Azîz Mihemed Ehmed ku sala 1995’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît, lê guhdarî kir wiha axivî: “Rêbertî, şehîd, şervan, gel û xaka vê şoreşê pîroz in. Rêbertî nirxê pîroz ê vê şoreşê û vî gelî ye. Keda Rêber Apo nayê jibîrkirin. Her mirov divê li gorî derfetên xwe seferber bibe, li ser piyan be.”
Azîz Mihemed Ehmed (61) ji Qamişloyê ye û bavê 7 zarokan e. Kurê wî Dogan Azîz Ehmed di 22’ê Tebaxa 2016’an de di pêngava rizgarkirina Minbicê de şehîd bû. Azîz Mihemed wê demê di nava Asayîşê de bû û tevî kurê xwe di heman çeperê de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kiribû. Birayê wî Îsa Mihemed Ehmed (Xebat) di sala 1994’an de li nava refên PKK’ê şehîd bû.
GEL GIHAND QADA RÊBERTÎ
Azîz Mihemed Ehmed anî ziman ku di salên 1980-1986’an de li Şamê karker bû, di sala 1983’an de PKK’yî nas kir û got, “Min di sala 1983’an de hevalê Rahman Korkmaz (Selîm) nas kir. Bi rêya hevalê Selîm min PKK nas kir. Di sala 1984’an de ji bo Pêngava 15’ê Tebaxê me broşur belav dikir. Di sala 1988’an de di Newrozê de ji bo em gel bibin Qada Rêbertî me rê û wesayit amade dikir. Li Şamê di Newroza 1988’an de di êrîşên rejîmê de mirovekî jiyana xwe ji dest da. Pêvajoyeke gelekî tevlîhev bû, zextên rejîmê zêde dibûn. Hevalê Hamza (Hasan Bîndal) piştî êrîşa rejîmê li Şamê bi gel re civînek lidar xistibû. Hewl dida ku ji gel re qala rastiya rejîmê bike û digot, bêyî berxwedanê mirov nikare bi ser bikeve.”
PKK’Ê XIZMET JI GELÊ KURD RE DIKIR
Azîz Mihemed Ehmed ragihand ku beriya PKK’ê wî gelek partiyên Kurd nas kir û got, “Qala gelê Kurd û Kurdistanê nekirin. Çima ez bi vî rengî dinirxînim? PKK’ê li Şamê di sala 1985’an de hîn dest bi pîrozkirina Newrozê nekiribû. Hin partiyên li Rojava wê salê pîroz kiribûn. Min şahidî ji pîrozbahiya Partiya Pêşeng re kir. Qala Kurdistanê, gelê Kurd nedikirin, mîna şahiyekê pîroz dikirin. Dema ku min hevalê Selîm dît, bi saetan nîqaş dikir. Qala welatparêziyê, xaka Kurdistanê, Kurdîtiyê û zexta dewletê ya li ser gelê Kurd dikir. Ji ber vê yekê PKK’ê gelekî bandor li min kiribû. Ji ber ku armanca wan a esasî xizmeta ji bo gelê Kurd bû.”
HEVDÎTINA DI 15’Ê TEBAXA 1995’AN DE
Azîz Mihemed Ehmed ragihand ku wî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan merak dikir, lewma timî ji yên diçûn gel wî dipirsî û got, “Bavê Şehîd Dîcle Hêjo, Rêbertî dîtibû. Dema ku min Rêbertî ji Hêjo pirsî, wî got ‘Destpêkê birîn dike, piştre birînê dipêçe’. Tişta min ji Hêjo fêhm kir, Rêbertî rexne dikir, lê moral jî dida. Piştî vê diyalogê ji bo min bû hesret ku Rêbertî bibînim. Min gelekî ji hevalan israr kir ku min bişînin gel Rêbertî. Ji broşurên ku me dixwend, ji kasetên ku me lê guhdarî dikir, kêm zêde me Rêbertî nas dikir, lê belê dîtin wê gelekî cuda bûya. Di 15’ê Tebaxa 1995’an de ji bo dîtina Rêbertî em çûn Şamê. Ji Kantona Cizîrê em 52 kes çûbûn, lê belê hejmara me gelekî zêde bû. Diyaloga min yekser pê re nebû, lê belê 5 saetan axivî. Pirsên li Rêbertî dihatin kirin di hişê min de ne. Hevalekî welatparêz pirsî ‘Hûn çima alîkariya madî ji PDK’ê wernagirin?’ Rêbertî jî got, ‘Bila nebin kelem, bila karekî dijber nekin, eger ew bixwazin em ê piştgiriya madî bidin wan’. Dema ku em ji qadê vegeriyan cihê xwe, ji bo min destpêkeke nû bû. Nûbûnên nû lê zêde kir. Min dît ku hêza Rêbertî têra cîhanê dike.”
