Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Temellî: Ji bo demokratîkbûna komarê divê gav bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çiyayê Şengalê wê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de bi hevparî were parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Astengkirina tehliyeya Nedîme Yaklav hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED TUHAD-FED û EGE TUHAYDER: Divê girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopê ji bo şehîdan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bêrîtan sembola artêşbûna jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ/YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikumetê -I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Rêberê Gelê Kurd bila azad bibe, ev mesele jî çareser bibe’
Kurdistan

‘Rêberê Gelê Kurd bila azad bibe, ev mesele jî çareser bibe’

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' axivî û destnîşan kir ku muxatabê pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li mîtînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ axivî û bal kişand ser berxwedana gelê Kurd. Keskîn Bayindir got, “Em e teqez bi ser bikevin. Ev têkoşîn, berxwedana we wê teqez bi ser bikeve.”

‘KES NIKARE TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA GELÊ KURD ASTENG BIKE’

Keskîn Bayindir peyamên berxwedan û têkoşînê da û got, “Gelê Kurd ev bajar kir bajarê têkoşînê. Yên ku dest danîne ser îradeya gelê me bila bala xwe baş bidin vê qadê. Ev qad qada azadî û serketinê ye. Bila dewlet vê baş zanibe, ti hêz nikare têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd asteng bike. Çiqasî bi ser me de bên jî nikarin me asteng bikin. Gelê Kurd ê li Ewropayê silaveke germ, silaveke şoreşgerî şand. Em jî silaveke germ ji wan re bişînin. Gelê Kurd li çar parçeyan, li cîhanê ji bo azadiyê têkoşîneke dîrokî dimeşîne. Ev têkoşîn wê azadiya Birêz Ocalan pêk bîne, wê çareseriya pirsgirêka Kurd pêk bîne.”

‘ÇARESERÎ ABDULLAH OCALAN E, NAVNÎŞAN ÎMRALI YE’

Keskîn Bayindir anî ziman ku navnîşana çareserî û aştiyê Rêber Apo ye û got, “Eger wê pêvajoyek hebe, hingî guh bidin dengê Birêz Ocalan.” Keskîn Bayindir diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike û got, “Eger ev tecrîd wê dewam bike, hingî pêvajo derew e, derew e, derew e. Bila gelê me bi têkoşîna xwe piştrast be. Eger hûn dixwazin li vî welatî çareseriyek pêk were, çareserî Birêz Ocalan e, navnîşan Îmrali ye. Ji aliyekî ve tecrîdeke mezin pêk bînin, li aliyekî qeyûm dînin ser îradeya gelê Kurd, li aliyekî operasyonan li çar parçeyên Kurdistanê bikin, li aliyê din jî bibêjin ’em birayên hev in’. Em birayên xayinan nînin. Eger aştî û çareseriyek wê pêk were, navnîşan diyar e.”

‘BILA RÊBERÊ GELÊ KURD AZAD BIBE, EV MESELE ÇARESER BIBE’

Keskîn Bayindir got, “Bila Rêberê Gelê Kurd azad bibe, ev mesele çareser bibe” û bi dewamî got, “Bila Kurdistan azad bibe, gelê Kurd bigihêje armanca xwe. Em dest bi berxwedaneke dîrokî dikin. Ev berxwedan wê dîrokê binivîsîne; gelê Kurd bi îradeya xwe, bi hêza xwe çarenûsa xwe diyar dike. Li Rojhilata Navîn, li cîhanê bila êdî kes gelê Kurd biçûk nebîne. Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd, sedsala Kurdistanê. Ev berxwedan, ev yekîtî, ev tifaq bila ji hev belav nebe.”

Di dema axaftina Bayindir de tim û tim dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qîrîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÊLIH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ahmet Turk û Ahmet Davûtoglû li hev rûniştin
Nûçeya Pişt re Ayla Akat Ata: Deriyên Îmraliyê vekin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kurtulmuş: Meclîs wê berpirsyariya xwe bi cih bîne

Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş anî ziman ku Meclîs piştî banga Rêber Apo wê berpirsyariya xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Hûsiyan, ji bo rizgarkirina keştiya petrolê, agirbesta demkî erê kir

Mîsyona NY’yî ya Îranê roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku, Hûsiyên li Yemenê ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 890 hezar û 680 xwendekar bi zimanê dayikê perwerde dibin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 4 hezar û 160 dibistanan 890 hezar û 680…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bêrîtan sembola artêşbûna jinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YBŞ/YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikumetê -I

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?