Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît beşdarî Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haber TV bû, qonaxa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û şerê li Rojhilata Navîn nirxand.
Em bi pêvajoyê destpê bikin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk salek li pey xwe hişt û em ketin sala wê ya duyemîn. Di vê pêvajoyê de gelek geşedan qewimîn û gav hatin avêtin. Derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û karibe azad bixebite hûn dikarin çi bibêjin?
Destpêkê dixwazim hezkirin û silavên xwe pêşkêşî Rêber Apo bikim. Wekî ku we jî got, ji Newrozê re tenê çend roj mane. Bi vê boneyê Newroza Rêber Apo pîroz dikim. Wekî ku her kesî jî qebûl kiriye, yê ku Newroz gîhand wateya wê ya rast Rêber Apo bû. Jixwe gelê me ji niha de qadan tije dikin û li her derê pîrozbahiyên bi heybet ên Newrozê destpêkirine. Di pîrozbahiyan de peyama derketiye pêş bi Rêber Apo re azad bijîn. Di vê wateyê de ez gelê me jî silav dikim. Ez di wê baweriyê de me ku 21’ê Adarê bi beşdariyeke mezin û bi heybet mîna referandûmê derbas bibe.
Ger em bên ser pirsa we. Jixwe pêvajo di rojevê de ye û cihê xwe yê di rojevê de berdewam dike. Di atmosfereke wisa de pêvoja tê nîqaşkirin ku Rojhilata Navîn di nava agir de ye û gelek geşedan hene. Yanî ev pêvajoya ku em tê de ne, girêdanas wê ya bi geşedanên Rojhilata Navîn re me timî anî ziman. Rêber Apo jî ev yeke anî ziman. Rêber Apo ne tenê aliyê wê yê rojevî, aliyê wê yê dîrokî, şerê li Rojhilata Navîn, rewşa xwe, komplo navneteweyî û geşedanên piştî wê, atmosfera şer a ku hewl didin biafirînîn û hwd. ji hêla Rêber Apo ve hatiye ronîkirin. Geşedanên ku her roj diqewimin bi rastî Rêber Apo piştrast dikin. Di çarçoveyê de ez her kesî vediwînim ku Rêber Apo baştir fam bikin, bixwînin, nîqaş bikin û nirxandinên berê lêkolîn bikin. Li Tirkiyeyê di çarçoveya pêvajoyê de nîqaş tên kirin û gotinên wekî ku nû kişf dikin hene. Lê ne wisa ye. Rêber Apo van hemû di demek nêz de danî holê û hem jî aliyê vê yê dîrokî bi taybetî piştî Komploya Navneteweyî û sala 2000’an pê ve xisûsên ku Rêber Apo anîbû ziman bûn. Niha di serî de siyaseta Tirkiyeyê, lîder û partiyên siyasî bêtir dikevin ferqa wê. Em di nirxandinên wan de vê yekê dibînin. Herî dawî Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş hin axaftin kir. Me ew axaftin girîng dît. Ji bo çi? Di rastiyê de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û şêweya wê ya li herêmê, yanî em vê dibin heta şerê kendavê sala 1991-92’an lê Numan Kurtulmuş di nirxandina xwe de vê yekê bi destwerdana DYE’yê ya Iraqê dide destpêkirin. Bi rastî ne wisa ye. Ev Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a ku li ser Rojhilata Navîn tê ferzkirin, qonaxa wê ya duyemîn bi Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo pêk hat, destpê kir. Di her kes vê yekê baş zanibe. Ev tp çi wateyê? Di rastiyê de di navbera gelan de şerek tê armanckirin. Di navbera Farsan û Kurdan, Ereban û Kurdan, Tirkan û Kurdan de şerekî derxin û hewldan senaryoya vê yekê wê demê têxin meriyetê. Armanca Komploya Navneteweyî şerekî ku di navbera Tirk û Kurdan de sed sal berdewam bike derxînin. Rêber Apo ji roja yekem ev yek deşîfre kir, danî holê û pêşiya wê girt. Nîjadperest gelek caran dibêjin, “Kurd tên bikaranîn û nizanim çi”. Ne wisa ye. Gotina Ecevît gelekî navdar e. Dema ku Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kirin û pêvajoya radestkirinê destpê kir, Ecevît got “Me fêm nekir bê çima Apo radestî me kirin”. Bi rastî li