Omer Ocalan ji Ajansa Mezopotamya re axivî û qala naveroka hevdîtina 26’ê Sibatê kir. Malbatan li Îmraliyê bi Rêber Apo, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Mahmût Yamalak re hevdîtin kiribûn.
Omer Ocalan da zanîn ku hevdîtina wan nêzî 2 saetan dewam kiriye, heta niha bi Rêber Apo re 6 caran hevdîtin kiriye û rewşa wî ya tenduristiyê jî baş e. Omer Ocalan, wiha got: “Di hevdîtinê de gelek mijar nirxand. Di hevdîtina ewil de mijarên Îran, Sûriye û Iraqê nirxand û pêşdîtinên xwe parve kir.”
Bi domdarî Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtinê de li ser tevdîrên ku hewce ye li pêşberî van bûyeran bên girtin sekiniye û wiha pê de çû: “Serok, di hevdîtinên berê de gotibû ku divê gelê me tevdîrên xwe bigire, saziyên me tevdîrên xwe bigire ji ber ku Iraq çûye, Sûriye ji hev belav bûye û ji vir şûnde dê heke Îran xwe li ber çavan derbas neke û demokratîk nebe dê mudaxile li Îranê were kirin. Em, niha di qonaxa duyemîn a wê mudaxileyê de ne. Mudaxileya ewil, bi şerê 12 rojan dest pê kir. Mudaxileya heyî jî berfireh e, li erdnîgariyeke berfireh belav bûye û mudaxileyeke mezin tê kirin.”
Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Apo ji aliyekî ve ji hêla azadiyê û ji hêla din ve jî ji aliyê ewlehiyê nêz dibû û wiha gotiye: “Gelo em ê ewlehiya gelê xwe çawa bikarin biparêzin û gelê xwe çawa azad bikin? Têkiliyeke sîmbiyotîk di navbera van her du têgehan de heye. Heke hûn ewlehiya gel biparêzin, di rêya azadiyê de hûnê gavekî girîng biavêjin. Wê demê hûn azadiyê biqîmet dikin û watedar dikin. Lêbelê ferasetên ku li erdnîgariya me, li Kurdistanê û welat rê li ber komkujiyên mezin vedikin çi ne? Divê em vê pir bi aşkerayî bibêjin; fatûreya daxuyaniyên şoven, nêzikatiyên gefxwarinê giran dibin. Gel bedela vê dide.”
Bi domdarî Omer Ocalan anî ziman ku ji bo banga Rêber Apo pratîk bibe qada siyaseta demokratîk di nava hewldanan de ye û divê nîqaşên heyî derbasî qonaxeke nû bibin. Omer Ocalan, wiha pê de çû: “Serok, di hevdîtinê de got ku pêvajoya heyî giran dimeşe. Got ku her çend giran bimeşe jî zemînek ava kilriye. Dibêje ku asta heyî qadek ji siyaseta demokratîk re vekiriye. Her wiha Sero got; ‘Heta niha me her tiştek got û ji vir şûnde pêdivî bi gavên pratîk heye.’ Hem ji bo tevgera siyasî ya Kurd hem jî ji bo wan teorî pir girîng e. Civîn, konferans hene û kongre tên lidarxistin. Li bajar û navçeyan rêxistinî heye. Dibêje ku êdî pêdivî bi gavên pratîk, gavên şênber heye. Pêdivî bi polîtîkayeke şênber heye. Divê em encamekî bi dest bixin û ev peywira her du aliyan e. Erk û berpirsyartiyên her du aliyan hene û Serok dibêje ku zemîna vê çêbûye, qadek jê re vebûye û hem saziyên me hem jî partiya siyasî dikare gelek tiştan bike.”
Omer Ocalan, di hevdîtinê de bal kişandiye ser rêveberiyên herêmî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Meseleya rêveberiyên herêmî meseleyeke girîng e. Serok, di hevdîtinê de li ser vê mijarê sekinî. Anku li rexekî rêveberiya navendî, li rexa din jî pêdivî bi verastkirinên zagonî ya têkildarî rêveberiyên herêmî heye. Serok, got ku ji bo rêveberiyên xwecihî bêhtir çalak bin, divê demildest verastkirinên zagonî di vê mijarê de bên kirin. Serok, behsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir û birêz Ahmet Turk kir. Got ku divê vegere ser peywira xwe. Serok, wateyeke mezin dide bidawîkirina sepana tayînkirina qeyûman.”
