Di ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê re saleke derbas bû. Piştî salekê li Enqereyê bi civîneke çapemeniyê banga duyemîn a Rêber Apo hate weşandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bûye û ji bo gavên hiqûqî û entegrasyona demokratîk bang hate kirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica mijar nirxand û got, “Ji bo statuya girtîgeha Îmraliyê bi dawî bibe û Birêz Ocalan karibe li ser zemîneke siyasî û hiqûqî hîn bêhtir bi rola xwe ya polîtîk rabe; ji bo hiqûqa xwişk-biratiyê hîn şênber bibe divê pêşî li têkoşîna wî bê vekirin.”
Rezan Sarica anî ziman ku di meşa têkildarî Mafê Hêviyê de daxwaza civakî bi şênberî hate nîşandan û destnîşan kir ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bêyî derengxistinê divê bi cih bêne anîn. Sarica got, “Biryarek têkildarî Birêz Ocalan heye ku di sala 2014’an de hatiye dayin. Lê belê li gorî vê biryarê, hiqûqa navneteweyî û Destûra Bingehîn hîn ji aliyê Tirkiyeyê ve gavek nehatiye avêtin” û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Sala yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk e. Têkildarî vê yekê me dît ku Birêz Ocalan daxuyaniyeke din a girîng da. Dema ku mirov bala xwe didin ser naveroka daxuyaniyê dibînin ku Birêz Ocalan hem pirsgirêka demokrasiyê ya civakê hem jî pirsgirêka Kurd a Komarê bi pir alî û berfireh datîne holê; ji bo bidawîkirina krîzên civakê û pirsgirêkên wê gavên divê bêne avêtin destnîşan dike. Ji bo pênasekirina rast a pirsgirêka Kurd, rû bi rûbûna bi bûyerên qewimîn û dubarenebûna dema derbasbûyî; ji bo bidawîbûna înkar, tundî û şer daxuyaniyek da.”
‘PÊWÎSTÎ BI VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK HEYE’
Sarica ragihand ku mercên li Îmraliyê ji aliyê veguherîna demokratîk ve diyarker e û diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi veguherîneke cidî ya demokratîk heye. Sarica got, “Di nava civakê de bendewariyeke bi vî rengî zêde bûye. Ji sererastkirina mercên li Îmraliyê hetat bi bidawîkirina qedexeyên siyasî û zextên civakî eşkere ye ku divê Tirkiye bi pirrengî veguherîneke demokratîk bike. Mercên Îmraliyê ji vî alî ve girîng e. Rola Birêz Ocalan ji bo tifaqa çandî dîrokî bikeve nava formeke demokrkatîk xwedî mîsyoneke girîng e. Em dibînin ku îro vê rolê bi pratîkî dimeşîne. Lê belê mercên heyî yên li Îmraliyê li pêşiya wî dibe asteng ku vê rolê bi têrkerî bi cih bîne. Di vir de jî fikar û daxwazên civakê heye.”
‘DIVÊ STATUYA GIRTÎGEHÊ YA LI ÎMRALIYÊ BÊ RAKIRIN’
Sarica destnîşan kir ku divê statuya girtîgehê ya li Îmraliyê bê rakirin bi dewamî got, “Zemîna heyî ya ku Birêz Ocalan lê tê ragirtin divê bê guhertin, mînak sîstema tecrîdê û sîstema Îmraliyê ya 27 salan divê bi dawî bibe. Daxwaz û îradeyeke xurt a ji bo vê yekê heye. Divê ev yek êdî bê dîtin û daxwazên civakê li nava hiqûqê bê bicihkirin. Ji bo vê jî pêşniyar ame ew e ku statuya girtîgehê ya li Îmraliyê bê rakirin.
Divê statuya girtîgehê bi dawî bibe û ji bo Birêz Ocalan karibe li ser zemîneke hîn siyasî û hiqûqî bi rola xwe rabe, ji bo hiqûqa xwişk-biratiyê şênber bibe divê pêşî li têkoşîna wî bê vekirin.”
Sarica destnîşan kir ku têkoşîna Rêber Apo ber bi aştiyê ve diçe û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Daxuyaniya ku Rêber Apo îro da karên wî yên beriya niha xurtir û hîn şênber kir. Di çarçoveya vê daxuyaniyê de gelê Kurd wê têkoşîna xwe dewam bike. Bi vî rengî nexşerêyek hatiye danîn û paşeroj zelaltir bûye.”
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BIKEVE DEWRÊ’
Sarica herî dawî got, “Rêgeza bingehîn a veguherîna demokratîk di asta heyî de bicihanîna mafê hêviyê ye, rakirina tecrîdê û saziya girtîgehê ye. Em dibêjin ku divê di çarçoveya mafê hêviyê de bi sererastkirinên qanûnî yên yekser re biryarên DMME’yê bi cih bê anîn. Li gel vê yekê bi bicihanîna mafê hêviyê re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî weke gava duyemîn pêşketin hebe û ji bo karibe di pêvajoya aştî û civaka demokrkatÎk de bi rola xwe rabe xwedî zemîneke hîn polîtîk be. Bi her awayî divê statuya heyî û mercên girtîgehê yên li Îmraliyê bi dawî bibe.”