Tirkiyeyê ew şovenîzm û zîhniyeta wê ya qirkirina Kurdan dîtina rastiyê asteng kir. Geşedana ku hatinê em vê fam dikin; di vê nêrînê de derizandinek, şikestinek heye. Ev geşedaneke erênî ye, di aliyê gelê me de geşedaneke erênî ye. Ez dixwazim bi vî awayî bi pêvajoyê ve girê bidim; belê saleke bi fedakarî û kedeke mezin a Rêber Apo em di pêvajoyekê de ne. Rêber Apo ji vê re got ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Rêber Apo di daxuyaniya 27’ê Sibatê de anî ziman ku derbasî qonaxa duyemîn bûne. Yanî em di qonaxeke wisa de ne. Ez dikarim wisa bibêjim. Em di pêvajoya amadekariya qonaxa duyemîn de ne. Ev yek bi aliyê din ve pêş dikeve. Bi gavên ku dewlet bavêje re girêdayî ye. Rêber Apo heta niha pêwîstiyên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêk anî, atmosfera derûnî amade kir, fesixkirina PKK’ê pêk hat, biryara veguherîna stratejîk hat girtin û ev hemû bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve hat girêdan. Ez dixwazim vê bibêjim; gavên ku heta niha ji aliyê ve me hatin avêtin bi vî şertî û pêwîstiyê re pêşketin. Ev çi bûn? Divê Rêber Apo bi asta ku azad bixebite. Rêber Apo karibe siyasetê bike. Rêber Apo di vê pêvajoyê de bi asta ku çalak bibe. Em di noqteyeke wisa de ne. Di aliyê me de. Di aliyê komîsyonê de wekî tevger, me rexneyên xwe kirin. Me anî ziman ku rapor ne di asta hêviyên dihatin kirin de ye. Lê Rêber Apo derbarê xebatên komîsyonê de jî nirxandin kir. Got ku “Dibe ku gelek kêmasiyên vê raporê hebin, lê pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û encamên ku têkoşîna me ya 50 salan derxistine holê ji bo di bin banê meclisê de têxin rojevê, komîsyon raporek bi vî rengî amade kiriye gelekî girîng e”. Yanî heta niha bi refleksên ewlehiyê, yanî tenê li ser artêş, polîs û îstîxbarat dimeşe, guherandina polîtîkayên çewisandina têkoşîn û azadiya Kurdan girîng dît. Me jî vê gelekî girîng dibînin. Yanî tespîta Rêber Apo ya ku bi vê rapora komîsyonê re ev pirsgirêk bûye parçeyeke siyasetê di aliyê me de girîng e. Ji bo qonaxa ku hatinê dikarim vê bibêjim. Yanî heke hûn bibêjim di vê pêvajoyê de em di kîjan qonaxê de ne? Hatine rewşa girêdayî gavên ku îradeya siyasê bavêjin. Qonaxa beriya niha di rastiyê de ji bo em bên vê qonaxê bû. Ji bo siyaset vê pirsgirêkê nîqaş bike û zemîna hatiye avakirin. Yanî ne di noqteyeke ku gelekî paş de ye. Ne wisa ye. Em wisa nabînin. Lê em difikirin ku giran dimeşe. Em difikirin ku belavî demê tê kirin. Geşedanên li herêmê diqewimin û tirsa ji van geşedanan, belê raste rast bandorê li pêvajoyê nake lê em fêm dikin ku rayedarên dewleta Tirk, beşek girîng di nava bendewariyê de ne, yanî bi dîtina geşedanan dixwazin tevbigerin. Em hinekî talûkeyê di vir de dibînin. Pêvajoya Aştî û civaka demokratîk a ku Rêber Apo pêşxistiye pêngaveke stratejîk e. Bi qasî ku nekin qurbaniya geşedanên rojevî û geşedanên konjonktor girîng e. Ev bi paşeroja gelên Tirkiyeyê, xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk re têkildar e. Ez bêjim hinekî devgirtî ye. Di daxuyaniyên heta niha de çi gotin? Gotin ku piştî Remezanê wê du cejn çêbibin, piştî cejnê demildest wê gavên qanûnî bên avêtin. Hinekî pêvajo hatiye di wê noqteyê de sekiniye. Heke hûn pirsa di aliyê me de bendewariya bingehîn çi ye? Ez dikarin wisa bibêjim; Di nêrîna Kurdan de Rêber Apo, Kurdistan bi xwe ye. Yanî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azad bixebite û karibe siyasetê bike statûya Kurdistanê ye. Jixwe me hemû gavên ku me heta niha avêtin, girêdayî vê bûn. Ev ê wisa bibe.
