Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Firatê li ser komkujiya Qamişlo ya di sala 2004’an de li lîstikgehê pêk hat û di encamê de bi dehan kes hatin qetilkirin de, daxuyanî da.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin, bi zimanê Kurdî ji aliyê Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Şîrîn Ebdî ve û bi Erebî jî ji aliyê Hevseroka Kar û Barên Rêveberiyê ya kantona Firatê Necah Meşîr ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rejîma Baas a hatî rûxandin, berê komkujî li stadyuma bajarê Qamişlo pêk anîn da ku fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyên Kurd û Ereb de pêk bîne û wiha hate gotin: “Hêzên berê yên Sûriyê bi fermana berpirsên ewlekariyê li ser sivîlan gule barandin û di encamê de jî gelek kes şehîd û birîndar bûn. Di roja duyemîn de jî di dema veşartina cenazeyên şehîdan de, hêzên asayîşê careke din gule li ser sivîlan barandin û hejmarek din jî sivîl qetil kirin. Li hember vê komkujiyê jî gelê Kurd bi rêya xwepêşandanan bersiva rejîmê dan.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin serhildan li gelek bajaran belav bû û hate diyarkirin ku peymana di navbera QSD’ê û HTŞ’ê de hatî îmzekirin, wê dawî li komkujiyan bîne û ev tişt hate gotin: “Wê Sûriyeyek piralî û nenavendî bi vê peymanê were avakirin.”
Piştî daxuyaniyê, ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê di navbera du tîmên fûtbolê yên bi navê Nesrîn û Kobanê futbol hate lîstin.