Di berdewama axaftina xwe de Omer Ocalan destnîşan kir ku Rêber Apo têkildarî mafê hêviyê jî axiviye û ev tişt anî ziman: “Serok got; ‘Mafê hêviyê girîng e. Di Meclisê de li ser meseleya statuya min hate axaftin. Bêguman statuya min girîng e. Divê ev mijar bê zelalkirin. Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e.’ Di wê navberê de birayê wî Mehmet Ocalan kete navberê û got; ‘Gelê me êdî dixwaze hûn ji vir derkevin û di şert û mercên azad de bijî.’ Serok jî di wê navberê de got; ‘Derketina min a ji vê derê derketina gel e. Derketina gel jî derketina min e.’ Anî ziman ku hewceye di vê mijarê de verasetkirinên qanûnî bên kirin. Ne tenê li ser meseleya xwe, her wiha gelek caran bal kişand ser mafê hêviyê jî.”
Omer Ocalan ragihand ku Rêber Apo girîngiyeke mezin dide rêveberiyên herêmî yên li Rojava, xwe bi xwe birêvebirina Kurdan û bi awayeke adilane parvekirina dahatan û got: “Serok, hêj destpêkê ve ji bo Kurdên li Sûriyeyê bikarin xwe ser pêyan bigirin, têdikoşe. Têkoşîneke mezin dide. Hewl dide di van şertên giran de dîplomasiyê bimeşîne. Serok, bernameyên girîng datîne pêşiya partiya me. Di mutabeqeta dawî de rola Serok Apo pir mezin e. Serok Apo, beriya niha jî gelek nirxandin têkildarî tevahiya Sûriyeyê û Rojava kir. Dibêje ku dewletên heyî divê ji holê rabin. Hinek alî propagandaya dewletê dikin û şerekî psîkolojîk ê mezin li dijî tevgera azadiyê û siyasetmedaran dimeşînin. Lê belê ev tişt tiştên bêwate ne. Gelê me bedelên giran dide û kedeke mezin tê dayin.”
Omer Ocalan got ku wan di hevdîtinê de ji Rêber Apo re gotine ku di dema êrişên ser Rojava de li Ewropayê gel daketiye qadan û li dijî qirkirina dihat xwsestin were kirin rabûye ser pêyan. Omer Ocalan, got: “Serok Apo, silavên xwe ji gelê me yê li Ewropayê dimîne re şand. Got ku xebatên wî yên têkildarî wan jî hene, li bendê ye di vê mijarê de verastkirineke qanûnî were kirin û ji bo vê kedê dide. Got; ‘Bi taybet jî silavên min ji gelê me yê li Ewropayê re bike.’ Ji bilî vê, me behsa Kurdên li Anatoliyaya Navîn û Anatoliyeyê jî kir. Silavên Serok Apo ji bo wan hebûn. Serok Apo got ku pêvajoya çareseriyê ji bo hebûna wan girîng e. Got; ‘Wan heta niha jî hebûna xwe parastiye.’ Em tenê bi Anatoliyaya Navîn re bisînor nemînin; ji tevahiya gelê me yê li tevahiyha Anatoliyayê , yê ji serdema Osmaniyan koçber bûn lê hêj jî hebûn û nasnameya xwe parastî re silavên xwe şand. Got; ‘Êdî amûra serdema nû siyaset e, siyaseta demokratîk, hiqûq e. Divê ew jî bên di bin sîwana DEM Partiyê de xebatên siyasî bimeşînin.’”
Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtinê de li ser zimanê Kurdî jî sekinî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Serok Apo got; ‘Zimanê Kurdî girîng e.’ Serok got; ‘Heke mejiyek hatibe parçekirin, ziman jî parçe dibe. Heke hêza we ya siyasî tune be, hêza we ya çandî jî nabe. Heke hêza we ya rêxistinkirî nebe, wê demê hûn nikarin zimanê xwe jî li ser pêyan bigirin.’ Hewceye ji ewil em hêza mejî û siyasî bêhtir çalak bikin ku bikarin ji hêla çandî û nasnameyê ve nirxên xwe biparêzin. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin, Kurdî çalaktir bikin. Heta dema em li wir bi Kurdî axivîn, got; ‘Ev 27 sal in li vê derê me. Ev 30 sal in bi tu kesekî re rast û dûrist bi Kurdî neaxivîme. Lê Kurdiya min ji ya we baştir e.’”