Em gotina ku paşê bibêjin pêşî bibêjin. Divê her kes baş bizanibin. Di vê mijarê de pêşketin çêbibin, gav bên avêtin, statûya qanûnî, yanî bila wisa nefikirin ku qadro, şervan û milîtanên tevgerê ji bo xwe tiştan dixwazin. Ne wisa ye. Lêgerîneke wisa tuneye. Lê em vê baş dizanin; Rêber Apo tê wateya Kurdistanê bi xwe. Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye, azadiya jinan û azadiya ciwanan e. Ji ber vê yekê em hewl didin ku hin geşedanan bişopînin. Belê rojev tijî ye û bi qasî tê xwestin nikarin bişopînin lê bi qasî dişopînim vê dibînim; mînak hin qanûn tên nîqaşkirin lê di nav de mafê hêviyê yê Rêber Apo tuneye. Ku mafê hêviyê ne mafekî ku hinek din bidin. Mafê hêviyê jixwe mafê Rêbertiyê ye. Yanî ew tuneye. Mînak nîqaş tên kirin û dibêjin; wê kom wisa bên, wê wisa tevlî pêvajoya qanûnî bibin, wê wisa di dadgehê de derbas bibin lê statûya Rêber Apo tuneye. Ev nîqaş bi vê şêwazî ji serî ve tê xitimandin. Hin rayedarên dewletê, hin lîderên siyasî di ferqa vê yekê de ne. Bi rastî ferq kirin ku bê kî vê pêvajoyê pêş dixe, bi kîjan armancê pêş dixe. Ferq kirin ku Rêber Apo welatparêzê rastîn ê Tirkiyeyê ye, heta dawî girêdayî hevrejiyana gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê ye, ji bo vê gevên pêwîst avêt. Êdî nikarin vê rastiyê berovajî bikin, ser wê bigirin û ji nedîtî ve bên. Madem ewqas ronahî û şewqa rojê derket holê, wê gavê divê demildest û ji demê re nehêlin gavên pêwîst bên avêtin. Divê pozîsyona Rêber Apo û cihê wî yê di vê pêvajoyê de bê diyarkirin. Ez difikirim ku heke ev pêk were wê geşdanên din jî di nava demê de pêş bikevin. Ez dikarin van tiştan bibêjim.
Rojeva ku hemû cîhan niha dişopîne, bi rastî şerê li Rojhilata Navîn e. Bi êrîşên berfireh ên DYE û Îsraîlê li ser Îranê re Rojhilata Navîn dîsa hat ber karesateke mezin. Bi ev şerê ku mezin dibe û berfireh dibe re hûn Rojhilata Navîn a ku ber bi karesatê ve diçe çawa dinirxînin?
Nirxandinên me yên li ser şerê Rojhilata Navîn ne nû ne. Heke ez ne şaş bim û bi qasî min xwend, tespîta Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ewilî Rêber Apo kir. Hîn jî hin nîqaş hene ku ev ne şerê cîhanê ye, şerê herêmî ye. Lê hemû geşedan û parametre nîşan didin ku bi giştî nava şerekî kurewî de ne. Belê cudatiyên wê yên Şerê Cîhanê yê Yekemîn û yê duyemîn hene. Di kodên meşandina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de cudatî hene. Bi giranî şerê aborî dimeşe. Yanî bi qasî tê xwestin destwerdanên leşkerî çêdibin. Mesela şerê bejahî bi giranî nayê meşandin. Vediguhere nav parzemînan. Teknolojiya fezayê pir tê bikaranîn. Yên ku pêşketina teknolojiyê di destê wî de ye ew serweriya xwe li ser herêmên din ferz dike. Parametreyên wisa cuda hene. Wekî ku Rêber Apo tespît kir, ev yek wekî encama krîza binyadî ya sîstema kapîtalîst tê jiyîn. Rêber Apo di dahûrandina sîstema kapîtalîst de dibêje ku di demên cuda de pêvajoyên tengezariyê hene û di vê pêvajoya tengezariyê de şer derdikevin. Lê vê carê ev krîza binyadî krîzeke ku nikare bê domandin û pêvajoyeke ku ji aliyê kapîtalîzmê ve jî nayê derbaskirin e. Di vê wateyê de pêvajoyeke ku encamên wê girantir e dijîn. Lê herî zêde li Rojhilata Navîn tê jiyîn. Ji ber ku sîstema ku nebe serwerê Rojhilata Navîn nikare bibe sîstema cîhanê. Ev rastiyeke ku di nava pêvajoya dîrokê de derketiye holê. Jiber vê yekê şer li Rojhilata Navîn kûrtir tê