin Goktepe jî amade bûn.
Pankarta “Bîranînên wan rêya me ronî dike” li hola ku merasîm lê hate lidarxistin hate daliqandin, wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz û xebatkarên din ên çapemeniya azad ên ku ji salên 1990’î hatine qetilkirin hatin daliqandin. Pêşangehek wêneyên ku ji arşîva çapemeniya azad hatine berhevkirin jî li ber deriyê holê hate danîn.
NAMEYA RÊBER APO
Rêber Apo nameyek ji bo merasîma 32’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad şand. Abdullah Ocalan di nameya xwe de hevdîtina xwe ya bi aqilmendê Kurd Mûsa Anter re vegot û diyar kir ku Mûsa Anter taybetmendiya rêgezî afirandiye.
Rêber Apo di nameya xwe de ev tişt anî ziman:
“Divê atmosfera salên 1970’iyan, ji aliyê Kurdan ve baş bê fêmkirin. Înkar di asta bilind de ye. Ji xwe rev, di asta herî bilind de ye. Ji bikaranîna navê Kurd jî rev heye. Înkar serwer e. Heta behskirina navê wan jî tê wê wateyê ku tu her tiştî winda bikî. Di destpêka salên 1970’yiyan de, min xwest veguherîneke dîrokî bikim. Min gava xwe ya yekem bi çûna komeleyan li Stenbolê avêt. Min biryar da ku ez navê ‘Kurd’ bikar bînim û min bikar anî. Her wiha li wir min Musa Anter cara yekem dît. Ew cara yekem û ya dawîn bû ku min ew dît.
Apê Mûsa pir biqîmet e, pir nirxdar e. Ew yek ji wan kesan bû ku piştî salên 1940’î dengê xwe bilind kir. Dibe ku ew piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn yekane welatparêzê cidî bû. Ew bi tena sere xwe wekî partiyekê tevgeriya. Ew nîv sedsalekî bi tena sere xwe wekî partiyekê tevgeriya. Dibe ku wî partî ava nekiribû. Lê wî hewl da ku bi rêya edebiyatê ji bo Kurdan hin tiştan bike. Di wêjeyê de Yaşar Kemal çi be ew jî ew e. Yaşar Kemal di Tirkî de ew di Kurdî de. Ev pir biqîmet bû. Di vê wateyê de, ew xwedî taybetmendiyeke bingehîn e. Û ji ber vê yekê, ew ji hêla kontrayan ve hate kuştin.
Di hevdîtina me ya li Stenbolê de, her çend kurt be jî me derfet dît ku em bi hev re bimeşin. Şîretên wî ji bo me hebûn. Got: “Li xwe miqate bin.” Me hewl da ku vê yekê bikin û em hîn jî dikin. Bi vî awayî em gihîştin roja îro.
Em niha bi armanca aştî û civakeke demokratîk pêvajoyekê dimeşînin. Serkeftina wê hewldaneke dilsoz û hêja dixwaze. Bawerî û hêviyên min ên mezin ji bo serkeftinê hene.
Divê neyê ji bîrkirin, dema ku gotin bi heqîqetê re werin ba hev pir bi bandor, afirîner û karîger dibin. Li gor vê heqîqetê, di pêkanîna berpirsyarî û ked dayînê de endamên hêja yên çapemeniyê, xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ne.
Ez şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr tînim. Ji hemû endamên çapemeniyê yên ku li ser şopa Musa Anter dimeşin û ji bo pêkanîna îdealên wî têdikoşin re serkeftinê dixwazim.”