În, 13 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari li nexweşxaneyê serdana Çîçek Otlû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şal weke ‘sûc’ hate nîşandan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Newroza Stenbolê wê bibe nîşaneya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a li qadê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Soncan Gedîk piştî 32 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şehîd Salih Muslim li Kerkukê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salih Muslim li Mexmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Soran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê leşkerekî Fransî mir, komeke Iraqî gef xwar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin
Kurdistan

Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

Hate ragihandin ku Rêber Apo di hevdîtina dawî de bi giranî li ser mijara tundiya li nava civakê, bi taybetî jî tundiya li dijî jinê sekinî ye û destnîşan kiriye ku bi serketina pêvajoyê re ew ê ji bo pêşîgirtina li tundiyê bi qadî deh wezaretan kar bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Ajansa Welat, Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ragihand ku Rêber Apo di hevdîtina dawî de li ser pirsgirêkên civakî, bi taybetî jî tundiya li nava civakê, tundiya li dijî jinê rawestiya ye. Hate ragihandin ku Rêber Apo bi rêya çapemeniyê bûyerên civakî dişopîne û zêdebûna bûyerên di navbera kes, malbat û eşîran de bala wî kişandiye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêber Apo gotiye, “Ez pê dihesim ku tundiya di nav civakê de di rewşeke awarte de zêde dibe. Bi taybetî tundiya li hemberî jinan di asteke bilind de ye. Ez bi vê yekê gelekî diêşim.”

Li gorî vê yekê, Rêber Apo di hevdîtinê de diyar kiriye ku yek ji mijara herî zêde li ser sekiniye jî tundiya di nav civakê de ye û nirxandinek bi vî rengî kiriye: “Sedemek min a ku ez zêde li ser pêvajoya çareseriyê disekinim jî ew e ku ez bikaribim dest biavêjm van pirsgirêkan û li ser çareseriya wan rawestim. Ku em merheleya yekemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbas bibin wê dor bê van mijaran jî. Ez soz dikim ku di demek kin de bi qasî deh wezaretan kar bikim. Mijara ez pêşiyê li ser bisekinim jî wê tundiya di nav civakê de be. Divê li hemberî vê mijarê tedbîrên zagonî, civakî, exlaqî û çandî bên girtin.”
 
Têkildarî tiştên demildest bên kirin jî Rêber Apo destpêkê bang li her kesî kir û got, “Ez ji kesên min guhdar dikin re dibêjim ku li hemberî hevdu bi awayek exlaqî dest ji çekan berdin. Divê gotineke ku hevdu biêşînin jî nebêjin hev. Pirsgirêkan bi aqil û axaftinê çareser bikin. Ez tundiya di nav malbatê de, di navbera malbatan de, di navbera eşîran de û di navbera civak û bajar de red dikim, derveyî exlaq dibînim.”

Rêber Apo bang li her kesên hestiyar kir ku li hemberî vê tundiyê rol bigirin ser milê xwe û li hemberî vê pirsgirêkê têbikoşin. Hate ragihandin ku Rêber Apo di vê mijarê de gotihe, “Her kes û hevalên di vê mijarê de dixwazin berpirsyariyê bigirin jî divê meseleyê mîna berpirsyariyek exlaqî bibînin û di asta herî jor de rol bilîzin. Ez vê yekê ji hemû welatparêz, heval û rêhevalan dixwazim. Min berê digot ku em destûr nedin, tenê kesek jî di vê pêvajoyê de jiyana xwe jî dest nede, em serketî ne. Ji bo wê divê dawî li vê tundiya civaka me perçe dike bê berdan û tundî li aliyekê divê gotineke xirab, mirov diêşîne jî neyê gotin.”

Li ser berpirsyariya siyasetê ya di vê mijarê de jî Rêber Apo xwestiye ku pêwist e têkoşînek xurt bê meşandin. Rêber Apo sedema vê tundiyê wekî bêrêxistinbûyîn destnîşan kiriye û bal kişandiye ser van xalan: “Min çend caran hişyarî kirin. Divê civak bê rêxistinkirin. Rêxistinbûyîn pêwist e heta yekîneya herî biçûk a civakê bê berfirehkirin. Ev civak ne civakeke bê îhmalkirin e. Têkoşîna herî mezin a demokrasiyê rêxistinkirina gel e.”

Rêber Apo di hevdîtinê de balê dikişîne ser rola DEM Partiyê ya di siyaset û rêxistinkirina civakê de û wiha didomîne: “Di merhaleya duyemîn a pêvajoyê de ez ê bi vê mijarê re mijûl bibim. Potansiyeleke mezin a DEM Partiyê heye. Pêwist e ji xwe bawer be. Partiyeke diyarker e. Dixwazî bila tifaqa Cûmhûr dixwazî bila ya Milet bê ser kar bêyî DEM Partiyê nabe. Ji bo vê divê civakê rêxistin bike û ji xwe bawer be. Potansiyela wê li derdora ji sedî 20’an e.”
 
Li gorî agahiyên Heyeta DEM Partiyê parvekirin Rêber Apo di hevdîtina dawî de herî zêde li ser zagona ji bo entegrasyonê bê derxistin rawestiya ye û ji hemû kes û derdorên demokratîk xwestiye ku berpirsyariyê bigirin û ked bidin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lêkolîna SAMER’ê: Piraniya hilbijêrên DEM Partiyê piştgiriyê didin hevdîtinan
Nûçeya Pişt re Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xwediyên Xelata Aboriyê ya Nobelê diyar bû

Daron Acemoglu, Simon Johnson û James A. Robinson îsal hêjayî Xelata Aboriyê ya Nobelê hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistina Efûyê: Divê berpirsyarên komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê hesab bide

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, bang li hikûmeta Şamê kir ku berpirsyarên komkujiyên Elewiyan darizîne.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dîlokê civîna jinan: Ji bo serketina pêvajoyê bêtir xwe birêxistin bikin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di civîna jinan a li Dîlokê de axivî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji bo şehîd Salih Muslim li Kerkukê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kûbayê piştrast kir ku bi DYA’yê re hevdîtin tên kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê nasnameyên 5 şehîdan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?