jiyîn û hewl didin bînin asta tundtir û hovîtiyê. Ez dikarim vê bibêjim. Nîşaneya ku şer wê bê vê astê Xezeyê bû. Dikarim bibêjim ku belê li hemberî Îranê bombebaranên dijwar û êrîş hene, lê provaya vê, amadekariya vê û bingeha wê ya psîkolojîk li Xezeyê ava kirin. Bi Xezeyê re civakên Rojhilata Navîn, vaye civaka Ereb û hemû civak elimî û hîn bû. Di vê astê de tundiyeke dibe ku bê jiyîn. Û heman Xeze, divê em Xezebûn û Xezekirinê baş fam bikim. Peyam tenê nedane gelê Filistînê, dane gelên herêmê û Kurdan. Ma ne li Helebê û Rojava hate ceribandin. Bi HTŞ’iyan projeya Xezekirinê xistin meriyetê. Bi tengavkirina Tirkiyeyê re li hin deveran hatin ceribandin. Ev bi rastî bi êrîşan re hewl dan civakan terbiye bikin, kontrol bikin, têxin bin kontrola xwe, îradeya wan bişkînin. Xeze ne tenê gelê Filistînê bû, yanî gelên Rojhilata Navîn di aliyê sîstema hegemonîk a cîhanê de bê çawa dikarin bigirin dest û pêwîst bike bê çawa tuna bikin, çawa di qirkirinê de derbas bikin. Nîşaneya vê yekê bû. Ev pêvajo ji 7’ê Cotmehê ve her ku diçe berfireh dibe û tabloyeke wisa derket holê. Di bernameyên berê de bi qismî min ev yek nirxandibû. Lê di aliyê gelan de dibêjim, pêwîstî bi famkirina û nirxandineke berfireh heye û li gorî vê sekneke polîtîk nîşan bidin. Divê ev yek baş were famkirin. Hevsengiya ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekmîn li Rojhilata Navîn hatibû çêkirin, hilweşiya. Em ji vê re Sykes-Pîcot. Em dibêjin ku bi Peymana Sykes-Pîcot re sînorên hatine çêkirin. Niha ev yek hilweşiya. Me li Sûriyeyê gavên vê yekê dîtin. Niha jî hêza ku li herêmê bihêz e, ez ê ji bo Îranê nebêjim hêzeke hegemonîk, jixwe Îran dewleteke ku demek dirêje di bin ambargoya hêzên navneteweyî de bû û nedihiştin bihêz bibe. Tirkiye heye û Iraq. Ev pêvajo ji Iraqê destpê kir, piştre Sûriye û niha jî Îran. Gelek analîst dibêjin ku piştî Îranê Tirkiye ye. Ev hemû vê nîşan dide. Yanî nexşeyên nê yên siyasî, nexşeyên nû yên fîzîkî dibe ku bên rojevê û tên rojevê. Sîstema navneteweyî, sîstemên kurewî di dema êrîşê de nabêjin “Ez ê vî welatî parçe bikim”. Ev pirsgirêka rewatiyê derdixe holê. Lê armanca bingehîn a Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, ji bo hegemonyaya Îsraîlê li herêmê serwer bikin, pêwîstî bi biçûkkirina welatan dibînin. Divê her kes vê yekê bibîne. Ev bibe nebe, li gorî min Sûriyeyê hat biçûkkirin. Tirkiye vê yekê ji nedîtî ve tê. Mesela Girên Golanê ku dan Îsraîlê ji nedîtî ve tê. Nayê hesabê wê bi Îsraîlê re pev biçe. Sûriye erdê xwe winda kiriye. Li Tirkiyeyê ji ber ku refleksa bila Kurd qezenc nekin, bila Kurd dayika xwe nebîne çavê xwe ji geşedanên herêmê re digire. Di rewşa heyî de dikarim bibêjim ku pêla êrîşan a ku DYE û Îsraîl pêşengiya wê dike heye. Belê hemû hêzên cîhanê beşdar nabin, ne di nava yekîtiyê de ne. Lê ev eşkere ye ku heta ku hegemonyaya Îsraîlê bidin rûniştandin û heta pêk were wê êrîş carna kêm û wê carna dijwar pêk bên. Yanî ev hem ji şêweya hebûna sîstema kapîtalîzma kûrewî pêwîstiyek e û hem jî nikare ji vê vegere. Heke jê vegere wê gavê sîstem hilweşe. Em heta niha dibêjin ku bi pêşengiya DYE’yê sîstema kapîtalîst a kûrewî heye û pêşengiya wê DYE dike, heke DYE ji vê pêngava xwe paşve gav bavêje wê têkçûna xwe qebûl bike û her ku biçe bikeve pêvajoya paşçûnê. Ew vê yekê qebûl nake. Îsraîl piştî ku bi gelên herêmê re hat beramberî hev, heta