Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk ku bi daxwazên azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derketin rê, ji aliyê gelê Licê ve bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Polîsan hewl dan ku bi hinceta “Biryara qedexeyê heye” di têketina Licê de meşê asteng bike, gel astengiya polîsan nas nekirin, bi biryardarî û berzkirina dirûşman ber bi avahiya DEM Partiyê ve meşiyan.
Hate dîtin ku çalakger li her kolanên rêya meşê ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Welatiyan ji eywan û pencereyên xwe piştgirî dan meşvanan, dirûşmên serkeftinê berz kirin
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Arslan li ber avahiya rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê axivî û diyar kir ku li her bajarên ku derbas bûne bandorek mezin çêkirine. Arslan destnîşan kir ku ruhê azadiyê bi gelan re azadiyê tîne gel hev.
Parlamenterê Partiya DEM Partiyê Kamuran Tanhan diyar kir ku Licê bi berxwedanê ji xweliya xwe çêbûye û bi berxwedana li dijî zilmê têkiliyeke dîrokî afirandiye. Tanhan destnîşan kir ku ew ji bo azadiyê dimeşin û heta azadiya Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe bidomînin.
Tanhan bal kişand ser polîtîkaya bêcezakirinê ya li ser sûcên polîs, leşker û cerdevanan. Tahnan wiha got: “Kujer nehatin darizandin û serbest digerin, lê Mehmet Emîn Ozkan nêzî 30 salan di girtîgehê de hiştin. Ceylan Onkol li ber mala xwe bi hawanan hat qetilkirin. Ev dijminatiya li gelê kurd e. Dema ku birêz Ocalan axivî, bihar hat li hemû Tirkiyeyê. Lê yên ku îro şer dixwazin, naxwazin dengê birêz Ocalan bê bihîstin. Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan hêviyek e. Ger ku deriyên Îmraliyê bê vekirin, wê aştî were.”
Piştî daxuyaniyê meşvan derbasî avahiya navçeya Licê bûn û bi tevlîbûna gel a bi coş û bi stranên Kurdî demeke dirêj govend gerandin.