Fikarên têkildarî ku dewleta Îranê xwe amade dike komkujiya di sala 1988’an de dubare bike ku Îranê wê salê bi hezaran girtiyên siyasî darve kiribûn. Mafparêz û çavkaniyên muxalîf didin zanîn ku darvekirin zêde bûne û dewlet bi zextên sîstematîk ji bo komkujiyan zemîneke nû amade dike.
Roja Yekşemê serê sibehê darvekiririna ji nişka ve ya girtiyên siyasî ya Mehdî Hassaniyê 48 salî û Behrouz Ehsaniyê 70 salî, rê li ber zêdebûna van endîşeyan vekir. Piştî darvekirinan ku bi tu awayî malbat nehatine agahdarkirin, hate ragihandin ku cenaze nehatine teslîmkirin û hewl dane ku bi awayekî veşartî wan veşêrin.
Mehdî Hassanî beriya wê di peyameke xwe ya bideng de zextên rejîmê şermezar kiribûn. Behrouz Ehsanî jî anîbû ziman ku ew amade ye jiyana xwe bexşî têkoşîna azadiya gelê Îranê bike.
Tê ragihandin ku di mehên dawîn de bi fermana rasterast ya Serokê Payebilind ê Îranê Ali Hamaney darvekirin bi awayekî eşkere tên kirin û ji bo raya giştî veguherîne amûreke gefê ya eşkere.
Aktîvîstê mafên mirovan Saeed Masourî ku ev 25 sal in girtî ye, di nameya xwe de da zanîn ku rejîm êdî wî û girtiyên din li şûna ‘’komîteyên mirinê’’ bi fermana ‘’guleberdana bi kêfî’’ hedef digire.
Nûnerê Îngilîstanê yê Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê (NCRI) Dowlat Nowrouzî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên rejîma Îranê yên li dijî mirovahiyê rexne kir û got: ‘’Ev bêcezatî, cesaretê dide rejîmê ku komkujiyên nû pêk bîne.’’
Ajansa Nûçeyan Farisan vê mehê bi awayekî eşkere dubarekirina komkujiyên di sala 1988’an de parast ku ev yek cidîteya talûkeyê dubere nîşan dide. Di sala 1988’an de nêzîkî 30 hezar girtiyên siyasî hatibûn darvekirin.
Li gorî daneyên fermî rejîma Îranê sala borî zêdetirî 1000 welatî îdam kirine ku li sernaserê cîhanê ew welat e ku herî zêde darvekirin pêk anîye. Aktîvîst bi fikar in ku di sala 2025’an de ev hejmar hê jî zêde bibe.
Mafparêz diya dikin ku rejîma Îranê xwe ji bo pêkanîna komkujiyên nû xwe amade dike û divê civaka navneteweyî vê carê li hemberî vê yekê bê deng nemîne.
BERTEKA RÊXISTINA EFÛYÊ YA NAVNETEWEYÎ
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniya xwe ya piştî davekirinên bi awayekî veşartî yên welatiyên bi navê Behrouz Ehsanî û Mehdi Hassanî de bal kişand ser zexta li welêt zêde dibe û pêlên darvekirinê û banga tavilê sekinandina hemû darvekirinan kir.
Alîkara Dîrektorê Herêmê ya Rojhilata Navînû Efrîqaya Bakur Kristine Beckerle jî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku mafê darizandina adil a her du girtiyên siyasî hatiye binpêkirin û diyar kir ku bêyî malbat werin agahdarkirin ew bi awayekî veşartî hatine darvekirin. Ehsanî û Hassanî nêzîkî du salan nekarîne bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin û bi dadgehe pênc deqeyî mafê wan ê parastinê hatiye binpêkirin.
Beckerler di daxuyaniya xwe de got: ‘’Ev înfaz bi awayekî nîşan didin ku rayedarên Îranê cezayê darvekirinê çawa weke amûreke zextê bi kar tînin.’’
TIRSEKE NÛ YA SALA 1988’AN
Tê zanîn ku di sala 1988’an de li Îranê bi hezaran girtiyên siyasî bi awayekîveşartî hatin darvekirin.
Rêxistinê da zanîn ku li Îranê piştî rageşiya li gel Îsraîlê zext zêde bûne, gelek kes hatine girtin, dadgeh hatine lezandin û pêşnûmeyeke ku cezayên darvekirinê hêsan bike ji erêkirina Meclîsê re hatiye pêşkêşkirin.
GIRTIYÊN DIN ÊN DI BIN TALÛKEYÊ DE
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî herî kêm navê 19 kesên ku ji ber sedemên siyasî bi talûkeya darvekirinê re rû bi rû ne eşkere kir. Di nava van kesan de akademisyenê welatiyê Îran û Swêdê yê piştî êrîşên Îsraîlê winda bûyî Ahmadreza Djalali û sê mafparêzên jin; Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerife Muhammedî jî hene.
Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da zanîn ku 28 welatiyên din bi rîska darvekirinê rû bi rû ne û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî vê yekê bê deng nemîne.