ku serweriya xwe pêk neyne nasekine. Wê bi êrşên mezin heta bi qirkirinê re dikare rû bi rû bimînin. Me van tiştan nirxandibû. Nirxandinên Rêber Apo derbarê vê mijarê de hene. Rêber Apo ji bo Îsraîl û bi taybetî gelê Cihû perspektîfa ku heke dixwazin azad û bi ewle bijîn, divê ji bo azadî û demokrasiya gelên herêmê jî têbikoşe, daye. Lê sermayeya Cihû ya ku li ser sermayeya kûrewî ye – di vir de teqez tevahiya gelê Cihû qest nakim û aliyekî gelê Cihû hêza demokrasiyê ye- lê tercîha hêzên sermayeyê ku xwe dispêre serweriya teknolojî û pereyan, li herêmê hêza hegemonîk ava bike. Rewş wisa ye. Di vê wateyê de Rojhilata Navîn bi rastî di nava rewşeke pir giran de ye. Divê me re vê yekê bibêje. Dema ku ev Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê meşandin an jî şerê li hemberî Îranê tê meşandin de gotinên hêzên emperyalîst, DYE û Îsraîlê bi rastî gelên Rojhilata Navîn biçûk dibînin. Di rewşeke wisa de ne. Yanî ma mirov dikare têgehên “Em şerekî pir xweş dimeşînin” bi kar bîne? Ma çawa kuştin û xweşik tînin cem hev. Yanî serokê DYE’yê Trump her roj dibêje me ewqas qetil kir, tune kir. Tişta ku ez dixwazim bibêjim li Rojhilata Navîn polîtîkaya qirkirinê tê meşandin. Belê li herêmê 3 hêz hene, 3 alî hene. Aliyek yê ku statukoyê diparêze. Lingê vê mesela Îngîltere ye, Elmanya ye. Yanî vana li Rojhilata Navîn ji guherînê re ne vekirî ne. Yanî di navber hêzên navneteweyî te cudatî hene. Û pêla êrîşê ya nû ku DYE û Îsraîl pêşengiyê wê dikin heye. Em ji vê dikarin çi bibêjin, bi gotina Rêber Apo “kapîtalîzma hov”. Ji vê re dikarin bibêjin ku pêvajoyeke ku kapîtalîzm bûye hov. Û xeta me heye. Rêber Apo piştî 7’ê Cotmehê geşedan dît, sekn û xeta stratejiya entegrasyona demokratîk heye. Dibe ku bi rengekî rojane em li ser Tirkiyeyê nirxandinê dikin. Entegrasyona Rojava ya li Sûriyeyê dikin. Lê belê bi vî rengî dikare bê vegotin. Li ser bingeha demokrasiya xwecihî, rêveberiya xwecihî bûyîna hêza demokrasiyê û hebûnê, bidestxistina mafên rêxistinbûna demokratîk, li ser vê bingehê avakirina sîstema nû ya jiyana bi hev re ya gelan, di nava şer ê heyî de bûyîna alternatîfa li dijî mejiyê netewe dewlet û netewperestiyê. Di civîna Munchenê de çi qewimî bû? Mijareke ku di Civîna Munchenê de hate nîqaşkirin mikurhatina wê yekê bû ku netewe dewlet êdî nikare bimeşe, serdema netewe dewletan qediya ye, sîstema netewe dewletê nikare xwe bimeşîne.
Ya rast beriya vê jî di civînên cuda yên NATO’yê de ev yek hate ser ziman Mirina NATO’yê hate gotin. Ev tê çi wateyê? Ev yek nîşaneya jihevketina sîstema netewe dewletê ya bi serkêşiya Îngilistanê ye. Naxwazim vê bibêjim. Kapîtalîzma global bêyî netewe dewletê nikare hebe. Netewe dewlet forma kapîtalîzma netewe dewletê ye. Hebûna xwe dispêre wê. Lê belê her kes dibîne ku bi rastî jî kapîtalîzm dijminê mirovahiyê ye. Bi rastî jî dijminê gelan e, dijminê jinan e. Sîstemeke welê ye ku li her cihê dixwaze bi bandor bibe bêyî ku guh bide zarokan, xweza û dîrokê asîtê berdide û dişewitîne. Lewma sîstemeke welê ye ku gav bi gav rewabûna wê nemaye. Divê stratejiya entegrasyona demokratîk a Rêber Apo tekez bê fêhmkirin û bicihanîn. Ne tenê ji bo Kurdan dibêjim, dubare dikim. Ji bo jiyana bi hev re ya gelan Ji ber ku stratejiya entegrasyona demokratîk stratejiya neteweya demokratîk bi xwe ye. Neteweya demokratîk tenê bi modela entegrasyona demokratîk dibe, pêk tê.