GOTIN Û PRATÎKA PKK’Ê YEK E
Azîz Mihemed Ehmed destnîşan kir ku kevirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye ser hev wê hilneweşe û got, “Beriya ku Rêbertî û PKK’ê nas bike jiyana gelê Kurd ji rêzê bû, bê wate bû. Naveroka sohbetan jî tijî nebû. Tenê dem diherikî. Beriya naskirina PKK’ê me partiyên li Rojava nas dikir. Aliyekî van partiyan tune bû ku bandorê bike. Gotin û pratîka wan hev nedigirtin. Axaftin û karê wan li hev nedihat. Bi vî rengî nikarîbûn bandorê li gel bikin. Eger dixwest bandorê li gel bike, gel bi wan re be hingî diviyabû axaftin û karên wan mîna hev bûya, lê belê ne welê bû. Gotin û pratîka PKK’ê yek bû. Eger gotin û pratîka hevalê Selîm ne yek bûya, gelo wê bandor li min bikira? Na. Ji hevalê Selîm bi bandor nebûma, ji PKK’ê jî bi bandor nedibûm. Hevalê Selîm PKK’yî bû. Axaftina wî, rabûn û rûniştina wî li mejiyê min neqişiya. Ji ber vê yekê heval hatin qebûlkirin, hatin pejirandin.”
PKK BI KEDÊ MEZIN BÛ
Azîz Mihemed Ehmed bal kişand ser dema destpêkê ya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an û got, “Derxistina Rêbertî ji Sûriyeyê ji bo me gel gelekî bi êş bû, lê belê me zanîbû ku ji aliyê bawerî û siyasî ve PKK ne mîna rêxistinên din e. Berê dijmin dema rêberekî Kurdan digirt, rêxistin belav dibû, dijmin bi ser diket. Me zanîbû ku Rêbertî li zindanê jî be li derve jî be PKK wê dewam bike. Her kesî zanîbû ku wê her sal bi dehan qatî zêdetir serketinê bi dest bixe, her roj wê gaveke din ber bi pêş ve biavêje. Dijmin hesabê vê nekiribû. Jê hebû ku piştî dîlgirtina Rêbertî wê PKK ji hev bikeve. Jê hebû ku kesekî PKK’yî wê nemîne, wê teslîm bibin an jî dest ji dozê berdin. Ketin nava şaşitiyeke mezin. PKK’ê bi îdeolojî, felsefeyekê destpê kir. PKK bi kedê mezin bû. Eger Rêbertî niha ji aliyê fîzîkî ve azad bûya em ê hîn xurt bibûna. Lê PKK têk naçe.”
HER TIŞTÊN VÊ ŞOREŞÊ PÎROZ IN
Azîz destnîşan kir ku Şoreşa Rojava xwedî nirxên pîroz e û got, “Rêbertî, şehîd, şervan, gel û xaka vê şoreşê pîroz in. Rêbertî nirxê pîroz ê vê şoreşê û vî gelî ye. Di her demekê de rêberên dîrokî rabûne. Rêbertî jî rêberekî dîrokî ye. Analîzên wî her tim derbasdar in. Eger ne ji Rêbertî bûya Başûrê Kurdistanê nedibû. Bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek nedihate ser ziman. Pêngava PKK’ê pêngaveke dîroka gelê Kurd e. Gelekî ku beton li ser hatibû rijandin rakir ser piyan. Keda Rêber Apo nayê jibîrkirin. Her kesek divê li gorî derfetên xwe seferber bibe, li ser piyan be. 15’ê Sibatê divê li cîhanê bê şermezarkirin. Bi dîlgirtina Rêbertî xwestin gelê Kurd qir bikin, lê nekarîn vê yekê pêk bînin.”