Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye bîlançoya binpêkirin û sûcên çeteyên hikumeta demkî, dewleta Tirk a dagirker di meha Çileyê de li taxên Helebê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine parve kir.
Sûcên qetilkirinê yên li Efrînê:
4 jin hatin qetilkirin, bêyî ku kujer û ajoyên qetilkirinê werin naskirin.
Ciwanek li Tebqayê hat qetilkirin, serê wî ji gewde hat birîn.
Welatiyek dema ji Tebqayê ji ber êrişan berê xwe dide Efrînê hat qetilkirin.
Welatiyek din di dema koçberiya ji Reqayê de hat qetilkirin.
HELEB
Di êriş û topbaranên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji hêla çeteyên hikumeta demkî ve zêdetirî 1200 kes hatin qetilkirin, ji wan 100 kes hatin naskirin û belgekirin.
Pitikek ji ber kişandina gaza îsotê di Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Helebê de li Hesekê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî tibî şerîî, hîna zêdetirî 270 cenaze di berada tibî ya li taxa Cib El Qubê ya Helebê de ne. Hin jî bêyî agahiya malbatên wan li goristana Niqêrîn a Nû hatin definkirin.
KOBANÊ
14 kes di nav de 12 kes ji du malbatên ji Reqayê koçber dikirin hatin qetilkirin.
5 kes ji ber topbarana li gundewarê Kobanê hatin qetilkirin.
Parêzerek di koçberiya ji Reqayê de hat qetilkirin.
Revandin û girtin:
Li Efrînê 3 xort û keçkek hatin revandin.
Li Şêxmeqsûd û Eşfriyê jî zêdetirî 2 hezar kes di nav de jin û zarok hatin revandin.
TIL HASIL
Parêzerek di dema diçe Helebê tê revandin, piştî 3 rojan tê berdan.
BIRÎNDARÎ
2 jin ji ber koçberiya ji Tebqa ber bi Hesekê ve birîndar bûn.
Zêdetirî 150 kes di nav de jin û zarok ji ber topbaran û pevçûnan birîndar bûn.
KOBANÊ
3 zarok ji ber topbaranê li gundewarê Kobanê birîndar bûn.
7 kes di nav de jin û zarok birîndar bûn.
Ev bîlanço ne giştî ye, ji ber ku astengî hene ku xwe bigihînin gelek herêman, tenê ev agahî hatin bidestxistin.
6’ê Çileyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êriş dest pê kir, heta bi bajarên Meskenê û Dêr Hafirê, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Hesekê û Kobanê dewam kirin.