Trump têkildarî Kurdan hin daxuyanî da. Di êrişên li hemberî Îranê de têkildarî Kurdan planeke xwe ya çawa heye?
Her kes Kurdan nîqaş dike, em hatine wê astê. Em derbasî cîhaneke welê bû ku ji înkarkirina Kurdan êdî hebûna Kurdan tê naskirin û her kes li ser vê yekê hesaban dike. Em di pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Ne tenê li Îranê, li çar parçeyên Kurdistanê, her wiha li derveyî welat dînamîka Kurdan hêza herî dînamîk e, hêza herî polîtîk e, gelê herî bi tevger e. Civaka herî polîtîk e. Bêguman ya ku ev hemû derxiste holê têkoşîna me ya zêdeyî 50 salî ya bi pêşengiya Rêber Apo ye. Eger civaka Kurd îro ewqasî dînamîk, polîtîk bûye, pêwendiya xwe bi rastiya têkoşîna me heye ku bi şehîdan û berdêlên giran kedeke mezin da. Divê her kes vê yekê zanibe. Ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman rengî ye. Pêwîstî bi bibîrxistinê dibînim. Karên me yên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê gelekî kevn e. Bi rengekî neyekser bandora me hebû.
Mînak, hewldanên Rêber Apo hebûn. Dikarim vê bibêjim. Lê belê bi esasî civaka Rojhilatê Kurdistanê rabûna xwe ya herî mezin ji ber xwe ve li hemberî Komploya Navneteweyî pêk anî. Kes neçû wê derê, rêxistinbûn nekir, civa ranekir serhildanê. Girseya civakî ya mezin ku di şexsê Rêbertî de dît ku dixwazin çarenûs û paşeroja wê bê tarîkirin, rabû ser piyan. Ev gelekî hêja bû. Ya rast civakeke Rojhilatê Kurdistanê ya ku xwe di nava têkoşînê de zane kir û bi Rêber Apo re xwe dît, derkete holê. Ji bo Kurdan rastiyeke bi vî rengî afirî. Lewma dikarim vê bibêjim. Belê rabirdûyek jî heye. Mînak, Rojhilatê Kurdistanê li gorî parçeyên din ji aliyê hişmendiya Kurdîtiyê ve cografyayeke ku hîn bêhtir li pêş e. Ji xwe înkareke yekser a etnîkî ya Îranê nîne. Mînak, herêmeke Kurdistanê heye.
Li wê derê pirsgirêk xwerêvebirina Kurdan, pirsgirêka xwe gihandina demokrasiya xwecihî ye. Pirsgirêk ew e ku rejîma Îranê bi giranî xwe weke rejîmeke olî ya Komara Îslamî ya Îranê bi rêxistin kiriye. Lê belê hem di dîroka Kurdistanê de navenda Serhildanên girîng e, navendeke gelekî girîng a hişyarbûna Kurdan e, Mahabad navendeke welê ye. Lê belê di dîroka nêz de, piştî sala 2000’î li dora îdeolojî, fikir, mejiyê Rêbertî hişyarbûnek, rêxistinbûnek çêbû. Ev yek bi rastî jî cihê kelecan û baldariyê ye. Rojhilatê Kurdistanê yek ji wan qadan e ku dixwazim biçim û bibînim. Xwedî taybetmendiyeke xurt a çandî ıye. Lêgerîna azadiyê ya jinê gelekî bilind e. Hûn zanin, ji çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî re herî zêde jinên Kurd, jin ên ciwan ên Kurd pêşengî jê re kirin. Potansiyeleke bi vî rengî heye. Sosyolojiya xwe bi rastî jî hêjayî fêhmkirinê ye.
