Yekşem, 29 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    PÎK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çîna karker êdî bi propagandayên mîlîtarîst ên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan naxape’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbata wî sê kes li benda ‘mafê hêviyê’ ye: Bila biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê êrîşên li ser Dihok û Hewlêrê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana şîna girtî Taşar hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK ji bo Kongreya Azadiya Îranê ya li Londonê careke din hate vexwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê gelek êriş

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rêber Apo: Ez bawerim ku wê ciwan bi rola pêşengiyê rabin
Rojane

Rêber Apo: Ez bawerim ku wê ciwan bi rola pêşengiyê rabin

Rêber Apo ji ciwanan xwest, ku xwe bi rêxistin bikin û got, "Di vê demê de ku nirxên bingehîn ên mirovahiyê bi êrişên modernîteya kapîtalîst re rû bi rû ne, ez bawer dikim ku ciwan wê bi rola pêşengiyê rabin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meclîsa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclîsa Xwendekarên Azad a Stenbolê (ISOM) bi sernavê “Di civaka sosyalîst de rola ciwanan” panelek lidar xistin. Panel li Dika Hunerên Pêşandanên Avê ya li navçeya Fatîh a Stenbolê pêk hat û gelek ciwan tevlî bûn. Li panelê pankartên bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî” û “Em xwe bi ruhê hevrêtiya komunalîst bi rêxistin dikin, azad dibin” hatin daliqandin.

Piştî axaftina destpêkê ya panelê peyama Rêber Apo hate xwendin. Peyama Rêber Apo bi vî rengî ye:

“Di serî de kedkarên vê zemînê ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê ciwanan ve lê tê nîqaşkirin, civata hevrêyên komunalîst ên ciwan û hemû ciwanên ku li ser bingeha hevrêtiya komunalîst têdikoşin bi hezkirineke kûr silav dikim. Pêvajoyên avakirina civakî tenê bi tevlîbûn û pêşengiya ciwanan dibe. Ciwan hêza dînamîka bingehîn a guherîn, veguherîn û nûbûnê ye. Têkoşînên siyasî û civakî dema ku ciwan barê wê yê îdeolojîk hilnegirin û di pratîkê de bi rêxistin nekin, şensê xwe yê serketinê gelekî kêm e. Lewma civaka ku ciwanên xwe ji dest daye, ji civaka têkçûyî jî wêdetir civakeke ku mafê xwe yê hebûnê ji dest daye. Rewşa berevajî vê jî rast e; ciwanên ku civak û civakîbûna xwe ji dest daye, paşeroja xwe jî ji dest daye. Li cihê ku civakîbûna sosyalîst û serketina têkoşîna wê nebe; rizandin, jihevbelavbûn û tinebûn çêdibe. Kesayet tenê weke parçeyekî civakeke rêxistinbûyî bi wate dibe û civak tenê bi kesayetên rêxistinbûyî dikare hebe.

XWE BI RÊXISTIN BIKIN, HER DERÊ BI RÊXISTIN BIKIN

Avabûna civakî, civaka sosyalîst û azadî tenê bi rêxistinbûnê pêkan e. Her hebûn, eger li cih û di dema xwe de bi derfetên heyî xwe bi rêxistin neke, zû yan jî dereng wê tine bibe. Beriya niha min gotibû, ‘Li her derê xwe bi rêxistin bikin, her derê bi rêxistin bikin’. Ev yek ne tenê pêwîstiyeke siyasî ye, di heman demê de ji bo hebûna civakî û azadiyê mecbûriyetek e ku bivê nevê divê pêk were. Dilxwaziya azadiyê meyleke xwedî dînamîka ciwantiyê ye. Pêşengiya ji guherîn û veguherîna civakî ya dîrokî re, encameke xwezayî ya meyla azadiyê ye. Hilgirtina vê mîsyonê ji tercîhekê wêdetir mecbûriyetek ji bo azadî û jiyana bi wate ye. Garantiya azadiyê û hebûna civakî jî bi rêxistiniya civakî pêkan e. Ji ber vê meyl û dînamîka azadîparêziyê ya ciwanan, kujerê kastîk di herikîna dîrokê de bi her rê û rêbazên dejenerekirin û rizandinê êriş bir ser ciwanan.

EZ BAWER IM KU CIWAN WÊ BI ROLA PÊŞENGIYÊ RABIN

Bi têkoşîna kolektîf û hişmendiya rêxistinî ya ku xwe dispêre hevrêtiya komunalîst hêz û enerjiya dînamîk a ciwanan dikare bibe îradeya guherîn û veguherîneke damezrîner û avabûnê. Çawa ku azadî di nava dînamîzma ciwanan de ye, azadî û civakîbûn jî taybetmendiyeke ji sosyalîzmê ye. Di vê serdema hilweşîna kapîtalîzmê de gelekî hêja ye ku ciwan sosyalîzma demokratîk, jinûve avabûn û rêyên têkoşînê nîqaş dikin. Ev nîqaş û nîqaşên bi vî rengî li gel dewlemendiya fikrî wê rê û rêbazên nû yên têkoşînê bi xwe re bîne. Di vê demê de ku nirxên bingehîn ên mirovahiyê bi êrişên modernîteya kapîtalîst re rû bi rû ne, ez bawer dikim ku ciwan wê bi rola pêşengiyê rabin. Li ser vê bingehê hevrêyên ciwan hemûyan ên ku têkoşîna sosyalîzma demokratîk dimeşînin careke din bi hezkirin silav dikim û serketinê ji wan re dixwazim.”

Piştî ku peyam hate xwendin, panel li çapemeniyê girtî dewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li herêma Serhedê rêya 3 hezar û 46 gundan ji ber berfê hate girtin
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari: Aştî bi hesabdayina Komkujiya Roboskî dikare pêk were
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 6’emîn de ye

Şêniyên Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê li hemberî dorpêçê, girtin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Enqereyê herî kêm 30 xwendekar hatin binçavkirin

Li Enqereyê di serdegirtina malan de bi hinceta tevlî çalakiyên şermezarkirinê bûne herî kêm 30…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê re hevdîtinek pêk anî

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnaw re hevdîtinek pêk anî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

PÎK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li DYE 8 mîlyon kes Trump şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK’ê êrişên li ser Başûr şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?