Li ser vê rastiyê belê gelek hesab hene, lîstik hene. Hûn jî zanin, heman piştî êrişên li ser Îranê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bang kir. Got, bila Kurd rabin ser piyan, eger Kurd jî êriş bike ew ê kêfxweş bibe. Min ji bo vê yekê destpêkê bal kişand ser vê mijarê. Li Rojhilatê Kurdistanê meyleke dewletperestiya netewe ya Kurd nîne ku xwe bi bandora Rêber Apo bi rêxistin kiriye. Dixwaze bibe civaka demokratîk. Kurdên li Îranê jî dixwazin bibin civaka demokratîk. Dixwazin siyaseteke demokratîk bimeşînin. Dixwazin bi hebûna xwe azadiya xwe pêk bînin. Beriya her tiştî divê rejîma Îranê vê bibîne. Lê belê vaye hem daxuyaniyên dema dawî yên rayedarên dewleta Tirk çêbûn, hem jî daxuyaniyên cuda çêbûn. Mînakên min beriya niha dan, qala hebûna provokasyonê tê kirin. Qala sorkirinê tê kirin. Bi vê yekê re hewl tê dayin ku ev bê vegotin. Wê Kurd bêne xapandin. Wê bikevin şer. Nizanim wê bikevin nava lêgerîna dewletbûnê. Belê, ew jî alternatîfek e.
Eger bi komkujiyê bi ser Kurdan ve bê, êrişên qirkirinê bêne kirin, rêyeke cuda nemîne, hêzên xwecihî bikevin nava înkariyeke bi vî rengî, belê Kurd ji bo parastina hebûna xwe wê neçar bimînin ku bikevin nava hin tifaqan. Wê bixwazin li ser piyan bimînin. Lê belê hesab ev e; bi qasî ku ez dişopînim, bi qasî ku dibînim; hewl tê dayin ku hebûna Kurdan a li Îranê, lêgerîna hebûn û azadiyê ya civaka Kurd bi Îranê, bi civaka Fars re bidin şerkirin. Em vê yekê hinekî xetere dibînin. Çawa ku me li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê avakirina jiyaneke bi hev re ya bi gellan re tercîh kir, yanî dikarim bibêjim ku entegrasyona demokratîk, xeteke bi heman rengî ji bo Îran a demokratîkbûyî jî pêwîstî ye. Ji bo vê jî çawa ku me ji bo Tirkiyeyê got, li pêşberî entegrasyona demokratîk pêwîstî bi komareke demokratîk heye, li Îranê jî pêwîstî bi komareke demokratîk heye.
Divê rejîma Îranê demokratîk bibe. Tevgera me ya azadiyê, Rêberê me bi salan e hişyariyê didin Îranê. Ji bo bi avaniya xw eya civakî, bi jinan, bi gelên di nava sînorên xwe de têkiliyeke demokratîk dîne, tevgera me têdikoşe. Ev yek di vê serdemê de hîn şênber bûye. Lewma mirov nikare pêşbîniyeke şênber bike ku wê çi bi pêvajoyê re bê. Lê belê hin bûyer jî çarenûs nîne. Em zanin ku planeke bi vî rengî heye. Ji bo ewlekariya Îsraîlê, ji bo hebûna Îsraîlê ya li herêmê dixwazin Kurdan bikin mertal. Hinek hene ji bo vê soza dewletê didin Kurdan. Rastiyeke li ber çavan e. Her roj rojname dinivîsînin, her roj nexşeyan datînin holê. Rastiyeke bi vî rengî heye. Lê belê vê jî bi şênberî bibêjim; bi qasî ku min Rêber Apo fêhm kiriye, bi qasî ku stratejiya Rêber Apo fêhm kiriye, çawa ku bi dewleteke biçûk a Îsraîlê ewlekariya Yahûdiyan pêk nayê, bi dewleteke Kurdistanê ya biçûk jî ewlekariya Kurdan pêk nayê.
Berevajî, bi sorkirina neteweperestiya li herêmê re Kurd wê her tim bi metirsiya komkujiyê re rû bi rû bimînin. Yekane rêya pêşîgirtina li vê jî xeta entegrasyona demokratîk, stratejiya Rêber Apo ye. Bi vê wesîleyê dixwazim vê yekê dubare bikim. Ji bo Îranê dixwazim destnîşan bikim. Ji bo Tirkiyeyê dixwazim destnîşan bikim. Ji bo tevahiya herêmê dixwazim destnîşan bikim. Ji ber ku dînamîka Kurdan ji 60 milyon mirovî li ser piyan e. Eger Rêber Apo bi rengekî fîzîkî nikaribe dînamîka 60 milyon mirovî bi rê ve bibe, ev dînamîk dikare belav bibe. Garantiya yekane jî Rêber Apo ye ku ev dînamîk derxist holê. Kesekî din nikare bisekinîne. Kesekî din qebûl nake, kesekî din nikare bi rê ve bibe. Çawa ku ji bo Tirkiyeyê mercên azad û karkirinê ji bo Rêber Apo pêwîste, ji aliyê bûyerên li Îranê ve jî heman pêwîstî heye. Yekane hêza ku pêşî li şerê navbera gelan bigire, pêşî li êrişên netewe dewletê yên li ser herêmê bigire Rêber Apo bi xwe ye.
Çend roj berê kedkarê çapemeniya azad, rojnamevan Osman Kiliç ku bi navê Gundî dihate naskirin şehîd bû. We ji nêz ve nas dikir. Ji bo rojnamevan Osman Kiliç dixwazin çi bibêjin?
Beriya her tiştî ez bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna hevalê Gundî ditewînim. Demekê em bi hevalê Gundî re xebitîn. Li heman cihî man. Dikarim vê bibêjim; hevalê Gundî ji ber nexweşiyê şehîd bû. Em gelekî li ber ket, beriya her tiştî dixwazim vê bibêjim. Bûyereke zehmet e. Hevrêyekî me, hevalekî me, hevalekî me yê kar ji ber nexweşiyê şehîd bikeve rewşeke gelekî giran e. Hevalê Gundî dema ku em bi hev re dixebitîn, bi coş û kelecana xwe timî li pêş çavên min e. Nêzî sal û nîvekê, du salan em li heman cihî xebitîn, li gel hev bûn. Min qet nedît ku hevalê Gundî bê moral bû. Çenteyek timî di destê wî de ebû. Bi wî çenteyî digeriya, dixebitî.
Hevalekî gelekî bedew bû ku enerjiya xwe, asta xwe ya moralê dida hevalên xwe. Dikarim vê bibêjim. Yekî xwedî tecrûbe û têgihiştî bû. Hin mirov bi kelecan e, naskine, ruhê ciwantiyê heye, lê ne tiştekî bi vî rengî bû. Mînak, tecrûbeya xwe zêde nîşan nade. Hevalê Gundî li gel vê yekê coş, kelecan û tecrûbeya xwe parve dikir. Zanîbû ku li ku bisekine. Bi rastî jî dikarim vê bibêjim, me dareke çinarê ya xebatên Çapemeniya Azad ji dest da.
Li ku derê çi pêwîstî hebûya li wir bû; nûçe pêwîst bûya dinivîsand, karên burokrasiyê, dîplomasiyê pêwîst bûya ew dikir. Her wezîfe biçûk an jî mezin bi cih dianî. Bê hesab bû, xwedî li wezîfeyê derdiket. Çapemeniya Azad wê bi xurtkirina kevneşopiya çapemeniya azad, têkoşîn, sekna jiyanê û armancên hevalê Gund3ı wê bersivê bide. Careke din bi hezkirin, minet bi bîr tînim.
Çend roj berê yek ji hevrêyên mînak ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û siyasetmedar Salih Muslim jiyana xwe ji dest da. Weke Bavê Welat pêşengê Şoreşa Rojava dihate naskirin. Hûn di vê der barê de dixwazin çi bibêjin?
Bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranîna hevrê Salih Muslim ditewînim. Bavê Welat bi gotina me yek ji sitûnên bingehîn ên Şoreşa Rojava bû. Ji meşandina karekî li cihekî wêdetir, weke ku wek jî got yek ji pêşengên Şoreşa Rojava bû. Ev yek taybetmendiya wî ya herî şênber bû. Bêguman pêwendiya vê taybetmendiya xwe bi têkiliya bi Rêber Apo re heye. Hevrê Salih Muslim piştî ku Rêber Apo nas kir û kete bin bandora fikrên wî, ne tenê li nava Şoreşa Rojava, ji bo azadî û hebûna Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê li refên herî pêş ên têkoşînê cih girt. Wezîfeya dikeve ser milê xwe bi xurtî bi cih anî. Weke milîtanekî tevlî bû, weke kadroyekî tevlî bû. Xeta welatparêziyê gihand asta herî bilind.
Di demên cuda de min hevrê Salih Muslim dît, firsend dît ku wî nas bikim. Gelekî naîf bû, dilnizm bû. Lê belê min ev hêz bi wî re dît, gelekî li ser Rêber Apo kûr dibû. Mînak, parêzname gelekî dixwend. Gelekî dixwend, nîqaş dikir. Mejiyê ku Rêber Apo di parêznameyan de danî holê, ji bo bicihanîna xeta wê ya polîtîk gelekî hewl dida. Mînak vê yekê Bavê Welat kir Bavê Welat. Vê yekê di nirxên welatparêziyê de Salih Muslim gihand asta herî bilind. Ji ber vê jî ji bo têkoşîna me ya azadiyê ya giştî, ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin hevrê Salih Muslim xwedî cihekî bêhempa ye, cihê wî nayê dagirtin.

